Ciwanên Apoyî yên Rojhilat komployê şermezarkirin

rojhilat-kurdistanda-apocu-genclerden-15-subat-eylemleri47358b1ffb6db15597b8

Roja 15’ê Sibatê tevî hemû astengî û zextên rejîma Îranê jî ciwanên Apoyî yên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên cûr be cûr li gund, bajar û bajarokan lidarxistin. Çalakî li Sine, Hewraman, Kamyaran û Mahabadê hatin lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Li bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê Kamyaran, Sine, Hewreman û Mahabadê ciwanên Apoyî bi belavkirina belovakan di nava bajêr û gundan de komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin.

Ciwanên Apoyî yên Kamyaranê li gundê Şahînî û Palangan û di nava bajêrê Kamyaranê bixwede jî bi armanca şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkhat, çalakî lidarxistin. Ciwanan wêneyên Ocalan li gelek deverên Kamyaranê bi armanca balkişandina ser 15’ê Sibatê daliqandin.

Ciwanên Apoyî di belavokê de wiha dibêjin: “Armanca komployê têkbirina îradeya Kurdê azad bû lê, berxwedana Rêber Apo vê siyasetê bêbandor kir.”

Belavok wiha berdewam dike: “Şoreşa Rojava, berxwedana Kobanî, Şengal û Bakurê Kurdistanê nîşana herkesê da ku êdî dijminên gelê Kurd wê nikaribiin gelê Kurd têk bibin. Ji ber îro gelê Kurd bi zêhniyet û felsefeya Rêber Apo jiyan dikin.”

Ciwanên Apoyî diyar kirin ku ewê destûrê nedin ku dîrok careke din dûbare bike û şahidiya tecrûbeyên bi êş yên weke 15’ê Sibat, Şêx Seîd û Qazî Mihemed bike.

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanên Apoyî ji hemû ciwanan, gelê Kurd û gelên Îranê xwastin ku hemû hêza xwe ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan seferber bikin û hewldanên xwe zêde bikin.

Ciwanên Apoyî yên bajarê Mahabadê jî bi rakirina alên PJAK, KODAR û posterên Ocalan komployê şermezarkirin. Ciwanên Mahabadî bi belavkirina daxuyaniyekî sond û peymana xwe ya bi û dilsoziya xwe ya bi fikir û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re anîn ziman û diyar kirin ku ewê heya azadiya Rêber Ocalan hewldanên xwe berdewam bikin. Di berdewamiya daxuyaniya xwede diyar kirin ku çawa planên dagirkeran li Rojavayê Kurdistanê hate pûçkirin wê li Rojhilat jî bi pêşengiya jin û ciwanan planên dagirkeran were pûç kirin.

Daxuyaniya Ciwanên Apoyî yên bajarê Mahabadê bi van gotinan bi dawî dibe: “Em dilsozî û sonda xwe ya bi şehîdên rêya azadiyê û komara Kurdistanê re nû dikin û bang li herkesê dikin ku di vê pêvajoyê de bi rihekî şoreşgerane têkoşîna xwe bihêz bikin. Ancax em bi vî awayî hêjayî rêhevaltiya bi Rêber Apo re bibin.

Divê rejîma sêdarê û dagirker ya Îranê bizane ku her êrîşeke li dijî gelê Kurd, zîndaniyên siyasî û têkoşerên azadiyê pêk were ewê bê bersiv nemînin û destên dirêjê destkeftiyên gelê Kurd bibe jî wê were şikandin.”

Ciwanên Apoyî yên bajarê Sine û herêma Hewramanê jî çalakiyên nerazîbûnê yên li dijî komploya 15’ê Sibatê lidarxistin. Di çalakiyan de komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û azadî ji Ocalan re hate xwestin.

Tevî hemû qedexe, zext û gefên rejîma Îranê jî gelê Rojhilatê Kurdistanê ji 15’ê Sibata 1999’an heya niha di salvegera komploya navdewletî de çalakiyên cûr be cûr lidardixin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dema girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de serhildan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê çêbûn û gelek welatparêzên Kurd û xwedî rihê netewî ji aliyê rejîma Îranê ve di wan serhildanan de şehîd bûn. Ji wê demê ve Tevgera Apoyî weke bersiveke ji komployê re xwe li Rojhilat rêxistin kiriye û xwedî xebat û têkoşînin. Bi dîl girtina Ocalan re bi sedan ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ji bo tolgirtinê berê xwe dabûn çiyayên Kurdistanê.

Leave a Reply