Ciwan gihiştin û Kobanî ji bo meşa mezin kom dibin

KOBANE-MESA-DIREJ-4

Meşa dirêj a ciwanan gihîşt navenda bajarê Kobanê û ji bo meşa girseyî gel berê xwe dide Kaniya Kurdan.

KOBANÊ – ROJACIWAN

Meşa dirêj a ciwanan gihîşt navenda bajarê Kobanê û ji bo meşa girseyî gel berê xwe dide Kaniya Kurdan.

Yekîtiya Ciwanên Rojava û Jinên Ciwan ên Kantona Kobanê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 13`ê sibatê de ji gundê Dadalî ya rojavayê bajarê Kobanê dest bi meşa dirêj kir. Piştî meşa ku bi qasî 25 kîlometreyan bû, îro meşvan gihiştin navenda bajarê Kobanê, da ku tevlî meşa mezin a li Kobanê were lidarxistin bibin.

Ciwanên ku ev sê roj in dimeşiyan gihîştin navenda bajarê Kobanê da ku beşdarî meşa girseyî ya ku TEV-DEM`ê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî organîze kiriye bibin. Ji aliyekî din ve jî şêniyên Kobanê ku îro jiyana xwe ya rojan e ji bo şermezarkirina komploya 15`ê Sibatê rawestandin ber bi qada nexweşxaneya Kobanê ku li Kaniya Kurdan e diherikin, da ku tevlî meşa mezin bibin.

Tê payîn wê meş piştî çend kêliyan destpê bike û ber bi rojavayê bajarê Kobanê ve dewam bike.