AZADÎ biryarbûyîn e, biryarbûyîn jî XWEBÛN e

tijda_fatma_yagmur2

Bi te re fikrandin, bi te re meyzandin, bi te re axaftin, bi te re gerandin, temelê AZADÎ û XWEBÛYÎNÊ ye

STÊRKA CIWAN (Zerya Botan) – ROJACIWAN

Tevgera Azadî rêxistinek ku îro ser riya heqîqetê dimeşe, di wê riya pîroz de pir tekoşerê leheng ji bo welat û azadiyê gelê xwe gihiştin asta şahadetê. Mîrasa wan hevalan dihele ku em her roj bêhtir Tekoşîna Azadî hemêz bikin. Bi taybetî girêdayîbuyîna Rêber APO bi şehîdan rê pir kûr û watedar e. Ji bo vê yekê Rêber APO diyar dike; “Şehîdên me gihîştin heqîqetê. Şehîd pêşengên têkoşîn û hebûna berxwedana me ne.” Lewma pewist dike ku em xwedî mîrasa şehîdan derkevin. Şerê jiyanê, şerê herî zehmetê. Jiber ku jiyanekê rast, şerê herî mezin dixwaze. Jiyana rast jî di şexsê Bêrîtanan, Zîlanan, Semayan, Sarayan û Axînan de, têkoşîna jinê de ji nû ve avabû. Herwiha bi îdayên mezin û îradeyê xwe ew hevalên me yên leheng bûne parçeyekê dîroka berxwedana gelê Kurd.

Yek ji wan rêhevalên ku di dîroka gelê Kurd û di albuma şehîdên nemiran de cîh digirin, Şehîd Tîjda (Fatma Yagmur) ye. Ji bo Şehîd Tîjda jiyana herî bedew, jiyanekî bi zanebûyîn û azad bû. Bi vê rengî tim dixwest serkeftî bi civakê re jiyan bidomîne, tim dixwest jiyanekî nêzî heqîqetê avabike. Heval Tîjda hemberê jiyana 5 hezar sal ku aliyê bavsalarî hatiye meşandin û bi vî awayî jin hatiye bindestkirin helwesta xwe bi tevlîbuna xwe ya nava refên azadiye nîşan da. Ji ber ku dîroka jinan 5 hezar salan hatiye red kirin, zehniyeta baviksalarî hîn dixwaze nasnamey û xwezaya jinan tûne bike. Heval Tîjda hemberê rastiyeke wisa biryara nivîsandina dîroka jina azad ji xwe re esas girt. Ev jî ji bo Heval Tîjda bû armancêke mezin. Bi rihê azadî û biryarbûyînêke xurt meşa xweyî nav refên gerîla da despê kirin.

Tevayî jiyanê xwe de xeta berxwedanvanî esas girt

Bîranîna şehîdan ji bo rêhevalên wan ê ku demekî bi hev re bûn pir bi êş, lê xwedî wateyekê pir mezin e. Xweşikbûyîna mirov bi manedayîna jiyanê ve giredayî ye. Eger em îro ji rêhevalên Şehîd Tîjda bipirsin, wê bînin ser ziman ku, beriya her tiştî Heval Tîjda girêdayîbûyîneke xurt bi rêxistinê û rêhevalên xwe re avakiribû. Soza herî mezin soza rehevaltiyê ye, rûmeta herî mezin li gorî rêhevaltî jiyankirinê ye. Ew soz Şehîd Tîjda her roj me re da jiyankirin. Şehîd Tîjda her roj ji nû ve soz da Rêber APO û şehîdên azadiya Kurdistan û ser vê esasê riya wê ya têkoşînê pir serkeftî bû.

Ruxmê ku bi temeneke pir ciwan tevlî refên gerîla bû, pir xwe bawer û bi bîryardar bû. Karek çiqas zehmet be jî, Heval Tîjda heya pêkanînê ber xwe di da. Vê hêzê xwe de û jinan de didît. Gellek caran digot; “Min azadiya jinan di PKK’ê de dît.” Her wiha Şehîd Tîjda bi şehadeta Şehîd Sara pir bandor bû û heta nefesa xwe ya dawî jiyan û sekna Şehîd Sara ji xwe re esas girt. Bi şehadeta Heval Sara rastîya dijmin û heqîqeta jina azad nas kir. Herwiha di şexsiyeta Şehîd Sara de berxwedanvaniya jina Kurd naskir û ji xwe re biryar da kû tevayî jiyanê xwe da ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya jina Kurd û tevayî gelan berxwe bide.

Ser vî esasî, kesayet û malabata xwe herdem lêpirsîn kir. Ez ki me? Ez ya xwe me? Yan ez ya kesên din im? Bandora malbatê çiqas ser min heye? Guhertina cewherê xwe da destpê kirin û armancê wê ew bû ku bigihîje heqîqeta xwe, xwebûna xwe. Ser vê esase her tim bi xwe re nav şerekî de bû.

Girêdayîbûyîna Şehîd Tîjda bi welatê xwe re pir mezin bû

Ji ber ku xwe guhertin wek erkekê esasî femkir, di jiyana xwe de li aliyeke de hemberî kesayeta xwe û li aliyeke din de jî hemberî zîhniyeta baviksalarî şerekî birdozî meşand. Taybetî di aliyê têkoşîna rizgariyê jinê, Şehîd Tîjda bi sekna xwe ji me re bûye mînakekî mezin. Herwiha girêdayîbûyîna Şehîd Tîjda bi welatê xwe re pir mezin bû. Ruxme ku Şehîd Tîjda ji Ewrûpa tevlî bû bandorbûyîna modernîteya kapîtalîst ser kesayeta wê lewaz bû. Şehîd Tîjda, zimanê xwe yê dayikê herdem esas girt. Bi zaravayê Kirmanckî diaxivî lê belê di demek pir kurt de fêrî Kurmancî jî bu. Şehîd Tîjda piştî ku çû çiyayên Kurdistanê hîn xurttir heqîqeta jiyanê û nasnameya jina Kurd dît û vê rastiye di kesayeta xwe de pêk anî. Ji bo vê jiyaneke nû destpêkir. Û di vê jiyanê nû de cihê modernîteya kapîtalîst nebû.

Azadî ked e, parvekirine, hezkirina mîrove, afirînerî (xulikarî) ye, zanabûne hwd… Şehîd Tîjda bi taybetmendiyên xwe şopdarê heqîqeta azadiyê bû. Bi taybetmendiyên xwe ê xurt hertim hêza çareseriyê bû. Çi pirsgirek yan asteng hatiban pêşiya vê, wê çare dît. Heval Tîjda êdî bûye perçeya dîroka berxwedana Kurdan. Wek ronahiyeke mezin derdora xwe bi enerjiya xwe bandor kir. Her tim têkoşîna zîhniyetê dewam kir. Niha jî ronahiya vê her tim ê geş bimîne. Şehîd Tîjda di dilê me de jiyan dike. Ser vê esasê em wek rêhevalên wê dixwazin ronahiya wê li cihanê belav bikin. Erka me ya herî mezin ewê ku em rihê şehîdan her tim bidin jiyan kirin. Çawa xwedawenda Înanna 104 ME ji Enkîdo distinê, diçe ezmanê ji bo ku wan ME’yan li cihanê belav bike, em ê jî heqîqeta şehîdan li hemû cihanê belav bikin. Înanna dixwast zanebûyîn û heqîqetê bi cihanê re parve bike. Erka me jî dişibîne erka xwedawenda Înanna.

Heta dilopa xwîna me ya dawî, soza ku me da şehîdan em lê xwedî derkevin û tola hemû rêhevalên xwe yên ku di vê berxwedanê de bi lehengî jiyana xwe ji dest dan hildin. Pewiste em 24 saetan bi wan re jiyan bikin. Tenê bi rêhevaltî û hîs kirina rast em ê bigihîjin xwebuyînê. Xwebûyîn, azadî û heqîqet hêzên gerdunî ne. Şehîdên me gihîştin vê heqîqetê, erka me jî berdewamkirina û belavkirina vê legerinê ye.

Hîn bi mîliyonan jin tên kole kirin, roj bi roj ji ber zeyendperestî zor û zehmetî dibînin. Şehîd Tîjda dixwast ku her jin azad bibe. Û em ê bi ronahiya Tîjdayan soza xwe ye berxwedanê ji nû ve bidin.