Çavdêriyên ji 3’yemîn – STÊRKA CIWAN

7

Li ser bingehe Kongreya 3’yemîn û encamên ku derketin holê pewîstê em wek endamên Ciwanên Azad xebatên sala pêş gorî rihê pêvajoyê bimeşine û Rêber Apo azad bike.

BERFIN LILAW – STERKA CIWAN

Ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê li paytexta Fransa Parîsê 3’yemîn Kongreya xwe li dar xist. 3’yemîn Kongreya Ciwanên Azad, bi şîara “Bi coşa şoreşê xwe bi rêxistin bike, bi rihê tolhildanê faşîzmê parçe bike” pêk hat. Kongreya bi heybet a Ciwanên Kurd li Ewrûpa careke din raxiste ber çavan ku Ciwanên Azad hêza herî dînamîk û pêşeng a li hemberî pergala kapîtalîst têkoşîn dike. Kongre di şexsê şehîd Tîjda Ekecîk, Lecwan Mûnzûr, Çekdar Botan de diyarî tevahî şehîdên xwerêveberiyê hat kirin.
Di 17’ê Kanûnê a 2016’an de li Parîsê bi sedan ciwanan bi rihekî tolhilder bi hestên xwe yên bi moral û coş di Kongre de amede bûn. Bi sedan delege ji hemû metropolen Ewrûpa beşdarî Kongreya 3’min ya Ciwanên Azad bû. Wek mêvan jî nûnerên KCDK-E, TJK-E, CDK-F, HDK-Fransa, Meclîsa Jinê ya Şehîd Çîçek Botan, Partiya Komunîst a Ciwanan a Fransa di Kongreye de amede bûn.

Ciwan pêşengên vê demê ne

Yekbûyîna kurdan û azadiya gelê kurd, ango serkeftina tevgera azadî. Rastê, em pir caran dibêjin: “Ciwan pêşengên vê demê ne. Ciwan dikarin bi dînamizmê xwe modernîteya demokratîk ava bikin.” lê hemû kes vê rastiya di xwe de ditiye? Hemû kes vê yekê wek heqîqetekî fehm kiriye?
Dewletên Ewrûpa vê yekê pir baş fehm kiriye. Em bûn tirsek, talûkeyekî mezin, em bûn tehdîtekî giran; Cihê Kongre deqeya dawî de hate betal kirin. Me salonekî li Parîsê girtibû. Lê destên dewletê gihiştiye vê derê jî û mudahale kir. Ciwan hêzê çareserî ne; Ew êrîsa dewletê ji mera ne bû asteng yan pirsgirêkek. Ji ber dewletê cihê me dagirkir, ciwanan bi tevlîbuyîna xwe ya Kongreye bersiva herî mezin da wan. Eşkere ye ku dewlet ji mezinbuyîna me, xurtbuyîna me ditirse. Ciwan ji Berlîn, Brûksel, Bern, Londra heya ji Stockholmê hatibûn Kongreye. Cawa ciwan kombûn xuya bû ku cîhê alternatîf ye Kongre ji mera teng te, ji ber hejmara ciwanan zedeyî kapasîteya cih bû.
Bi rêzgirtin ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê me Kongreye xwe da destpê kirin. Axaftinên ser rewşa sîyasî, rewşa têkoşîna ku ji bo demokratîkbuyîna a rojhilata navîn tê meşandin zelal kir. Piştre rewşa rêxistinî ya ciwanan berfireh hate nîqaş kirin, heman demê de ji ber tengbuyîna cihê me bi sedan ciwanan li derve govend digirtin. Kesî moralê xwe xirab nekir. Rihê ciwantî bi her awayî xwe nîsan da. Di navbera axaftinên germ û îdeolojik ciwan hertîm dirûşmeyên wek 
”Bê Serok jiyan nabê” diavêt. Dengekî wekhev, dengekî xurt di hat bihîstin.
Rengekî din; tevlîbuyîna ciwanên enternasîyonalîst bû. Ji Elmanya û Fransa û derên dîn gelek ciwanên enternasîyonalîst beşdarî Kongre bûn. Ciwanên Komînîst ên ji Parîsê tevlî kongreye bibû, axivî û bal kişand ser têkoşîna tevgera azadiyê. Partiya Komînîst wiha got: 
”Tevgera azadî sinordar namîne, xwe wek tevgerek mirovatî îspat kiriye û ciwanên ewrûpayî jî motive kiriye
”.
 Herwiha di Kongre de ji bo pirsên wek: “Rolê ciwanan çiye? Di dema borî de xebatên me çiqas serkeftî bû?” bersiv hatiye ditîn.

Divê em sopdarên Şehîd Tîjda, Çekdar û Lecwan bin


Ji bo her pêvajoyê û her deme divê em wek tevgerekî pêşeng amade bin û nav xwe de yekbuyîn pêsbixin. Bi vî awayî em dikarin her çar parçeyên Kurdistanê li Ewrûpa jî bigihînin hev du. Di Kongre de taybet ser polîtîkayên Ewrûpa û modernîteya kapîtalîst yên nerm û xeter bal hate kişandin. Polîtîkayên modernîteya kapîtalîst cawa ciwantiya me dikuje. Ciwan xwe azad hîz dikin û dikevin rehetbuyînekî pir xeter. Ev yek taybet ji bo jinên ciwan derbasdar e. Di jiyanê de li ser jinên ciwan tepisandinên malbatî û manîpulasiyonên pergala kapîtalîst hene. Lê ji bo ku em wek ciwanên kurd xwe û civakê azad bike divê em felsefe û îdeolojiya Serok Apo fehm bikin. Ev tê wateya ku perwerde divê hîn xurttir be pêk anîn. Îdeolojî çiqas were fehm kirin ewqas jî gelê me bigihîje serkeftine.
Giringiya xurtkirina xebatên ciwanan di Kongre hin zelaltir berbiçav bû û her wekî din azadîya Serokatî hin zêdetir ket rojeva Kongre.

Perspektîfa Ciwanan: Azadiya Serok Azadiya me ye!

Kongre piştî pêşkêşkirina nirxandinek giştî û berfireh derbarê tevahiya rewşê de, bi hilbijartina Meclîsa nû berdevam kir. Delegeyên ciwan rêveberiya nû hilbijartin, ji 40 kesan meclîsa nû û hevberdevk diyar kirin. Pistî hilbijartina Meclîs û hevberdevkê nû, plansazî û biryarên ji bo pêserojê hatin diyarkirin. Komîteya Amadekar a Kongreya 3. a Ciwanên Azad encamnameya Kongreyê paşê bi riya çapemeniya azad eşkere kir. Di encamnameyê de biryarek herî giring wiha ye: Di Navenda hemû xebatên xwe de azadiya Rêber APO esas digre, li ser vê esasê xwe bi awayekî çalak tevlî hemû çalakiyên ji bo azadiya Rêber APO dike û pêşengtî jê re dike.
Kongre bi awayekî serkeftî bi dawî bû, lê enerjiya ciwanan hîn zêde bû. Ciwan derketin derve û demdirêj govend gerand. Di tevahiya Kongre de hêza û coşa ciwanan berbiçav bû. Divê mirov Kongreya 3. a Ciwanên Azad wek ditîna perspektîf ji bo xebatên pêşerojê bibîne. Di Kongre de xebatên salê hatin nirxandin û şaşitiyên ku derketibû holê hatin destnîşankirin, ser vî esasî biryarên nû hatin girtin. Li ser bingehe Kongreya 3’yemîn û encamên ku derketin holê pewîstê em wek endamên Ciwanên Azad xebatên sala pêş gorî rihê pêvajoyê bimeşine û Rêber Apo azad bike.

Facebook Comments