Ciwan ji Dadaliyê ber bi Kobanê ve dimeşin

KOBANE-MES-JI-BO-15-SIBATE2

Ciwanên Kobanê ji bo azadiya Ocalan ji gundê Dadaliyê ber bi bajarê Kobanê ve, dimeşin.

KOBANÊ – ROJACIWAN

Ciwanên Kobanê ji bo azadiya Ocalan ji gundê Dadaliyê ber bi bajarê Kobanê ve, dimeşin.

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan, ciwanên Kantona Kobanê ji gundê Dadaliyê yê dikeve rojavayê bajêr ber bi navenda bajêr ve, dimeşin.

Ciwanan gundên Êlecax, Iwêniye, Zerik Telik, Derbazinê û Pêndirê derbas kirin û piştî ku 25 km meşiyan, li gundê Qereqoyê rawestiyan û dê sibe meşa xwe bidomînin.

Ciwanan wêneyên Ocalan û cangoriyên azadiyê, alên TEV-DEM′ê, PYD′ê, YCR′ê hildan û dirûşmeyên ″Bijî serok Apo″ qîr kirin.

Ciwanan anîne ziman ku ew ê ji bo azadiya Ocalan çalakiyên xwe bidomînin.

Tê payîn ku dê ciwan di 15′ê sibatê de bigihêjin navenda bajarê Kobanê û beşdarî meşa ku dê ji aliyê TEV-DEM′ê ve were organîzekirin, bibin.

Facebook Comments