Hevpeyvîn bi şervanên QSD ya enternasyonalîst

SDF Internationalisten

“Li vir hêzên demokratîk hene û ne Amerîka yan Îngîltere yê Sûriye rizgar bikin- mirovên hermemî yê rizgar bikin.“ – Macer Gifford

REQQA – ROJACIWAN

Şervanên QSD Macer Gifford û K. Howard qala şerê Reqqayê û sedemê tevlîbûyîna QSD dikin. Her yek ji wan ji ber sedemên cûr bi cûr tevlî vê şerê bû, lê herî zêde ji têkoşîna hemberî xirabiyê îkna bûne. Bi taybetî Macer Gifford ji fikrê demokrasî enerjî digire: “Li vir hêzên demokratîk hene û ne Amerîka yan Îngîltere yê Sûriye rizgar bikin- mirovên hermemî yê rizgar bikin.“

K.Howard: “Dema tu tiştekî nîvco dihelî, ew e heya dawiya jiyanê te nîvco bimîne“

Ji bo Howard jî çend xalên gerîng di vê şerê de hene. Howard vê şerê wekî pêwîstiyekî dibîne. Ji ber wisa ji Amerîka tevlî refên QSD bû. Niha li reqqa çeka „sniper“ bi serbilindî bikartîne. Dema nuçevan  dipirse: “ Tu qet natirsî?“, Howard dibêje: “Na, ez natirsim, ez ji bo vê tiştê hatim vir.“