Ciwanên Minbicê dema lidarxistina yekemîn kongreya xwe diyar kirin

Komîteya Amadekar a Kongreya Ciwanên Minbicê ragihandin ku 26‘ê Çileyê ew ê yekemîn kongreya xwe li dar bixin.

MINBIC – ROJACIWAN

Komîteya Amadekar a Yekemîn Kongreya Meclîsa Ciwanên Minbicê û gundewarên wê têkildarî lidarxistina kongreyê daxuyaniyeke da.

Daxuyanî, ji aliyê Endamê Meclîsa Ciwanên Minbicê û gundewarên wê Elî El-Mensûr ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin “Li ser navê Komîteya Amadekar a Yekemîn Kongreya Meclîsa Ciwanên Minbicê û gundawarên wê, em ê di dîroka 26.1.2018‘an de Yekemîn Kongreya Xwe lidar bixin. Ev kongre di çarçoveya pêşketinên ku li ser astên rêxistinî, bîrdozî û ramyarî de hatin bi destxistin dê pêk were. Li ser vê esasî amadekriyên ji bo lidarxistina kongre têne kirin, dê rêzecivîn ji ciwanên bajarê Minbicê û gundewarên wê re werin lidarxistin, da ku rola wan di pêşxistina civakê re bi wan were danaskirin.

Em banga hevgirtinê li hemû ciwanan Kurd, Ereb, Tirkumen û Çerkes dikin.

Bijî Ciwantiya Azad û Şoreşger” .