Ciwanên Cizîrê yên sîxûriyê li ser wan ferz dikin, axivîn

DLyLaFzX0AAkJul

Hin ciwanên li Cizîrê sîxuriyê li ser wan ferz dikin, diyar kirin ku hin kesên xwe wekî polîsên di yekîneyên îstixbaratê de xebatkar didin nasîn, aşkera kirine ku ew dê hin madeyên teqemeniyê û çekan temîn bikin, dê bi vana hin kesên li taxê ji bo çalakiyan îqna bikin.

CİZRE-ROJACIWAN

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanê bi navê K.D., S.M. û L.A. û zarokê bi navê N.O., ku nexwestin navê xwe aşkera bikin, aşkera kirin ku hin kesên xwe wekî polîs didin nîşan, sîxûriyê li ser wan ferz dikin. Ciwanan da zanîn ku bi berdêla pere û betalkirina dozên der barê wan de, vê pêşniyarê ji wan re dikin, piştî demek dirêj bi rêya telefonê wan tacîz dikin, bi taybetî xizmên kesên di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dane, hedef digirin.

‘BI HINCETA DOZGERIYÊ AGAHIYÊN MIN GIRTIN’

K.D. aşkera kir ku sîxûrî li ser wî ferz kirine û da zanîn ku berê bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” di girtîgehê de maye, di ketina bajêr de li noqteya lêgerînê polîs bi wî re ketiye têkiliyê û wiha axivî: “Bi hinceta ‘der barê te de biryara girtinê heye’ ez ji maşîneyê peya kirim. Ez birim pişt noqteya lêgerînê. Piştre hin polîsên cilên sivîl li wan bûn û ez wer digikirim ku ev yekîneyên îstixbaratê ne hatin. Min ji polîsan xwest ku belgeya girtinê ya der barê xwe de bibînim, lê gotin ku belge di rê de ye û heta belge bê em sohbet bikin. Bi hinceta dozgeriyê hemû agahiyên min girtin û piştre ez berdam.”

BI BERDÊLA PERE SÎXÛRÎ

K.D. anî ziman ku piştî çend rojan polîsan bi telefonê li wî geriya ne û ev tişt got: “Xwestin em hev bibînin. Li ser telefonê otoparkek terîf kirin. Di hundurê otoparkê de xwestin ez li maşîneya bi marqeya Hilux sîwar bim. Dema ez lê sîwar bûm, ew jî bi maşîneyeke din hatin û li wê maşînê sîwar bûn. Şibekeyên maşînê bi banda reş girtî bû. Ew kesên cilên sivîl li wan bûn û gotin ku ew xebatkarên îstixbaratê ne, ez birim Miduryeta Şaxa Qaçaxçiyan. Bi berdêla pere sîxûrî li ser min ferz kirin. Diyar kirin ku ew dozên minên dewam dikin, dê bixin. Min qebûl nekir.”

K.D. destnîşan kir ku piştre kesên hatine gel wî wêneyên wî kişandine û wiha pê de çû: “Vê carê xwestin bi delîlên sexte min binçav bikin. Bi rêya parvekirina wêneyên li ser medyaya civakî, xwestin şantajê bikin. Lê min dîsa qebûl nekir. Piştre bi maşîneyeke sivîl a cuda ez dîsa danîm heman otoparkê.”

‘HIN KESÊN LI TAXÊ JI BO ÇALAKIYAN ÎQNA BIKE’

S.M. jî piştrast kir ku li heman noqteyê dest danîne ser telefona wî û yekîneyên taybet ew ji wir girtine, da zanîn ku polîsan agahiyên di rehbera wî de jî desteserkirine. S.M. derbirî ku polîsan agahiyên hevalên wî yên di medyaya civakî de jî xwestine, gelek caran bi telefonê li wî geriya ne û ev agahî da: “Me carekî bi polîsên cilên sivîl li ser wan bûn re li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hev dît. Xwestin ez hin kesên li taxa xwe bişopînim. Gotin ku em ê ji bo te hin madeyên teqemeniyê û çekan temîn bikin û divê ez hin kesan ji bo çalakiyê îqna bikim. Gotin ku ‘Tu wan bi mezemeyan bîne cihê çalakiyê, tev li tiştekî nebe. Em ê hel bikin.’ Lê min qebûl nekir.”

‘WEXTA BÊJİN ÇEK WERÎNE, TÊ WERÎNE’

Ciwanê bi navê L.A. jî anî ziman ku kesekî navê xwe wekî “Şeyhmus” daye nasîn, ew şopandiye û tiştên bi serê wî de derbas bûne wiha vegot: “Polîs hin kesên ku wekî milîsê PKK’ê bi min da nasîn, xwest ez bi wan re bikevim diyalogê. Got ku ‘Ew ji te bixwzin ku tu çekan bînî bajêr qebûl bike. Em ê wê rojê bê pirsgirêk te ji noqteyê derbas bikin. Baweriya wan bigire. Lê her dem çûyîn û hatina agahiyan jî hîn be. Heta tev li çalakiyan jî bibe; lê bila agahiya me hebe.'”

‘PIŞTÎ MIN SÎXÛRÎ QEBÛL KIR EZ BERDAM’

Zarokê bi navê N.O. jî anî ziman ku polîs her dem bi telefonê wî tacîz dikin. Li ser vê bi malbata xwe re hevdîtinê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî malbata min bi dozger re hevdîtin pêk anî, dest ji min berdan. Dema min hişbir dikişand, polîsan ez girtim û piştî min sîxûrî qebûl kir wan ez berdam. Min demekî agahî da wan. Bi berdêla pere min hin agahî da wan. Lê piştî malbata min bihîst, serî li emyet û dozgeriyê dan. Ew polîsên ku her dem li min digeriyan, di carekê de hejmara wan hat girtin. Êdî bi ser min de nayên.”