9 rojên destpêkê yên berxwedana Cizîra Botan

Di ser qedexeya derketina derve ya 9 rojan a Cizîrê re 2 sal derbas bûn, ku êrîşên dewleta Tirk ên bi teknîka herî pêşketî û bi hezaran leşker-polîsên profesyonel li bin guhê berxwedana ciwanan ket.

ŞIRNEX – ROJACIWAN

Piştî ku ‘pêvajoya çareseriyê’ ji aliyê rejîma AKP’ê ve hate têkbirin, dewleta Tirk ji bo hêza rêxistinbûyî ya Kurdan a li bajaran têk bibe, li Cizırê dest bi êrîşan kirin. Êvara 4’ê Îlonê, metna qedexekirinê ji hoparlorên mizgeftê hate xwendin û êrîşên dewleta Tirk bi vî rengî dest pê kirin. Dewleta Tirk, hefteyek beriya ragihandina qedexeya derketina derve bi hezaran polîs-leşker û bi sedan maşînên zirxî sewqî bajêr kirin. Ev hêza xwe jî li dibistanan bi cih kir. Leşker-polîsên li dibistanan hatin bicihkirin, şeva ku qedexe hate ragihandin bi maşînên zirxî li ser rêyên mezin ên bajêr bi cih bûn jib o bikevin taxên qada berxwedanê. Hêzên dewletê ji kolanên Kobanê, Arîn Mîrkan, Yafes, Orhan Dogan û rêyên derdorê hewl dan bikevin nava taxan. Ev hêza dewletê li xendek û bendên Cizîriyan aliqî.

BERÊ TIVINGÊN XWE DAN SIVÎLAN

Hêzên dewleta Tirk ku çek û cebilxaneyên giran li taxan civand, hewl dan bi peyatî ji xendek û bendan derbas bibin. Ciwanan jî bi çekên sivik, li pêşiya wan bûn asteng. Ciwanan kolanên xwe diparastin û gel jî bi berxwedana xwe piştgirî dida ciwanan. Hêzên dewletê yên li pêşberî vê bêçare man, berê tivingên xwe vê carê dan sivîlan. Gule li taxan reşandin û top avêtin qadên sivîlan. Ji ber van êrîşên hêzên dewletê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk, ji bo berxwedanê bişikîne, av û ceyran li ser gelê Cizîrê birî. Nehişt ku nexweş û birîndar biçin nexweşxaneyê. Tevî vê yekê jî, şêniyên Cizîrê av ji bîran kişandin û xwarin li hev parê kirin. Xwarina xwe li ser êgir çêkir. Nexweş û birîndarên xwe hewl da li taxan derman bike. Di dema qedexeyê de gelek welatiyan, ji ber ku nekarîn biçin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Piraniya mirovên jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku zêde xwîn ji ber wan çûn, her wiha hinek jî ji ber krîza dil mirin.

CENAZEYÊN KU BI QALIBÊN QEŞAYÊ HATIN PÊÇANDIN

Pitikê 35 rojî Mûhammed Tahîr Yaramiş, ji ber neşandina ambûlansê jiyana xwe ji dest da. Vê yekê di nava raya giştî de rê li ber nerazîbûneke mezin vekir. Dewleta ku nehişt ambûlans biçe bi hawara Yaramiş ve, vê carê nehişt cenazeyê Yaramiş û yên welatiyên din bên veşartin. Ji bo bêhn ji cenazeyan neyê, welatiyan bi qalibên qeşayê cenazeyên xwe pêçandin. Cemîle Çagirga ya 13 salî, ku ji aliyê sekvanên dewleta Tirk ve hate kuştin, dayika wê cenazeyê keça xwe ji neçarî xiste sarincê ji bo xera nebe. Wêneyê vê bûyerê di nava raya giştî de rê li ber nerazîbûneke mezin vekir.

ZÊDEBÛNA HEJMARA MIROVÊN SIVÎL ÊN HATIN KUŞTIN Û MEŞA MEZIN

Bunaymîn Ircî yê 15 salî û Selman Agar ê 10 salî, dema av dibir ji malê re hatin kuştin. Seyîd Eşref Erdîn ê 60 salî yê nan dibir ji malê re û Mehmet Erdogan ê 75 salî tevî pitikê Berxwedan Edîn li pêş mala xwe hatin kuştin. Zeynep Taşkin a 18 salî û xesûya wê Maşallah Edîn a 35 salî hatin kuştin. Van komkujiyan nerazîbûna raya giştî zêde kir. Li ser vê yekê gelek rêxistinên civakî yên sivîl û Partiya DemokratÎk a Gelan (HDP) ji bo şikandina dorpêçiya li ser bajêr, dest bi meşeke mezin kirin. Meşê bi pêşengiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê dest pê kir û tevî hemû astengiyan jî piştî çend rojan gihîşt Cizîrê.

PÊŞENGÊN BERXWEDANÊ; TÛNÇ Û YUKSEL

Tevî hemû êrîş û bêderfetiyan jî, Cizîriyan serî li ber êrîşên hêzên dewletê netewandin. Bi taybetî Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel, bi şev û roj xebitîn û pêşengî ji berxwedana serketinê re kirin. Tûnç û Yuksel bi gel re li taxên mezin ên dorpêçkirî meş û civîn li dar xistin û destnîşan kirin, ku mirina rasteqîn teslîmiyet e. Bi vî rengî cesareteke mezin dan gel. Van pêşengiyên berxwedanê carna li malekê birîndar derman dikirin, carna jî li ser tenûrê nan lê dixistin. Pêşengan bi destên xwe pêwîstiyên ciwanên li ber bend û xendekan ji wan re dibirin. Di dilê gel de cihekî mezin girtin.

PÊŞENGÊ CIWANAN FÛAT MAWA

Ciwanên ku li hemberî bi hezaran personelên dewletê yên bi teknîka pêşketî li ber xwe didain, bi pêşengiya fermandarê xwe Fûat, careke din serketina baweriyê li dîrokê dineqişandin. Lehengiya fermandar Fûat Mawa ku tevî birîna xwe jî bi şev û roj nedisekinî, hemû astengiyên li pêşiyê radikir. Hêzên dewletê ji ber berxwedana ciwanan, piştgiriya gel û zexta raya giştî, tevî hemû êrîşên xwe jî encama dixwest bi dest nexistin. Neçar ma ku piştî 9 rojan xwe vekişînin.