Çima jineolojî ?

Bi taybetî jî eger girêdana heyîna jinê ya bi felsefê re bi awayek kokdar bê çêkirin, ev ê di bisînorkirin û paşvexistina çeloxwariyên zanebûnê û teşeyên zekaya analîtîk ku di roja me de pirr zêde mezin bûye de roleke girîng bilîze.

AKADEMIYA ZANISTA JINÊ – NEWAYA JIN

Jineolojî weke peyv tê wateya zanista jin. Di Kurdî de “Jin”, weke peyv tê wateya jinê. Di Kurdî de ji peyva “Jiyan” ê, afiriye.

Ev peyv li Rojhilata Navîn û di tevahiya zimanên Hînt-Ewrûpî de di wateya jiyan, zindîbûn, dîsa ZÎN an jî ZEN ango JIN’ê de tê bikaranîn. Jin, weke ya ku yekem car weke zayend ketiye ferqa xwe tê qebûlkirin. Ya ku cara yekem her tiştê ku der barê jiyanê de ye pêş xistiye jin e. Ango jiyan, li ser bingeha rêgezên exlaqî û polîtîk li dora jinê hatiye hûnandin. Civakîbûn li ser vê bingehê pêşketiye. Ya ku civaka xwezayî bi nirxên exlaqî û polîtîk ve ava kiriye, jin e. Loma dema tê gotin “jiyan” hema jin, dema tê gotin “jin” jî hema jiyan tê bîra mirov. “JIYAN”, di wateyeke din de jî di bedena jinê de diherike.

Ducanîtî û xwîna mehane (regl), di heman demê de girêdana jinê ya bi jiyanê re û rola wê ya di domandina jiyanê de dideyne holê. Jin, hem di pêşxistina nirxên jiyanî de, hem jî di warê bedenî de bi jiyanê re hatiye wekhevkirin. Ji ber vê sedemê di navbera jin û jiyanê de girêdanên ku qut nabin hene. Di vê hêlê de jin; li hemberî rastiyên jiyanê zêdetir wergirvan e. Di heman demê de li gorî zayenda zilam jî zêdetir berpirsyar e.

Jin, hem weke fizîkî hem jî weke wateyî beşa herî berfireh a xwezaya civakî çêdike. Jixwe wekhevkirina jinê ya bi jiyanê re jî çavkaniya xwe ji vê rastiyê digire. Di vê hêlê de jinolojî ku zanista jinê ye, di heman demê de zanista jiyanê ye jî.

Zanista exlaqî û estetîk, zanista jinê ye

jineoloji-pineJineolojî; bi qasî ku li hemberî ji nû ve pêşxistina girêdana jinê ya bi jiyanê re berpirsyar e, di heman demê de li hemberî azadkirin, xweşikkirin û dayîna jiyandina jiyanê erk û berpirsyariyên dîrokî û rojaneyî yên mezin dikeve ser milê wê. Rastiyên ku wê jinolojî derxin holê, herhal wê ji rastiyên ku teolojî, polîtîkolojî, eskatalojî, pedagolajiyê, bi kinahî ji gelek “lojiyên” der barê sosyolojiyê de kêmtir nebin. Tê zanin ku jin, hem weke fizîkî hem jî weke wateyî beşa herî berfireh a xwezaya civakî çêdike. Lewma ev nikare bê înkarkirin. Wê demê ma wê çima ev beşa herî girîng a civaka xwezayî nebe mijara zanistê? Çima em ê wê nekin mijara zanistê?

Eger sosyolojiya ku heya ji pedagolojiyê (zanista perwerde û terbiyeya zarokan) re hatiye dabeşkirin jineolojî çênekiribe, ev bi rastiya sosyolojiyê ya bi zîhniyeta wê ya nêr ve girêdayî ye. Heya ku xwezaya jinê di tarîtiyê de bimîne, wê xwezaya civakê jî ronî nebe. Ronîbûna civaka xwezayî ya rast û berfireh, bi ronîbûna rasteqîn û berfireh a xwezaya jinê ve gengaz e.

Aşkerekirina dîroka mêtingerkirina jinê, haya mêtingerkirina wê ya aborî, civakî, siyasî û zîhnî wê di eşkerekirina tevahî mijarên din ên dîrokê û heta eşkerekirina bi her alî ya civaka rojane de tevkariyeke mezin çêbike… Zanista exlaqî û estetîk, parçeyek ji zanista jinê ye û jê qut nabe. Wê rasttir be ku zanista aboriyê jî weke parçeyek ji zanista jinê bê pêşxistin.

“Aborî, teşeyeke xebata civakî ya ku jin ji destpêkê û vir ve tê de rola hîmî dilîze ye… Tevgera jinê ya azad, wekhev û demokratîk ku femînîzmê jî digire nava xwe û xwe dispêre ser zanista jinê, eşkereye ku wê di çareseriya pirsgirêkên civakî de rola sereke bilîze.” Weke ku dê ji vê nirxandinê jî bê fêmkirin Rêber Apo weke zanista jinê jineolojî di berfirehiya perspektîfa pradîgmaya nû ya zanista civakî de girtiye dest û wê weke şaxeke Sosyolojiya Azadiyê dihizire. Zanist, çalakiya hizir a ku xwe dispêre ser ceribandinan ku bi awayek rêk û pêk bûyer û diyardeyên di gerdûnê de lêdikole, hest û rawêjan (varsayım) biçûk nabîne û inkar nake ye. Di cewhera xwe de beşeke felsefeyê ya biçûk a ku xwe gihandiye agahiyên ku misoger bûne ye.

Her pêkhatin û bûyerên ku di nava xwe de pêwendiyên bi mantiq û yekbûnên ramanî çêdikin, mijara zanistê ne. Zanist, dibe rêbaza mirov a guhertin, girêdan, bertek-bandora rûbirû ya pirr pêşketî ya di nava gerdûneke pirr zindî de. Rastiyeke ku xwe tenê nespartiye ser aqlê analîtîk, berevajî xwe weke berhema pêşketin û jiyîna civakî û dîrokî ya pirr dirêj pêk aniye. Di vê wateyê de zanist, berhemeke aqlê civakî ya ku xwe digihîne hêza guhertin û veguhertinê ye. Rastiyeke ku piştî zanîn ji amûra îktîdarê re hate veguhertin, ji koka xwe û bitûnîtiya civak-xwezayê hate qutkirin. Darbeya herî mezin a ji zaninê jineolojire, qutkirina wê ya ji zanista exlaqe ye. Lewma ev qutkirin hiştiye ku zanîn ji cewhera xwe ya rastî re biyanî bibe. Zemîna ku herî zêde ev xwe di tê de dide nîşandin û xwe bi awayekî herî eşkere îfade dike jî dibe zanist. Jiber vê zanist dibe qada ku herî zêde zayendperestî xwe li dijî jinê di tê de kûr dike ye. Avahîsaziya zayendperestiya zanistê, tenê bi vederkirina (ötekileştirmek) jinê û ew li derveyî xwe dîtinê re ne bisînor e. Em ji venêrîna zanistê ya ji xwezaya civakî re bigirin heya venêrîna wê ya ji gerdûn, xweza û dîrokê re, di hemû venêrînên wê de zayendperestî bi teşeyên cûda xwe nîşan dide. Di rastiya roja me ya îro de jî derdikeve holê ku vê ne tenê jin; civak, xweza û zilam jî îstîsmar kiriye, ew ji dîrok û xwezaya xwe re daye biyanîkirin û ji her cûreya bikaranînê re vekirîtir hiştiye. Zanistê xwe tam weke xwedayekî zilam ava kiriye. Lewre Zanistên-civakî, civakan li gorî desthilatdariya zilam ava dikin û di vê wateyê de endezyartiya civakê dikin. Zanistê kengî çavkanî û dîroka xwe ji venêrîna pozîtîvîst qut kir, xwe weke ku fermana xwedê ye kir desthilatdar û anî rewşa rastiya ku teqez e û nikare bê nîqaşkirin; hingê xiyanet li çavkaniya xwe ya bingehîn kir. Vaye niha nûnerê xiyaneta ji çavkaniya xwe re ye. Lêbelê jineolojî di wateyekê de dibe zemîneke girîng a ku zanist karibe xwe li ser ji nû ve bigihîne çavkaniya xwe ya cewherî û wateya xwe ya rastî.

Jineolojî qada têgihiştin û zanebûna jinê ye

Weke ku tê zanîn heya roja îro jî di zanistên-civakî de tu disîplîn an jî şaxeke ku bi taybet jinê bike mijara zanistê tune ye; ji bilî jinekolojiyê. Di nava şaxên tibê (tıp) de yek jî ji şaxên herî ciwan, jinekolojî ye. Bi kinasî jinekolojî, di zemîna civakî de qada piştgiriya zanebûna jinê ya herî xwezayî ye û ji ber çand û ezmûnên ku xwe dispêrin ser bi hezaran salan nehatiye navendkirin. Ev qad jî bi temamî di destê jinê de ye. Weke qada pisporbûneke zanista tibê jinekolojî, bi teşeya şaxeke ku girêdayî nexweşî û pirsgirêkên ku di fîzyolojiya zayenda biyolojîk a jinê de heyî ve tê pêşxistin. Di çarçoveya berhemdariya (dogurganlık) jinê de, tenê xebîtîna ku di bedena jinê de xwe dide nîşandan û pirsgirêkên ku bi vê girêdayî ye digire nava xwe. Sedema ku berhemdariya jinê ku xebitîneke xwezayî ye û fonksiyonên di bedena wê de yên bi vê ve girêdayî ye ew qas dikin mijara tibê bêguman ev e; sîstema desthilatdar a zilam hewl dide venêrîna li ser bedena jinê di heman demê de li ser avahiya demografîk a civakê jî pêk bîne û di çarçoveya pêdivî û polîtîkayên sîstema îktîdarperest de vesaz bike. Di bin navê tenduristiya jinê de di destên dewletê û tibê de yekdestdariya venêrîna zayînê, qisir an jî bedena jinê veguherandina makîneya zayînê, di heman demê de berhemeke polîtîkayên sîstema desthilatdar a paqijkirina qewmî û qirkirinê yan jî polîtîkayên neteweperestiyê, dewleta netewe ya nîjadperest-şovenîst e. Di vê çarçoveyê de pêwîst e pirsgirêka zayînê di bingeha pirsgirêka azadiya jinê û civakê de, bi vîn û zanebûna jinê ya cewherî ve were destgirtin. Di roja me ya îro de kansera rehm heya gelek diyardeyên ku weke “nexweşiyên jinê” tên binavkirin, tev çavkaniya xwe ji destlêwerdana bi armanca desthilatdariyê û bi venêrîna zêde ya ji xwezaya jinê re digire. Naxwe berhemdariya jinê, civakî, aborî, çandî, civakî-derûnî ye, ji bo jinê jî wateyeke wê ya ku yekbûna wê ya manewî-maddî heye ye. Ji ber wê jî mirov nikare bes bi xebitîneke fizîkî-biyolojîk ve girê bide. Yek jî rêbaza herî bi bandor a parçekirina yekîtiya civakî, aqil û çanda civakî, weke şaxeke endustriyê tibîkirina zayînbariya jinê ye. Pêwîst e jineolojî di vê qadê de têkoşîneke azadperest û civakî-zanistî ya ku encam û biryarên wê hebin bide meşandin û vê qadê jî bi lêkolîn û vekolînên berfireh ve bigire dest. Çêkirina zarokan ew qas ji exlaq û estetîkê dûrkirin, ji bingehên wê yên felsefî û civakî qutkirin pirr bi xeter e û bi misogerî girêdana wê ya bi sîstema dewletperest-bavik ve heye.

Pêwîst e zanist ji nû ve bê pênasekirin

Ji bilî jinekolojiyê, di zanistên-ckadin-kilim-ormeivakî de, di teoriyên psîkanalîz ên Freudger de jin; tenê weke hêz an jî hebûna zayendî ya hîsterîk û kêm te pênasekirin û weke seriyekî din ê zilamê desthilatdar ku ev zilamê desthilatdar “temam bûye, serwer e û aktîf e” yê ku radestî navxweyî kiriye tê teorîkirin (kurgulama). Psîkolojî ku di tê de zîhniyeta falûs-vajînayê ew qas tê kûrkirin, her wiha mirov di tê de xwezaya xwe ya civakî bi asta herî hovane dadixe ser refleksên bi şert û ajobariya hundirîn û dibe zemîna ku ev di tê de tê “zanistîkirin”, roleke wiha dilîze. Ev herî zêde jî bi modernîteya kapîtalîst ve pêş ket û bi awayekî lez bû popularîte û “otorîteya “ zanistê. Ev rastî jî derdixîne holê ku divê girêdana her duyan ya bi hev re pirr xurt bê çêkirin.

Psîkolojî jî di nav de, di tevahiya şaxên zanistê de jin bireser e û amûra bîrdozî ya ku zemîna rewatiya sîstema bavik diafirîne ye. Pêwîst e bi awayekî berfireh û kûr bê nirxandin ku bi desthilatdariya bîrdozî re li ser vîn, hizir û keda jinê sîstemeke desthilatdariyê ya berfireh bi destê zanistê hate pêşxistin. Di vê wateyê de pêwîst e mirov di her şert û mercî de bi guman nêzî “daneyên zanistî” yên ku der barê jinê de weke zanîna teqez a zanistê tên pêşxistin û lansekirin binihêre, red bike û zanîna di çarçoveya zanista civakî de ya alternatîf esas bigire. Aşkere ye ku ev hem bi teşeya çêbûn û sazîbûna zanistên-civakî ve, hem jî bi avahîsaziya zîhniyeta bavik û desthilatdar-dewletperest ve eleqedar e. Ji eniya jinê ve rexne li zanista civakî ku weke qeleyên pozîtîvîzmê û lîberalîzmê ye kirin û ew nirxandin, dibe xebata herî bingehîn a jineolojiyê. Loma divê di zanistên-civakî de bi felsefe û nêrîna jinê ve pirsgirêka rêbaz û xeta zanîn-îktîdarê bi awayek bi kok bê analîzkirin. Hem di aşkerekirina rûyê rastî yê zanistên-civakî de ku di qutkirina jinê ya ji dîroka xwe de, di bireserkirina civakê ya bi jinê re, di jêbirina hafizaya civakî û zanista cewherî de, di bêvînkirina jin û civakê de û di pêkanîna rewabûna desthilatdariyê de ji rahibên Sumer paşverûtir rol lîstiye, hem jî di avakirina alternatîfên wê de, rola jineolojiyê girîng e. Pêwîst e zanist ji nû ve bê pênasekirin; di rastiya xwe de zanist çi ye, xebitîna wê ya civakî û karaktera zanînê yê civakî çi ye? Divê di wateyeke nû de bê pênasekirin. Di vê çarçoveyê de pêwîst e zanist bi teşeyên wê yên din ên hizir ve û bi girêdaneke diyalektîk ve bê pênasekirin û yekbûna wê bê afirandin. Di vê xalê de ji nû ve destgirtina dîroka jinê, şêwazê wê yê hizir, hebûn û jiyanê pirr girîng e. Pêwîst e xebatên herî berfireh ên zanistî yên jineolojiyê, di qada zanista heyîna jinê û dîroka wê de bê meşandin. Bi taybetî jî eger girêdana heyîna jinê ya bi felsefê re bi awayek kokdar bê çêkirin, ev ê di bisînorkirin û paşvexistina çeloxwariyên zanebûnê û teşeyên zekaya analîtîk ku di roja me de pirr zêde mezin bûye de roleke girîng bilîze.