Civaka dewletparêz a hiyarerşîk û derketina civaka kole

B-01 - 00353

»Divê ez careke din destnîşan bikim ku ciwan hêzeke fizîkî îfade nakin, ew rastiyeke civakê ne. Çawa jintî mijareke fizîkî nîne, rastiyeke civakê ye, ciwantî jî bi heman rengî ye. Yek ji wezîfeyên bingehîn ê ilmên civakî ew e ku divê dakeve çavkaniya van mijaran û rastiyên hatine beropaşkirin û belovajîkirin sererast bike.«

RÊBER APO – ROJACIWAN

Di civaka hiyarerşîk de mijareke din heye divê em bi girîngî li ser rawestin. Ew jî ev e; pîremêrên bi ezmûn û tecrûbe ciwanan bi xwe ve girê didin û li ser wan bi awayekî zordariyê dikin. Di lîteraturê de ji vê rastiyê re dibêjin; jerontokrasî. Tecrûbe mirovê yextiyar û pîr dike xwedî hêz, lê li aliyê din bi pîrbûnê re mirov qels û hejar dibe. Bi van sedeman, pîr mecbûr dimînin ciwanan bixin xizmeta xwe. Ji bo vê yekê bidin kirin jî bi mejiyê ciwanan dilîzin. Hemû tevgera ciwanan dixin bin destê xwe. Civaka bavikanî ji vê rastiyê hêzeke mezin digire. Hêz û bedena wan weke dixwazin bi kar tînin. Ev hewcehîştina ciwanan heta îro jî zêdetir dewam dike. Serdestiya îdeolojî û tecrûbeyê bi hêsanî nayê şikandin. Xwestina ciwanan a azadiyê jî bingehê wê ji vê rastiya dîrokî tê. Ji zanyarên berê heta ilimdarên îro û saziyên wan, agahiyên wek stratejîk û nazik bi nav kirine ji ciwanan vedizîne. Agahiyên didin, zêdetir ji bo tevizandin û hewcehîştina ciwan e. Yan jî dema agahiyê didinê amûran nadinê, wek taktîkekî neguher ê rêveberiyê timî serî lê digerînin. Sîstemên zordarî û polîtîk ên propagandayê, îdeolojî û taktîk ên li ser jinê têne meşandin, hemû ji bo ciwanan jî têne ceribandin. Xwesteka ciwanan a azadiyê, ne ku ji temenê wan tê, ji vê rewşa zordar a civakê tê. Gotinên mîna; xeşîm, beredayî, serxweş û hwd. ji bo piçûkxistina ciwanan hatine bi kar anîn. Naxwe ti têkiliya wê bi rastiyê re nînin. Dîsa ji bo hêza ciwan berê xwe nede sîstemê û nîzama serdest zirarê nebîne, ciwan bi seksê re tê lebikandin, bi dogmayên çor, jiber û hişk ve tê girêdan. Ciwantiyeke ber bi azadiyê ve ketibe rê, zehmete pêşî lê were girtin. Li serê sîsteman bela herî mezin ciwan in. Di tevahiya dîrokê de bi navê perwerdê ciwantî kirine qurban û tiştên ku aqil jê nagire û xeyal nayên kirin, bi sera de anîne. Di pêşketina civaka hîyarerşîk de piştî jinê, vê rewşa ciwanan roleke diyarker lîstiye. Sîstema ku ciwan xistin bin destê xwe heta dawiyê ji xwe piştrast e. Pişt re sîstemên civaka dewletparêz hatin û hemûyan bi heman awayî kirinên xwe li ser ciwanan ferz kirin. Ciwantiyeke mejiyê xwe hatibe tevizandin û şuştin, mumkîne her kar pê bê kirin. Şer jî di navê de, her karê zehmet dikare bike. Li rêza pêş her kar û xebata zehmet pê tê kirin. Bi kurtî; mirov bi pîrbûnê re qels dibe, lê bi tecrûbeyan dibe xwedî hêz. Mirovên pîr bi hêza xwe ya tecrûbeyê qelsiya xwe ya ji pîrbûnê ji holê radike, ji bo vê yekê jî hêza ciwanan dixin xizmeta xwe. Ev rastiya ku xwe di sîstema bavikanî de bi rêkûpêk kiriye heta îro dewam dike.

Divê ez careke din destnîşan bikim ku ciwan hêzeke fizîkî îfade nakin, ew rastiyeke civakê ne. Çawa jintî mijareke fizîkî nîne, rastiyeke civakê ye, ciwantî jî bi heman rengî ye.

Divê ez careke din destnîşan bikim ku ciwan hêzeke fizîkî îfade nakin, ew rastiyeke civakê ne. Çawa jintî mijareke fizîkî nîne, rastiyeke civakê ye, ciwantî jî bi heman rengî ye. Yek ji wezîfeyên bingehîn ê ilmên civakî ew e ku divê dakeve çavkaniya van mijaran û rastiyên hatine beropaşkirin û belovajîkirin sererast bike. Di vê çarçoveyê de divê em li ser mijara zarok û sêlekan jî rawest in. Jixwe sîstemek ku jin û ciwan kirin bin destê xwe, yekser nebe jî wê zarok û gedeyan jî bigire bin kontrola xwe. Pir girîng e ku mirov, helwestên belovajî yên civaka dewletparêz û hiyarerşîk li dijî zarok eşkere bike. Zarok ji ber rewşa dayikê mumkîn nabe li ser hîmên rast perwerdê bibîne, lewra ev yek tevahiya bergî û paşeroja civakî dixe nav derewê û belovajî dike. Ji bo zarokan sîstemeke zordar û derewker a perwerdê tê avakirin. Sîstem, bi pir awayên cihêreng hewl dide ku zarok hê di dergûşê de hewce bike. Gotina; “heft salî çibe, bibe heftê salî jî wê ew be.” (kurmê şîrî heta pîrî) vê rastiyê îfade dike. Himbêza jiyana azad a civaka xweza ji zarokan re timî wek xeyalekê tê hîştin, û destûr nayê dayîn ku zarok ti car van xeyalan bijîn. Yek ji wezîfeyên esîl ew e ku mirov zarokan bi van xeyalên xwezayê bitamijîne.

v-18-05-13-bdp-devrim-yuruyusu13

Pêwîste carek din were destnîşankirin ku serdestiya sîstema bavikanî mecbûriyet nebû. Her wiha derketina vê sîstemê qanûneke xweber a saf jî nîne. Ji ber ku di pêkhatina dewletbûn û dabeşbûna civakê de qonaxa bingehîn teşkîl dike, divê hûrûkûr li ser were rawestîn. Têkiliyên li derdora jin-dayikê saz dibin, ji têkiliyên hêz û otorîteyê wêdetir bi piştgiriyeke organîk pêk tên û ev şêwazê têkiliyê li gorî cewherê civaka xwezayî ne. Ev şêwazê têkiliyan çep û çewt nîne. Rê nade otorîteya dewletê. Ji ber ku têkilî bi awayekî organîk pêk tên, hewceyî bi derew û zordariyê nîne. Ev nuqte eşkere dike ka çima dînê şamanîzmê bi giranî dînê mêran bûye. Wexta mirov ji nêz ve li şamanîzmê dinere, bi hêsanî dibîne ku pîşeyek e, tê de ji aliyê hêzê ve xwenîşandan û xapandineke xurt heye. Ji bo li ser civaka xwezayî ya nişmî, bi qurnazî otorîte were danîn, bi nazenînî hêz û mîtolojî tê amadekirin. Şaman êdî ber bi rahîbbûn û oldarbûnê ve diçe. Têkiliyên bi pêşiyên pîr û bavpîran re dikevin pêvajoya îttîfaqê. Ji bo serdestiyeke tam hewceyî nêçîrvanên xurt in. Koma herî zêde bi hêz û nêçîrvaniya xwe bawer, hêdî hêdî rengê yekemîn saziya eskerî digire. Di destê van sê beşan de her diçe nirx û qabîliyet kom dibin. Dora jin-dayikê bi qurnazî tê valakirin. Nîzama malbatî ya jin-dayikê her ku diçe dikeve bin kontrolê. Jina berê ku li ser mêr xwedî gotin û bi tesîr bû, hêdî hêdî dikeve bin otorîteya nû. Otorîteya herî bi hêz a yekemîn li ser jinê hat avakirin û ev yek tesaduf nîne. Jin hêz û berdevka civaka organîk e. Heta ew li dawiyê neyê hîştin sîstema bavikanî nikare bi ser bikeve. Ji wê jî wêdetir saziya dewletê nayê avakirin. Lewra li dawîhîştina hêza jin-dayikê qonaxeke stratejîk e. Li gorî agahiyên bi dest ketine û mîtolojiya Sumeran; ev pêvajo pir dijwar û çetîn derbas dibe. Di dînên yek xwedayî de fîgûrê jinê Lîlît-Hawa taybetiyên pêvajoyê bi awayekî balkêş nîşan didin. Lîlît jina serî natewîne, Hawa jî jina teslîmbûyî û çîzkirî îfade dike. Jixwe tê îddîakirin ku jin ji parsûyê mêr hatiye afirandin û ev yek jî pîvana hewcebûn û girêdana jinê ya bi mêr ve eşkere dike. Li aliyê din, di şexsê Lîlît de dijûnên wek lanet, pîrasêr, pîrebok, hevala şeytên û bêbextî yên li jinê hatine kirin, şîdeta xwe li hev rakişandina jin û mêr îspat dike. Bawerî, raman û çanda hezar salan eşkere dike. Eger têkçûna jinê ya civakî baş neyê analîzkirin û ji hev neyê derxistin, wê taybetiyên bingehîn ên çanda civaka serdest a mêran jî rast neyên destnîşankirin. Dibe ku li ser damezrandina civaka mêtiyê hîç neyê fikirandin jî, lê heta damezrandina civakî ya mêr neyê fêmkirin, wê saziya dewletê jî neyê analîzkirin û ji hev neyê derxistin. Bi dewletê ve girêdayî, wê çanda “şer” û “îqtîdarê” rast neyên bi navkirin. Em li ser mijarê hûrûkûr radiwestin, ji ber ku pişt re di encama hemû çînîtiyên civakî de kesayet-xwedayên xeternak, her cure sînor, mêtingeh û canstendinên bûne, divê bêne zelalkirin. Eger mirov, bi paradigmaya çavekî pîroz li laneta mirovatiyê -desthilatadariya siyasî, dewlet- binere, wê wextê di zêhniyeta mirovatiyê de wê dij-şoreşa herî qirêj pêk were. Jixwe ya bûye jî ev e, û wek hêmanê pêşketineke mecbûrî hatiye nirxandin -marksîzm jî di navê de- û wisa têgihîştin dij-şoreşeke herî xeter e. Eger dîrok di vê çarçoveyê de li serad û moxila rexnekirinê neyê xistin, her şoreşa were kirin, wê di demeke kin de bibe dij-şoreş û wê nikaribe xwe ji vê yekê xilas bike.

Eger komekê, kuştina heywanan û hemcinsê xwe kiribe şêwazekî jiyanê û vê mecbûr bibîne -ji bilî parastina neçar- wê êdî her cure makîne, amûr û saziyên şer wek xebateke bingehîn bimeşîne. Wek saziya bingehîn dewlet, wexta xwe ji şer re amade bike, wê tîr û kevan, bivir û her cure amûrê şer were vedîtin û pêşxistin.

Pêşî, civaka xwezayî ya cîhana jinê, dûre ya ciwan û zarokan hat hilweşandin. Li ser civakeke nû ya hîyarerşîk bi zordarî û derewê (mîtolojîk) hat avakirin. Bi vê pêvajoyê re di zikhev de dij-şoreşên bingehîn qewimîn. Xweza hat tarûmarkirin û her ku çû mirov li dijî xwezayê rawestiya. Feraziya, bêyî şer û nêçîrê civak nikare bijî, rast nîne. Cureyên heywanan ên bi goşt debara xwe nakin, ji yên bi goşt debara xwe dikin, hezar caran zêdetir in. Pir hindik cureyên heywanan xwe bi goşt xwedî dikin. Wexta mirov hûrûkûr li xwezayê temaşe bike, ji bo debar û jiyanê, pel, pincar û nebatekî dewlemend heye. Heywan encamê pêşketina nebatan e, yanî heywan ji nebatan e. Ev yek li gorî rêzetêkiliya diyalektîk e. Ji ber ku heywanê destpêkê heywanekî din nîne ku bixwe, lewra bi nebatan xwe xwedî kiriye. Mirov dikare goştxwarinê wek ji rê derketinê bibîne. Eger hemû heywanan hevdu bixwarana wê wextê ti cureyê heywanan nediman. Jixwe ev, dijberî rêzika tekamul û beridandinê ye. Di meylên bingehîn ên xwezayê de her tim ji rêderketin dibe. Eger em ji rêderketinê bikin hîmê bingehîn, ev ji bo kîjan cure û cinsî dibe bila bibe, wê ew cure û cinsê qir bibe. Em vê rastiyê bi awayekî balkêş di bi hevremayîna hemcinsan de dibînin. Eger her kes bi hemcinsê xwe re bijî yanî têkiliyeke homoseks deyne, wê xweber dawî li koka mirov bê. Ev îzah û ravekirina kurt jî pir baş, ji rêderketina civakî ya li ser hîmê çanda şer û nêçîrvaniyê, li ber çavan radixîne. Ne tenê ji aliyê maddî ve, çanda kuştinê, ji aliyê manewî ve jî encamên xwe girantir in. Eger komekê, kuştina heywanan û hemcinsê xwe kiribe şêwazekî jiyanê û vê mecbûr bibîne -ji bilî parastina neçar- wê êdî her cure makîne, amûr û saziyên şer wek xebateke bingehîn bimeşîne. Wek saziya bingehîn dewlet, wexta xwe ji şer re amade bike, wê tîr û kevan, bivir û her cure amûrê şer were vedîtin û pêşxistin. Civaka bavikanî ya ku ji civaka dayikanî ya xwezayî derket, di dîrokê de ji rêderketina herî xeter bû û cewherê şêwazê mijokî û kuştinên xeter ên di dîrokê de ye, ku heta roja me ya îro tê. Ev rewş, ne qeder û ne jî mecbûriyet e, tam ji rêderketin e. Dişibe melîkiyeta şer, dîsa dişibe diyalektîka mişk û mar. Ji niha ve, ji teoriyên dewletê re teoriyên “mişk-mar” were gotin, nirxandineke nêzî rastiyê ye. Paşnavê gelek zarokan şêr e, gelek kes xweziya xwe bi şêrbûnê tînin. Ez dipirsim; “ji bo kê bixwe!”

Di van rojan de ez bi agahîgirtineke kêm hîn dibim ku rêze filmên “efendiyê hungulîskê-vegera qiral” deh xelatên Oscarê wergirtine. Bi kurtî di film de hungulîsk îqtîdarê temsîl dike û divê were tinekirin. Tam jî filmekî cîhana faraziye ku Emerîka çêke. Dibe ku maskeya îqtîdarê dikeve û ji niha ve tedbîrên pêşî têne stendin, an jî ji bo hin zêdegaviyên globalîzmê qonaxeke mejî tevizandinê ye. Pêvajoya pêkanîna paradigmayên nû ne, divê amadekariyên wan hebin. Zîrek in. Ji ber ku rûyê rastîn ê îqtîdara klasîk eşkere bibe wê ti hêza xwe nemîne û ew jî vê yekê baş dizanin. Hêzên serdest ên ku cîhanê rêve dibin, wek pêdiviyeke sereke ya xwedabûnê -divê haya wan ji her tiştî hebe, di Quranê de behsa nêzîkbûna xwedê bi mirov re tê kirin û gotina “qasî mûyekî nêzîk e” tê bi karanîn- divê karê xwe bêqusûr bikin, pêş de bixin.