Derbarê PKK’ê de hin nirxandin

Haki Karer

„Min li ku bineriya rezîlî û bêşerefiyê xwe dida hiskirin. Mîna ku her tişt li îxanetê hatibe qewimandin. Çiya-deşt, gund-bajar, dîrok-îro, ferd-civak, dewlet-welatî, jin-mêr, zarok-dêûbav, rê-rêwî bi kurtî her dualîte bi awayekî kor û xayînane dinerî. Ji sedî sed diviyabû hin tişt bihata kirin. Belkî jî partiyê maneyek bidiya van dualîteyan wê karîbûya wan bixe rêya çareseriyê. Partiya hatibû avakirin di maneyeke teng de nebû û ji partiyê wêdetir şêwazekî nû yê jiyanê bû.“

RÊBER APO – ROJACIWAN

Min hewl da, ez pêşnûmeyeke xulase û cewherî ya dîroka PKKê pêşkêş bikim. Hin nirxandin dibe ku mirov pir bidin hînkir in. Min berê vegotineke weha bi kar anîbû; “Ya tê çareserkirin ne kêlî dîrok e, ne kes civak e.” Em wexta vê vegotinê li PKKê bipîvin wê hînê baştir were fêmkirin. Bi PKKê hem dîroka Kurd, hem jî civaka wî hat çareserkirin. Ev çi bi aliyên xwe yên erênî, çi jî bi yên neyînî welê ye. Hema tenê em bizanibin rast bixwînin û dersên baş bigirin.

PKKyîbûyîn mîladeke hemdem – hilatina Kurd – a Kurd e, min ti car ji vê yekê guman nekir. Lê min ti car texmîn nekiribû ku ferdên wek Kurd têne bi navkirin ji aliyekî ve zêde bi nakok, bêmane û qelsin bin, ji aliyê din ve jî zêde dûz û pirxet, fedekar û egîd bin. Min li ser kesayetiyê gelek analîz kirin, lê hînê jî ez nikarim bibêjim; min xwe gîhand Kurd û ew çareser kir. Ji ber ku ew ji xwe pir dûr hatiye xistin. Her çend bi şekil Kurdewarî xuya bike jî di cewherê xwe de bûye yê din. Li sînorên îxaneta xwe hayil jî nîne. Li ser wî ne qanûnên însanan, ne jî yê heywanan dimeşin. Mîna ku cureyê afirîneran ê sêyemîn be.

Di PKKyîbûyînê de rola bingehîn a min dixwest ez bilîzim, eşkere di warê zêhniyetê de bû. Lê belê ez wek ferd û wek çavkaniya jê hatibûm Kurd û civaka Kurd bi teoriyên heyîn çareser nedibû û her çend ji bo vê yekê min xwe pir ceriband jî min nikarîbû ji kêmasî û çewtiyan xilas bibim. Hînê di gavavêtina sala 1975 de min bi M. Xeyrî Dûrmûş re bi bangewaziyeke Zerduştwarî li ser emperyalîzm û mêtingeriyê dest bi beyankirina fikrên pêşnûmeyekê kir. Ew pêşnûmeya ku ez texmîn dikim hîn di dest de heye, ji girîngiya xwe hînê tiştek wenda nekiriye û welê radiweste. Niha jî weke ku heye mirov dikare bi kar bîne. Pêşnûmeyeke baş bû, ji fikrên mora xwe li şoreşgeriya demê xistibû pêk dihat; dikarîbû di şerê zêhniyetê yê Şoreşgerên Kurdistanê de alîkariyeke ciddî bike. Gerê min ên di çarçoveya vê pêşnûmeyê de balkêş bûn. Di Adara sala 1976 de min bi axaftina xwe ya li civîna Odeya Mîmarên Enqerê start da. Paşê min gera xwe bi Agirî, Bazîd, Qers-Dîgor, Dêrsim, Çewlik, Elezîz, Amed, Ûrfa, Dîlokê dewam kiribû û careke din min di meha Gulanê de li Enqerê bi dawî kiribû. Meşa min di 15 Gulanê de bi dawî bûbû û wek bersiva vê meşa min Hakî Karer di 18 Gulanê de ji aliyê komeke gumanbar bi navê ‘Stêrka Sor’ bi komploya Alaattîn Kapan hat şehîd xistin. Şehadeta Hakî Karer mîna aveke sar bi serê me de hatibû xwarê. Ev bûyerek welê bû rêveçûna dîrokê diguhert. Heye ku têkiliya koma gumanbar bi PDKê re jî, bi bermahiyên hin komên Tirkan û hin komên li ser navê dewletê radibûn re jî hebe. Ji lewra şerê me yê zêhniyetê pir bi lez berê xwe da komeke hedefên tevlîhev. Şerê me yê zêhniyetê pir zû ket wê xeterê ku bibe amûrê şerê maddî.

Dem li 1’ê Gulana Stenbolê ya li Mîtînga Karkeran a tê de bi komployekê 37 welatî hatin kuştin û sûîqesta li dijî Bulend Ecewîtî rast dihat. Di wê demê de dîmenekî xirab ê şerê navxweyî li Tirkiyê xuya dikir. Di wan şert û mercan de em gihîştin biryarê ku kom bi lez partîbûyînê pêk bîne. Wek erk û wezîfeyeke dilsoziyê bi bîranîna Hakî Karer re min di Payîza heman salê de li Dîlokê Pêşnûmeya Bernameyê amade kir. Ez car din vegeriyam Enqerê û dîsa ji wir bi zewaca seyr re di serê Havîna sala 1978 de bi balafirê firiyam Amedê. Rastir e ku mirov vê zewacê wek zêhniyeteke mezin, şerekî polîtîk û hisî binirxîne. Kesayetiya Kesîre ya Elewî, Kurd û dewletbûyînê, şerê zêhniyetê yê ketibûm navê têra xwe sor dikir û tev dida. Wexta weke jin ket nav komê diviyabû pê gav bida avêtin û bi xwe re bida meşandin. Mîna aveke kûr û sekan bû, her ku ez pê de çûm min bandora wê ya bixeniqîne his kir. Du tiştê bihata kirin hebûn; yan ez bi tevahî jê dûr biketama, yan jî minê ew ji bandora wê ya xeniqandinê bikara. Dûrkirina wê ya ji komê rêyeke erzan bû û dihat maneya çîzkirin û teslîmbûyînê. Min zewac ji aliyekî ve ji bo selameta komê jê re pêşniyar kiribû û ji aliyê din ve jî min rast hewce pê dîtibû ku ya esas divê bi min re bikeve nav hesabdan û girtinê. Eşkere, ev têkiliyeke siyasî, hisî û zêhnî bû. Eger bûbûya sosyalîst gelek baş bû, îhtîmalek jî hebû wezîfedara dewletê derketa, wê wextê dor dora mejî bû û wê bihata dîtin kî kê bi kar tîne. Di vê mijarê de bi sînor be jî ez ji xwe piştrast bûm. Lê her çend şeklen be jî xurûr û heysiyeta min ranedikir ez jineke Kurd ji dewletê bihesibînim. Eger bûbûya jî min dikarîbû li ser jinekê bi dewletê re têkoşîn bida meşandin. Belkî vê têkoşînê her du alî nebirana şerekî giran, bibirana lihevkirin û aştiyê jî. Wisa hinek pêjna pêhesînê min hebûn.

Mijara elewîtiyê jî min bi sedema kevneşopiya xwe ya sunnîtiyê pir ciddî nedidît û yek ji sedemên sorkirin û tehrîkê nirxand. Ez difikirîm ku ezê bi vê rê alîkariya bihevrebûna Kurdên Sunnî û Elewî bikim. Di serhildana Dêrsimê de malbata wê di nav refên Kemalîstan de cih girtibû û hînê jî bi kevneşopên wê CHPiyên sosyal demokrat re dimeşiyan, min ev yek jî wek firsendekê dît. Sosyal demokratî dikarîbû bûbûya deriyekî li aştî û lihevkirinê vebibûya. Lê wê pişt re bihata fêmkirin ku sosyal demokratiya CHPê çawa cîlayeke dewletê ye, sosyal demokratî û çepgiriya Kesîre jî cîla heman karekterê bi der dida. Di vî şerê mezin ê zêhniyetê yê deh salan de bi Kurdîtî, Elewîtî û dewletparêziya çepgir a jinikê re lihev nehat kirin. Min helwesta rêxistinê ji bo kuştina wê rast nedît. Çi seyr e, bi alîkariya îstixbarata Yewnanistanê hat revandin ku heman îstîxbaratê bi awayekî rezîlane di revandina min de jî cih girt. Ji vê bûyera di sala 1987 de qewimî pêve, careke din xuya nekir.

Hin kesên rezîl ên di nava rêxistinê û li derveyî rêxistinê de ji ber vê têkiliyê bêbextiyên mezin li şexsê min kirin, guman û fesadî derbarê min de belav kirin. Ya rastîn, di jiyana min de vê têkiliyê sebir û hewldaneke awarte dixwest, belkî jî ji bo mirovê Kurd ê azad, nemaze di rengwergirtina jina azad de ev şerekî mezin ê zêhniyetê, şerekî azadî, welatparêzî û şerê evînê bû.

Pirsek divê were kirin ev e, gelo çiqas rast e mirov şerên zêhniyetê bi van sorkirin û tehrîkên polîtîk û heta şîdetê ve bike. Di xwezaya siyaseta tehekumkar de cihê pirsên bi vî rengî nînin. Nexweşiya siyasî ya bi vî rengî xuya bû me jî hêdî hêdî jê vedigirt û em bi şewba wê diketin.

BW-Serxwebun-ilk-sayisi-3Duyemîn pêngava min a mezin a zêhniyetê, nirxandina min a bi navê ‘Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê’ bû. Min ev nirxandin bi xwe, bi destnivîskî di Tîrmeha sala 1978 de li Amedê kir. Ji bo hin tiştan rohnî bike û belkî jî seyr be divê ez bibêjim ku ev nirxandin di nav şerê belaya ‘zewacê’ de hat nivîsandin. Tê gotin, di wê demê de Mehmed Xêyrî Dûrmûş û Cemîl Bayik (hevalekî din jî dibe ku Kemal Pîr be) têne mala ez lê dimînim û wexta têkiliya me ya heyî dibînin pir hêrs dibin û dibêjin; “Ev jin çawa dikare bi serokê – ev sifet hînê hêdî hêdî çêdibe – me re welê bide û bistîne? Werin, bêyî haya vî hevalî jê hebe em wê wenda bikin û heval ji vê belayê xilas bikin.” Kemal Pîr ku her tim meznahiya xwe dizanîbû, li hemberî vê helwestê jî têra xwe têgihîştiye. Dibêje; “Xuya ye tiştekî heval dizane heye, em tevlî vê rewşê nebin.” Lê wexta li zindana Amedê di rojiya mirinê de ye, weke wesiyetekê dibêje; “Divê partî di vî warî de pir bi dîqet be û ji bîr neke.” Manîfesto ya damezrandina partiyê ye ku îlankirina wê tê fikirîn. Rojnameya bi navê ‘Serxwebûnê’ ku weşandina wê hatibû plankirin, manînfesto wek yekemîn hejmara xwe belav kir. Em dema ji bo manîfestoyê vedigerin li pişt xwe dinerin, em dibînin lûtkeya civînên sala 1973, dîrektîfên 1975 û axaftinên 1977an e, û şêweyekî wan ê herî bi serhevhatî ne. Eşkere Manîfestoya Komînîst bi bîr dixîne. Ji naveroka wê diyar e, ne tenê gelê Kurd, hewl dide bang li hemû civakên Rojhilata Navîn bike. Naverok û uslûba wê ji netewparêztiyê wêdetir nêzî azadiya civakî ye. Netewîtiyeke bêyî azadî nayê qebûlkirin û azadiyeke rengê wê yê netewî jî nebe nayê fikirîn. Bi leza ji manîfestoyê dihat wergirtin êdî partîbûyîn şert bû. Tenê hin mijarên teknîkî mîna nav û wê bi kê dest pê bike hebûn ku ew jî ewqas girîng nebûn.
Li gorî wê demê avakirina partiyê bûbû meseleyek şerefê û heysiyetê. Li naverastê derfet û îmkanên yekser bibin bersiv nebûn. Lê di her gavavêtinê de bêşerefiyeke mezin li her deverê diyar dibû. Min li ku bineriya rezîlî û bêşerefiyê xwe dida hiskirin. Mîna ku her tişt li îxanetê hatibe qewimandin. Çiya-deşt, gund-bajar, dîrok-îro, ferd-civak, dewlet-welatî, jin-mêr, zarok-dêûbav, rê-rêwî bi kurtî her dualîte bi awayekî kor û xayînane dinerî. Ji sedî sed diviyabû hin tişt bihata kirin. Belkî jî partiyê maneyek bidiya van dualîteyan wê karîbûya wan bixe rêya çareseriyê. Partiya hatibû avakirin di maneyeke teng de nebû û ji partiyê wêdetir şêwazekî nû yê jiyanê bû. Veguherîna nasnameyê dihat ferzkirin. Bi dîrok û welat re, bi hemdemiyê re lihevnekirin bi ti sedeman rave nedibû. Sedem û qelsiyên me çi dibûn bila bûbûna destwerdana li rewşa heyî şert bû. Di vê rewşê de partîbûyîn mîna çalakiyeke întîharî bû. Lê ev întîharek bi zanebûn a ferd nebû, ji bo jiyaneke bi şeref a bi qasî serê derziyê li dijî civakê nerazîbûn bû ku êdî jiyan tê de nedibû, ji lewra mîna çalakiyeke xilaskirina namûsê bû. Şêwazê partîbûyîna me bi awayekî xweser şêweyekî din ê çalakiya xilaskirina namûsê bû. Pir zehmet e, mirov vê çalakiyê bi berjewendiyên çînî û netewî, etnîk, dînî û malbatî yên diketin rojevê rave bike. Hêmana bingehîn ew bû ku hin mirovên ji gel bi zor û zehmetî xwe perwerde kiribûn û ev çalakiya wan bû, bawer dikim îzahek bi vî rengî hînê nêzî rastiyê ye. Eger mirov bişibîne Narodnîkên Rûsan ên di dîrokê de wê hînê baştir were fêmkirin. Em wexta li bandora wê dinerin, em dikarin bibêjin rola partiyê lîstiye. Ji bûyeran diyare bersiva pêdiviya bi şerefê û giştî daye.

Ji Parêznameya ‘‘Parastina Gelekî’’