Ciwanên Tirkmen: Ocalan felsefeya neteweya demokratîk belav kir

GIRE-SIPI-DAXWUYANIYA-CIWANAN

Ciwanên Tirkmen dane zanîn ku Ocalan tevî rewşa tecrîdê, felsefeya neteweya demokratîk belav kir.

GIRÊ SPÎ – ROJACIWAN

Ciwanên Tirkmen dane zanîn ku Ocalan tevî rewşa tecrîdê, felsefeya neteweya demokratîk belav kir.

Ciwanên Tirkmen ên bajaroka Hemam Tirkmen a dikeve rojhilatê bajarê Girê Spî, bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan, şermezar kirin.

Daxuyaniyê wiha dest pê kir: ″Ocalan tevî rewşa tecrîdê, fikir û felsefeya xwe li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş ava kir, nûnertiya hemû gelên bindest kir û çareseriya aloziya herêmê peyda kir.″

Ciwanan ji rêxistinên mafên mirovan xwestin ku ji bo azadiya Ocalan bixebitin û di dawiya daxuyaniyê de, komploya navneteweyî şermezar kirin.

Leave a Reply