3 baskên YCR û YJC li Qamişlo gihiştin hev

27:11:17 - QAMISLO-CIWAN-GIHSTIN-QAMISLO-3

Ciwanên ku ji Hesekê, Dêrik û Serêkaniyê tevlî meşe bun  6 rojan îro gihiştin navenda bajarê Qamişlo.

QAMIŞLO – ROJACIWAN

Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava YJC di 22’yê Mijdarê de 3 meşên dirêj ber bi bajarê Qamişloyê ve dest pê kirin. Yek ji van meşan ji Hesekê, yek Dêrik û yek jî ji Serêkaniyê derket û berê xwe dan bajarê Qamişlo. Di nava wan de endamên Yekîtiya Ciwanên Ereb û Rêxistina Ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hene.

Ciwanan piştî 6 rojan bi sedan kîlometre li ser lingan derbas kirin û her 3 basken meşê jî li gundê Hîmo yê girêdayî bajarê Qamişlo gihiştin hev.

Ciwanên ji Hesekê, Dêrik û Serêkaniyê ku li Hîmo gihiştin hev ji wir berê xwe dan navenda bajarê Qamişlo.
Ciwan wê beşdarî pîrozbahiya bi boneya 39’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li Stadgeha Fotbolê ya Heysem Kuço ya li bajarê Qamişlo bibin.