236 ciwan tevlî YPG dibin

236 şervanên ji pêkhateyên Kurd û Ereb tevlî foca bi navê Şehîd Sozdar Kurdistan bûne.

EFRÎN – ROJACIWAN

Şervanan piştî dewreya YPG ku 45 rojan berdewam kir, tevlî foc bûn. Di merasîma ragihandina focê 11`emîn de, şervan û fermandarên YPG/YPJ û malbatên şervanan amade bûn. Piştî toranekî leşkerî, axaftinên kin hebûn. Serokê Desteya Parastinê ya Efrînê Behcet Ebdo jî axivî. Şehîd Sozdar, di Pêngava Bagera Cizîrê de Şehîd ketibû.