Banga Erka Xweparastinê: Welatê xwe biparêzin

Ciwanên Minbicê ku tevlî yekemîn dewreya Erka Xwerparastinê bûne, bang li ciwanên Minbicê kirin ku tevlî Erka Xweparastinê bibin û welatê xwe biparêzinʺ.

MINBIC – ROJACIWAN

Piştî erêkirina zagona Erka Xweparastinê li herêma Minbicê, yekemîn dewre li Akademiya Şehîd Umer Nebo Hesen di 22`ê kanûnê de bi tevlîbûna 215 ciwanên ji bajar û gundewarên Minbicê hate vekirin.

Mihemed Qeftan tevlî yekemîn dewreya Erka Xweparastinê bûye. Ciwanê Ereb di derbarê armanca xwe ji tevlîbûna dewreya Erka Xweparastinê ev tişt got: ʺArmanca min ew e ku ez bajar û destkeftiyên ku hatine bidestxistin biparêzim. Her wiha em bersiva êrîşên dijminan ên li ser herêma me bidin.ʺ

Qeftan bang li hemû ciwanên Minbicê kir ku tevlî Erka Xweparastinê bibin û wiha pê de çû: ʺEv erka hemû ciwanên ku berjewendiyên welatê xwe difikirin. Erka Xweparastinê hêzekî niştimanî û artêşekî birêxistinkiriye ku dikare Minbicê biparêze, ji ber vê yekê ez tevlî Erka Xweparastinê bûm. Armanc ji Erka Xweparastinê nedûrbarekirina sînaroyên zulma çeteyên DAIŞ`ê ya derheqê sivîlan de.ʺ

Ehmed bi bîr xist ku ew weke artêşeke birêxistinkirî ew ê Minbicê biparêzin û destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.