25’emîn Pêşbirka Wêje û Helbestan a Huseyîn Çelebî

hc20172

Pêşbirka Wêje û Helbestan a Huseyîn Çelebî ya ku ji aliyê YXK’ê ve tê lidarxistin, ji bo cara 25´yan dest bi xebatên xwe kir.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Pêşbirka Wêje û Helbestan a Huseyîn Çelebî ya ku ji aliyê YXK’ê ve tê lidarxistin, ji bo cara 25´yan dest bi xebatên xwe kir. Di pêşbirk îsal bi sîyara ‘Hunera Azad – Jiyana Azad’ tê lidarxistin.

Komîteya Amadekar daxuyaniyek weşand û agahiyên derbarê pêşbirkê weşand:

Em wek YXK (Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê), ji 1993’yan û vir de, Çalakî û Pêşbirka Wêje û Helbestan a Hüseyin Çelebi li dar dixin.
Hûn dikarin berhemên xwe yên ji bo çalakî û pêşbirka Wêje û Helbestan a Hüseyin Çelebi hatine amadekirin, ji 25.06.2017’an û pê ve ji me re bişînin.
Beşdar dikarin berhemên xwe (Helbest, Çîrok) yên bi zaravayên Kurdî, Tirkî, Elmanî, Îngîlîzî, heta 15.09.2017’an pêşkêşî me bikin.

Şert û mercên tevlêbûnê
– Ji bo tevlêbûna pêşbirkê, divê berhem bi zaravayên Kurdî, Tirkî, Elmanî û Îngîlizî bin.
– Divê berhem, berê li ti cihî nehatibin weşandin.
– Tevahiya beşdaran, herî zêde dikarin bi helbestek û çirokeke kin tevlê bibin.
– Divê berhem, li ser kaxiza spî û bi awayekî ku were xwendin, bê nivîsîn.

Em tika dikin ku beşdar tevî berheman, agahiyên der barê xwe de, herî dereng heta 15.09.2017an, bi riya navnîşan an jî e-maila hatî destnîşankirin, ji me re bişînin.

Hûn dikarin berhemên xwe bi riya postexeneyê an jî e-maila li jêr hatî destnîşankirin, ji me re bişînin.

(Çalakiya Wejeyî ya Hüseyin Çelebi)
Kurdisches İnstitut für Wissenschaft 21 06
58021 Hagen/Deutschland (Elmanya)
E-Mail: huseyin-celebi@yxkonline.de
Ji bo agahiyên zêdetir; info@yxkonline.de
Bi piştgiriya, Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist