Bangawaziya Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad ji bo Meşa Dirêj

Ji bo 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ciwanên Kurd 11’ê Îlonê li bajarê Dortmûndê dest bi meşeke dirêj dikin. Meş wê 5 rojan bidome û li Kolnê li qada festîvalê biqede.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Meş her sal weke rêçekê beriya Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dest pê dike. Meş îsal jî bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad wê pêk were. Ciwanên Kurd ji bo ku tevlî festîvalê bibin 11’ê Îlonê li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Dortmûndê saet 11.00’an wê dest bi meşê bikin. Meş wê bi dirûşma ‘Bi Tolhildana Şoreşger Mêtingeriyê Parçe bike, Rêbertiyê Azad Bike’ pêk were, ciwanên Kurd meşê bi çarçoweya kampanyaya ‘Azad Bike’ dikin. Di meşê de 200 ciwan wê hebin, di 5 rojan de 120 kîlometreyî wê bimeşin.