YXK Hannover himberî polîtikayên krîmînalîze serî radikin

Rêveberiya zaningeha Hannoverê û polîsên dewleta Elmanya xwestin panela YXK/JXK ya ku derbarê rewşa Serokatî asteng bikin. Ciwan bi silogan û alên xwe polîtîkayên faşîst protesto kirin.

HANNOVER – ROJACIWAN

Politîkayên faşîst yên zaningeha Hannoverê her ku diçe zêdetir dibe. Berî mehekê xwendekarên Kurd xwestin paraznameya yekemîn ya Rêber APO bixwînin. Rêveveriya zaningehê himberî vê yekê weke dewleta faşîst a Tirk polîtîkayên qedexekirin pêş dixe. Ev yek jî hevkariya dewleta Elman û Tirk dîsa diyar dike. Niha jî bi nêzîkatiya zaningeha Hannoverê carekê din derket hole. Ji bo ku panela YXK li ser rewşa Serokatî û Konfederalizma Demokratîk bê asteng kirin, duh bi polîsên çekdarî ketiye hundirê salonê.

PANELA ‘ABDULLAH OCALAN KÎ YE?’ Jİ HÊLA RÊVEBERIYA ZANINGEHÊ HATE ASTENGKİRİN

Ji bo panel roja dûşemê pêk were, YXK û JXK serledana rêveberiya zaningehê kiribû. Înê agahî gihiştiye destê endamên YXK, ku rêveberiya zaningehê vê panelê betal kiriye. Li ser esasa berxwedana YXK rêveberiya zaningehe Volker Eppling betal kirina panelê wiha şîrove dike: “Em ji bo panela ‘Abdullah Öcalan kî ye?’ cîh nadin YXK. Abdullah Öcalan serokê PKK ye. Li gorî nêrîna wezîrê hundir PKK hîn jî rêxistinekî wisa ye ku ji bo gihiştina armancên xwe şîdet pêk tîne û mirovan dikuje. Dadgeha parlemento PKK wek rêxistina terorê bi nav dike”.

Ji bo betal kirina panelê dereng bû. Ciwan biryar girtibûn ku panela xwe pêk bînin. Nêzîkatiya dewletê û rêveberiyê jî ya ku pênaseyên ‘Terorê’ dixebitîne rexne dikin. Duh evarî berî seat şeş hinek temaşevan hatibûn panele. Çend deqa piştî seat şeşan rêveberiya zaningehê bi polîsan destpêkirina panelê asteng kir. Endamên YXK û temaşevanên panelê dest bi protesto kirin. Endamên YXK wiha şîrove dikin: “Me dixwast ku em berxwe bidin û wisa nîqaşekî siyasî pêk were. Lê nehiştin ku kesên ku ji derve mane werin hundir. Bi hatina polîsan atmosferekî pir agresîv derket pêş. Piştî ku protestoyên me xurttir bûn hêjmara polîsan jî zêdetir bû. Vê caxê polîsên çekdarî hatin. Ev yek jî tê mexna polîtîkayên krîmînalîze hê jî didome.”

Bildschirmfoto 2017-11-28 um 10.33.10

Ji ber wiha ciwan biryar dan ku panela xwe li navenda zaningehê bidomînin. Ciwan derdorê axafvanên panelê rûniştîbûn. Vê derê jî polîs xwestin mudaxale bikin û axaftvanên panelê bigirin. Rêveberiyê zaningehê hate vê astê ku axaftvanên panelê bi cezayên cûr bi cûr tehdît dike. Dîsa hêjmara polîsên çekdarî zêde bûn. Berpirsyarê polîsan tamlîmata girtina axaftivan daye. Piştre polîsan derdorê axaftvanan girtin. Ciwan di cîh de rabûn û protestoya xwe meztir kirin. Endamên YXK û temaşevanên panelê ji bo axaftvanan biparêzin, derketin derve û pêşiya zaningehê nîqaşên xwe dewam kirin. Bi siloganên “Bijî Serok APO“ û “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan“ avêtin. Bi alên JXK, YXK û HPG ciwan rengê xwe pêşiya zaningehê nîşan dan. Polîs deriyê zaningehê girtibû.

Derve zaningehê ciwanên nenas yên xwestin nêzîkatiyên qirêj protesto bikin û fîşekên hawayî ji bo sersala damezrandina PKK û berxwedana ciwanan teqandin.

Ji bo ku panel pêk were, hemû ciwan bi rê ketin û gihîştin Navenda Civaka Kurd ya Demokratik. Li vir 45 deqa panelekî derbarê jiyana Rêber APO pêk anîn. Di dawî de bang li ciwanan hate kirin, ku tevlî meşa ciwanan ya Stuttgartê bibin (2ê Kanûnê).

Di daxuyaniya xwe de YXK wê buyerê wiha şîrove dike:

“Bi astengkirina panelê me tepisandina YXK li zaningeha Hannoverê gihiştiye astekî nû. Zaningeha LUH wisa dikeve kevnaşopa faşîzm û nijadperestî li hemberî Kurdan, wekî ku li Tirkiye jî tê dîtin. Mixabin me îro jî dît, ku tepisandina Kurdan li Elmanya jî pir kûr e. Zaningeha Hannoverê xwe wek demokratîk, zindî û vekirî pênase dike. Em wan pênaseyan li ser esasa buyerên ku pêk hatin nikarin ciddi bigirin. Ew buyer ji bo me sedem e, ku em çalakiyên xwe li dijî qedexekirina PKK û ji bo azadiya Abdullah Öcalan meztir bikin.”