Ciwanên Efrînê wê ji bo azadiya Ocalan 3 rojan bimeşin

EFRIN-MES-CEWN-JI-BO-SAROK6

Ciwanên Efrînê jî ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek dan destpê kirin. Meşa ciwanan dê 3 rojan dewam bike.

EFRÎN – ROJACIWAN

Ciwanên Efrînê jî ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek dan destpê kirin. Meşa ciwanan dê 3 rojan dewam bike.

Bi sedan endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR), Ciwanên PYD`ê, Ciwanên Êzidî, Ciwanên Heleb, Ciwanên xebatkarên Saziyên Rêveberiya Xweser, îro ji pêşiya navenda kantona Efrînê ve tevlî meşa dirêj bûn.

Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Ciwanên Rojava, nîşana reş hilgirtibûn, her wiha pankartên bi nivîsên banga azadiya Ocalan dikin vegirtibûn.

Meşa ku YRCji pêşiya navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya li navenda Kantonê dest pê kir û di kolanên sereke yên bajarê Efrînê re ber bi navçeya Şera ve ketin rê.

Ciwanan di nava meşê de komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn, şermezar kirin û durişmeyên banga azadiya Ocalan beriz dikirin.
Tê payîn meşa Ciwanan di roja yekemîn de li navçeya Şera li cem goristana Şehîd Refîq raweste da ku mum û findan li ser gorên Şehîdan bêxin. Paşê di roja duyemîn de meş dîsa ji wir destpê bik û li navçeyên kantonê dewam bike û ji careke din li navenda Kantonê roja 15 sibatê bi dawî bibe. Ciwan wê li vir tevlî xwepêşandana mezin bibin.

Leave a Reply