Kampa Govende bi coşeke mezin bi dawî bû

Perwerdeya Kampa Govenda Kurdî ku di sala 1997’a despekiribû îsal ket 20’êmîn salvegera xwe. Her sal Kampa Govendê ku tê lidarxistin îsal jî ji gelek welatên Ewrûpa bi tevlîbuna dehan şagirtan li Elmanya Nideggen’ê hat lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN (Hakki Dinç) – ROJACIWAN

Kampa Govendê ya ku wek kevneşopiyekê her sal ji aliyê Tev-Çand’ê ve tê lidarxistin îsal di navbera 22-30’ê Kanûn’ê de li Elmanya Nideggen’ê hat lidarxistin. Kampa îsal jî bi navê Şehîd Fîraz Dağ bi tevlîbûna 60 şagirt, 7 Mamoste û 10 şagirtên kevin, mezûn ji bo alîkariya mamoste xwe û şagirtên nû ku tevlî kampê bûn pek hat. Ciwan ji her derê Ewrûpa hatin gel hev ji bo kampa govendê. Ji mamosteyên kampê Weliyê Botî li ser kampê û dîroka kampê axivî. Botî tîne ziman ku kampa yekem di sala 1997’an bi navê şehîd Sarya û bi 4 mamostêyan hatiye çekirin: “Îsal sala 20ê mîn ya Kampa Govendê ye, di 20 salan de em pir pêş ketin. Niha derfetên me hîn berfirehtir in, hunermêndên me ku bi sêdan def û zurnê le didin hênê, bi sêdan kesên ku li erbanê didin hênê. Pewîste em bînin ser ziman ku 20 sal bi hesanî derbas nebûn. Îro bi zahmetiyên mezin me xwe gihand vê rojê. Malbatan pêşber derdiketin ne dihiştin zarok werin, çênd caran polîsan di ser kampa me de digirtin digotin ka hûn çi dikin.”

“Kurdistan yek e, çand yek e”
Mamoste Botî anî ziman ku wan Nexşa Çande derxistiye û di Festîvalan de ev nexşa Çanda li ser standa cihe xwe digirê. Botî pewîstiya nexşa çande wiha dibejê; “nezî 6 sal derbasbûn heya ku me nexşa çandê çekir. Çima me nexşa çandê çekir, derdê me çibû? Jiber ku gelê me nedizanî, cilên Botan xwedikirin lîstikên Amedê dilîstin, ê Amedê lixwedikirin ya Botan dilîstin. Pêlavê wan tiştek cûda serê wan tiştekî cûda bûn, bi saza û darbuka derdiketin. Me go em ne layikê vî tiştê ne, em bi xwe dikarin vê pirsgirekê çareser bikin. Gav bi gav em pêşketin. Dema em li nexşe jî meyze dikin, li Urmiye û li Wan çand yek e. Tû mirovekî ji Urmiye bixê destê yekî Wanî de, dikarin bi hev re govendê bigrin. Ango di be ku dagirkeran têl kişandibin navbera me, lê Kurdistan yek e, çand yek e. Mînak pir in wekî Derika Hemo û Cizîra Botan.”

Bingehiya kampê
Kamp 8 roj berdewam kir. 4 pol hene. Pola yekem despêk e, şagirt her sale dixwazin pola xwe derbas bikin, hinek jî pêwîstin heman polê dûbare bikin. Jiber ku dawiya kampê de rojekê ezmûnê şagirta çêdibin, ê ku ezmûnê derbas dikin sertîfîkatê distînin û derbasî pola pêş dibin. Pola 4’a cûda ye. Mamoste Botî wiha şîrove dike: “Ji ber ku pola çarêmîn pola dawiyê ye, em wek komîsyona kampe dosyayêk mezin didin endamên mamostetiyê, jiber ku dema ket nav civakê wê bibe mamoste. Lê mamostetî ne ewqas hesan. Pêwîste şagirta pola çarem li gorî dosya ku jê re hatiye dayîn baş lekolîn bike, pêwîste awazên wê, cilên heremê, xwarina heremê û gelek tiştên din baş zanibe. Jiber ku dema em dibêjin çand em tenê qala govend û mendîle nakin. Gelê me jî gelek şaş fem dike. Dema tû dibêje çand rastê rast govend te bîra me. Maneya çandê gelekî fireh e. Şahî te de ye, dawet, kirîvatî, ax, av, her tişt di çandê de ye. Me xwest Çanda xwe hîn berfirehtir bi rêya şagirtên xwe bi gelê xwe bidin nasîn.”

Kamp bi şeva moralê bi dawî bû
Di Kampê de lîstikên heremên Semsûr, Botan, Koçgirî, Agirî, Riha, Gimgim, Amed û Colêmerg hatin dayîn. Her wiha dersên ritîm, cil û berg, zanistî û hûner, dîroka Kurdistanê hatin dayîn. Di dawiya kampê de ji pola 4ê mîn 2 şagirt dîplomê xwe ya mamostetiye sitandin. Roja dawî ya kampê 8’emîn Konferansa Govendê hatê lidarxistin. Di konferansê de xebatên salekê hatin nirxandin û rêveberiya ku ji 11 kesî pek tê hate hilbijartin. Pişt re jî şeva morale hat lidarxistin, şagirtan bi şano, lîstik û stranan şeva xwe bi dawî kirin.