Kevnargeha Berxwedana Kobanê

Kobane museum

Di dimenên bloga “Lower Class Magazine“ de “kevnargeha ya berxwedanê“ tê nîşan kirin. Berpirsyarê “Kevnargeha berxwedanê“ Heval Rênas derheqê şerê ku Kobanê hatiye meşandin de û derheqê kevnargeha berxwedanê jî agahî parvedike.

KOBANÊ – ROJACIWAN

1’ê Mijdar roja Kobanê ya cîhanê ye. Kobanê xwe bi berxwedana xwe ya leheng da nasîn û wiha cihê xwe di dîroka mirovahiyê de girt. Kobanê ber bi ketinê bû. DAIŞ bi alîkariya dewleta faşist a Tirkiye ve şerekî dijwar da meşandin. Lê berxwedana Kobanê îspat kir ku serkeftin bi bawerî, bi îradeyekî xurt, bi hêviyên mezin û hêqîqetê ve pêk tê. Bi vî rengî şervanên YPG û YPJ bi biryardabûyîneke bê hempa, Kobanê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Di 26’ê meha Çilê de rizgarbûyîna Kobanê hat îlan kirin. Pir heval jiyanê xwe ji dest dan, lê Kobanê bûye sêmbola serkeftinê û bexwedanê. Bi vê serkeftinê ve bersiva herî xurt hemberî DAIŞ’ê û hemû dewletên hevkar hate dayin.

Ji xeynî şehadeta hevalan, wendabuyînên maddî yên bajarê jî ne kêm bûn. Sedî heştê ya bajarê hatibû ruxandin. Bi hezaran gelê Kobanê koçber bû. Piştî serkeftinê ji bo nû ve avakirina Kobanê pir kes vegeriyan axa xwe. Lê ji ber wateya dîrokî ya Kobanê beşeke bajêr ne hatiye avakirin. Ev beş jî weke Kevnargeha Berxwedanê bimîne. Bi vî awayî tê xwastin ku berxwedana Kobanê tim zindî bimîne û li ber çavan be.