Dengê parastina çanda Kurd: Koma Kevana Zêrîn

Ji bo ku çanda Kurdî bê parastin, komên awazê ya ciwanên ji Rojava bi awazên kevnar yên Kurdan tevlî mehrîcana Orkêş bûne. Yek ji wan koman Koma Kevana Zêrîn e

QAMIŞLO – ROJACIWAN

Ji bo ku çanda Kurdî bê parastin Koma Kevana Zêrîn û 38 komên mûzîkê yên din tevlî ‘Yekemîn Mehrîcana Orkêş a Muzîk û Stranên Gelan’ bûne. Di wan koman de ne tenê ciwanên Kurd cîh digirin. Ji gelek netewên din jî ciwan tevlî koman bûn. Grûbekî ya ku ji jinên ciwan pêk tê bi taybetî bala temaşevanan dikşîne: Koma Kevana Zêrîn.
7 jinên ciwan di Koma Kevana Zêrîn a girêdayî Tevgera Çand û Huner a Demokratîk de cîh digirin. Koma Kevana Zêrîn bi endamên ji Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Dirbêsiyê Amûde û Tirbespiyê berî salekî hate îlan kirin.

Di nava vê komê de endama herî biçûk 16 salî û ya herî mezin jî 20 salî ye. Endamên komê enstrûmenrt jî bi kar tînin. Jinên ciwan bi taybetî tînin ziman ku bi Koma Kevana Zêrîn reng û hêza jinê diyar dibe. Li gorî jinên ciwan pêwîste jinên Kurd çanda xwe biparêzin.