Ciwanên Başûr: ‘Rêya çareseriya krîzên Başûr Kongreya Neteweyî ye’

interview-basur-ciwan

Ciwanên Başûrê Kurdistanê rêya derketina ji krîzan û valaderxistina gef û êrîşên dewletên dagirker ên Kurdistanê Kongreya Neteweyî dibînin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku êdî destûrê nedin ti alî bazirganiyê bi dengê wan bikin û gotin; “Em weke ciwanên Başûr piştgiriya yekîtiya neteweyî dikin û di vê demê de Kongreya Neteweyî weke rêyeke herî maqul a çareseriyê dibînin.”

DUKAN (BERİTAN ZAGROS – NASYAR MİSTAFA) – ROJACIWAN

Piştî pêkhatina referandûma Başûrê Kurdistanê dewletên dagirker ên Kurdistanê Tirkiye, Îran gefên destwerdaneke eskerî û birçîhiştina gelê Başûr dixwin. Krîza siyasî û aborî ya li Başûr a beriya referandûmê û piştî referandûmê her diçe kûrtir dibe û krîzên nû jî çêdibin. Hêvî û baweriya ciwanên Başûr bi pêkhatina neteweyî heye û dibêjin, tenê Kongreya Neteweyî eger bicive dikare çareserî ji bo Başûr û hemû beşên Kurdistanê biafirîne. Ji derveyî Kongreya Neteweyî hemû hewldanên din weke komploya hêzên dagirker ên Kurdistanê dinirxînin.

‘Divê di demeke herî nêz de Kongreya Neteweyî bê lidarxistin’

Rojnamevan Hawar Faris li ser girîngiya yekîtiya neteweyî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku divê hemû aliyên Kurd girîngî bi pêkhatina kongreya neteweyî bidin û wiha pêde çû: “Di vê dema hesas de divê hemû partî û rêxistinên Kurd girîngî bi pêşxistina yekîtiya neteweyî ya Kurd bidin. Pêwîst e hemû aliyên Kurd hevdu bigirin da ku bikarin di demeke nêz de Kongreya Neteweyî ya Kurd li dar bixin. Di civînên ji bo yekîtiya neteweyî pêkhatin de, carinan yek du partî tevlî nebûn divê ev jî bên beşdarî van xebatên yekîtiya neteweyî bibin.

b3d1e584cd

‘Diviyabû kongre beriya referandûmê pêk hatiba’

Faris her wisa got ku diviyabû kongre beriya referandûmê pêk hatiba û bi berdewamî wiha axivî: “Eger kongre çêbûba em dikarîbûn bigihêjin armanca xwe. Divê niha ciwan zêdetir derkevin pêş û bi rola xwe rabin. Divê ciwan jî êdî di nava siyasetê de xwedî nêrîn bin. Eger nêrînên ciwanan were girtin dikarin rêyên çareseriyê yên hîn baştir peyda bikin. Fikra ciwanan dikare bibe hêza çareseriyê.”

 

‘Dijminên gelê Kurd li dijî me bûne yek’

Ciwanê bi navê Ferman Celal jî îşaret bi hewldanên Tevgera Azadiya Kurd a Apoyî ya ji bo yekîtiya neteweyî kir û got: “Tevgera Apoyî ji salên 1980’an ve banga yekîtiya neteweyî li hemû partî û rêxistinên Kurd dike. Lê, mixabin tevî hemû van hewldanan û herî dawî jî hewldanên KNK’ê jî ev pêk nehat û hinekî jî jêdera xwe ji aliyên Başûrê Kurdistanê digire. Rewşa ku niha li Rojhilata Navîn tê jiyîn Kongreya Neteweyî weke pêwîstiyeke mezin ferz dike. Dijminên me tevî hemû nakokiyên di navbera xwe de jî li ser dijminahiya gelê Kurd bûne yek. Piştî referandûmê Tehran, Enqere û Bexda gef li Başûrê Kurdistanê xwarin. Gefa destwerdaneke eskerî, girtina sînoran û her wisa gefên ekonomîk li herêmê dixwin. Ji lewma ji her demê zêdetir divê niha Kongreya Neteweyî were lidarxistin.”

ec0f33cc0e

‘Divê partiyên Başûr êdî dest ji berjewendiyên xwe yên hizbî berdin’

Celal bang li partiyên Başûrê Kurdistanê jî kir û got: “Divê partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê êdî dest ji berjewendiyên xwe yên hizbî berdin û ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî bixebitin. Banga min li ciwanan ew e ku em tev bi hev re bibin yek da ku bikarin Kongreya Neteweyî li dar bixin.”

‘Ne yekbûn û parçebûna partiyên Kurd pêşî li bidestxistina statûya Kurd digire’

Jina ciwan a bi navê Şenge Rizgar destnîşan kir ku Başûr îro di nava krîzên kûr de dijî û wiha axivî: “Weke jinên ciwan ên Başûrê Kurdistanê piştgiriya pêkhatina Kongreya Neteweyî dikin. Di vê dema ku gelek krîz li Başûrê Kurdistanê tê jiyîn de pêwîstî bi Kongreya Neteweyî heye. Divê hemû partiyên Başûr bi hevparî û hemahengiya hemû beşên din ên Kurdistanê ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî bixebitin. Eger wisa bibe em ê weke gelê Kurd tev bi hev re bikarin van pirsgirêk û aloziyan derbas bikin. Eger heya niha gelê Kurd nekarî bibe xwedî statuyekê û bigihêje armancên xwe jêdera xwe ji parçebûna di navbera partiyên Kurd de digire. Em weke ciwanên Başûr piştgiriya pêkhatina Kongreya Neteweyî dikin.”

4d5ad0b039

‘Komployeke mezin li ser gelê Kurd heye’

Cotyar Hesen Mihemed di têkildarî referandûmê axivî û anî ziman ku komployeke mezin li ser gelê Kurd bi rê ve diçe û bi berdewamî wiha got: “Niha komployeke mezin li dijî gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê heye. Armanca wan pêkanîna Sykes-Pîcot’eke nû ya li ser Kurdistanê ye. Îro ev komplo bi taybet li ser gelê Başûrê Kurdistanê bi rê ve diçe. Di vê çarçoveyê de gelê Başûr jî di derdora rojeveke weke rojeva referandûmê de mijûl dikin. Ev hewldan astengiyeke mezin li pêşiya pêkhatina yekîtiya neteweyî saz dike. Em weke Kurdistan yek beş in. Lê mixabin partiyên Başûr ketin nava rojeva referandûmê. Ev bi xwe erêkirin û rêdayîna Peymana Sykes-Pîcot’eke û berdewamkirina wê peymaneyê ye.

 

f25c105c31

‘PDK ji bo yekîtiya neteweyî pêk neyê roleke nebaş dilîze’

Niha tişta herî girîng a ji bo Başûrê Kurdistanê yekîtiya netewî ye. Hinek partiyên Başûr û bi taybet jî PDK roleke nebaş di pêkneanîna Kongreya Neteweyî de dilîzin. Yek ji sedemên sereke yê pêknehatina Kongreya Neteweyî de PDK heye. Mixabin partiyên din jî bêyî PDK nikarin bi serê xwe helwest raber bikin û biryarên cidî bigirin. Niha dîsa derfetek derketiye holê divê xebatên yekîtiya neteweyî pêk werin û êdî gelê Başûrê Kurdistanê bes ji van partiyan re qebûl bikin ku bazirganiyê bi dengê wan, ruhiyet û xebat û têkoşîna bikin.”

Cotyar Hesen ji gelê Başûr re got, “Divê êdî gelê Başûr li derdora rojeva yekîtiya neteweyî kom bibe.”