DAIŞ`ê têk çû, girtiyên wan rastiyan eşkere dikin-3

UCLU

DAIŞ têkçû û çeteyên DAIŞ`ê yên ku di nava sivîlan de ji Reqayê derketibûn û xwe radestî QSD`ê kiribûn, rastiyan eşkere dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJACIWAN

Bi propoganda çeteyan hatin xapandin!

Çeteyên ku tevlî DAIŞ`ê bûne bi çi awayî ew naskirin û rastiya DAIŞ`ê çi ye? Çeteyên ku ajansa ANHA bi wan re hevpeyvîn kiriye, di vî beşî de bersiva van pirsan bidin.

Nasnameya wan:

Çeteyên bi navê Nûredîn Afirnedan (Mihemed Ezmîr) sala 1979`an li bajarê Kuala Lumpur ê Malezya ji dayîk bûye.

Berî ku tevlî DAIŞ`ê bibe zewiciye û piştî ku tevlî dibe ew jî mîna çeteyên dîtir bi jinên wî welatî re ango Reqayê dizewicê.

Çeteyê bi navê Qabilan Iibzayif (Xalid El-Daxistanî) ji bajarê Daxistan ê Rûsiya ye. Ew jî berî ku tevlî DAIŞ`ê bibe zewiciye û piştî tevlî wan dibe bi jineke ji Helebê ya dizewicê. Qaliban anî ziman ku ew bi jina ji Helebê re zewiciye ji bo wê ji xwe re bide bikaranîn û bireve.

Her wiha çeteyên bi navê Ruslan Şawxalof (Ebû Mihemed El-Şîşanî) fakulteya hiqûq bi dawî kiriye. Ew bi malbata xwe re (hevjîn û 4 zarok) re derbasî Sûriyê dibe.

ÇAWA TEVLÎ DAIŞÊ DIBIN

MIHMED-WZMIRDAIŞ’E NASIL KATILIYORLAR?

Nuredin Afirnedan: Bi riya internêtê û dezgehên raghandine yên DAIŞ`ê min ew naskirin û berê xwe da Sûriyê. Bi gurûpeke ji Kolombiyeyê ji Rûsya hatim Stenbulê (bajarê Tirkiyê) û ji wir derbasî bajarê Hatayê (bajarê Tirkiyê) bûm. Di bajarê Hateyê re derbasî bajarê Idlibê yê Sûriyê bûm.

Lİ STANBOLÊ KÎ DIBÎNE?

“Cara duyemîn, li Stenbolê ez bi gurûpeke bi aslê xwe ji Tirkistanê û herêmên dîtir bûn kom bûm. Yê DAIŞ`î jî bi navê Ebû Ibrahîm dihat naskirin. Wî em derbasî bajarê Entabê derbasî bajarê Cerablusê kirin.”

Qabilan Iibzayif: Min karê bazirganiyê dikir, ji Tirkiiyê cilûber dikrîn û dibirin Daxistanê difrotin. Dema ku ez dihatim Stenbulê min cil digirtin min li wêderê kesekî ji Daxistanê yê bi navê Ebû Bekir Daxistanî naskir û wî di kirîna cilan ji Stenbulê bi min re dibû alîkar.

Rojekê ji min xwest ku ez du çente bibim sînorê Sûriyê. Di wan her du çenteyan de dûrbînên çeka Qenasê hebûn. Min alîkariya wî kir ji ber ew dûrbîn gelekî bihabûn bi 53 hezar dolarî bûn. Min ew dûrbîn birin sînorê Sûriyê û li Girê Spî radestî kesekî bi navê Ebû Bekir Tirkî kir. Ebû Bekir Daxistanî ji min xwest ku ez bi wan her du çenteyan re derbasî Reqayê bibim.

NEMA DESTÛR DIDIN KU VEGERE

Piştî ku min her du çente rasdestî wan kirin, êdî ez ê vegriyabame Tirkiyê. Destûr nedan; ji min re gotin:ʺ Eger kî ji erdê Islamê derbikeve tê kuştinʺ. Min gelek caran hewlda ku ez birevim ez girtim û du mehan xistin zîndanê.”QABILAN-LIBZAYIF

Ruslan Şawxalof: Min bi riya internêtê û dîmenên ku DAIŞ`ê li ser rewşa Sûriyê di dezgehên xwe de belav dikirin, bandor bûm. Min ji wan re name rêkir û xwest ku serdana wan bikim. Numereya Ebû Bekir El-Daxistanî dan min. El-Daxistanî ji min re got:ʺEm ê li Tirkiyê hevdû bibîninʺ. Ji min xwest ku ez pasteporta xwe çêbikim û derbasî Tirkiyê bibim. Dema ku ez gihîştim balafirgeha Ataturk El-Daxistanî bi min re axivî û agahî da min ew nikare min bibîne û navê çeteyekî bi navê Osman El-Qerxêzî dihat naskirin da min. Wî çeteyî ez birim Entabê.

ÇETEBI GIŞTÎ DÎLOKÊ KOM DIBIN

Ez dema gihîştim Gazî Entab (Dîlok bakurê Kurdistanê) ez birim malekê hejmareke mezin ji muhaciran li wê malê bûn. Her yek ji dewletekê bû û ew rêdikirin Sûriyê. Gurûpa me jî piştî 3 rojan birin sînorê Sûriyê. Piştî me sînor qutkir em derbasî gundekî nêzî bajarê Cerablusê bûn û ji wî gundî derbasî bajarê Cerablusê bûn.

MUHACIR LI BALAFIRGEHA ATATURK KOM DIBIN

Çeteyê bi navê Qeblan anî ziman ku Muhacir li balafirgeha Stenbulê kom dibûn û Ebû Bekir El-Daxistanî ew pêşwazî dikirn. Li stenbolê ji wan re mal girtibû û ew rêdikirin sînorê Sûriyê. Ebû Tirkî jî ew ji sînorê Sûriyê derbasî herêma Reqayê dikirin.

Qeblan diyar kir ku wî dixwest vegere welatê xwe lê tirsa wî ji çeteyên DAIŞ`ê hebû û wiha got:ʺ Dema ez ji çeteyên DAIŞ`ê reviyan carekê hatim girtin. Ez dewreyên perwerde yên şereî re derbas kirin ji wir jî derbasî karê temîrkirina erebe û kirîna alavên temîrkiriya erebeyan bûm.

RISLAN-SALXALUFÇI BI RUSLAN RE DERBAS DIBE?

Ruslan meha remedanê sala 2014`an derbasî bajarê Reqayê dibe. Çeteyên DAIŞ`ê hevjîn û zarokên wî dibin navendeke xwe bi cî dikin û wî jî derbasî perwerde dikin. Di perwerde de waneyên leşkerî û li ser şerîetê perwerde dibîne. Hejmara kesên bi Ruslan re di perwerde de 150 kese. Ew li Reqayê di jêrzemîneke dibistanekê de perwerde dibînin. Ciyê perwerdeya wan nêzî kolana tirênê ye û kampa ku perwerdeya leşkerî lê didan wan li bendava Reşîd bû.

Çeteyê bi navê Nûredîn Afirnedan li kampa El-Farûq a nêzî bendava Azadiyê (El-Baas) a bajarê Tebqayê dibîne. Ew 5 rojan li ser waneyên şeriyetê perwerde dibînin. Piştre wî derbasî Iraqê dikin û li wêdere li ser cureyên çekên sivik û giran perwerde dibîne.

Nûrdîn ji serçeteyên xwe dixwaze ku ji Iraqê derbikeve û li kesên ji Malezya bigere. Nûredîn dibêje piştî ev yek ji serçeteyan re gotiye ew girtine û wî rêdikin bajarê Reqayê.

RADESTÎ QSDÊ DIBIN

Nûredîn ji balafirên şer û ji mirine ditirse û xwe radestî şervanên QSD`ê dike. Qeblan jî dema ku şer li Reqayê dijwar dibe direve, xwe dixe nav sivîlên ji Reqayê derdiketin û bi wan re ji Reqayê direve. Li herêma Cezrat li ser bendekî kontrolê xwe radestî şervanên QSD`ê dike.

Her wiha Ruslan Şawxalof jî piştî ku ji Reqayê derdikeve xwe radestî şervanên QSD`ê dike.

SIBE: Rêyen derbasbuna çeteyan li Sûriyê: Stenbol-Entab

KAYNAK:ANHA