Nasnameyên gerîlayên li Dersimê şehîd bûn hatin eşkerekirin

20171114-gerilla634e51-image

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameyên 7 gerîlayên li Dersimê roja 1’ê Mijdarê di şer de şehîd bûn eşkere kir.

BEHDÎNAN – ROJACIWAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya înternetê weşand û nasnameyên 7 gerîlayên 1’ê Mijdarê li Dersimê şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

“Artêşa TC a faşîst, di şerê li Kurdistanê de her roj derban ji hêzên me yên gerîla dixwe û ji bo van derbên xwarî ji raya giştî ya Tirkiyeyê veşêre, xwe serketî nîşan dide. Di her operasyon û şer de hêzên me yên gerîla bi xurtî li ber xwe didin û li gelek cihan dikin ku dijmin gelek kuştiyan bide. Li hin cihan şehîdên me rû bidin jî, bi giştî kuştiyên dijmin gelekî zêde ye û nagihêje armanca xwe. Roja 1’ê Mijdarê li qada Sîdar a Dersimê, di operasyona artêşa TC a dagirker de şer qewimî. Artêşa TC bi teknîka xwe û balafirên şer demeke dirêj bombe li herêmê barand û piştre ji bejahî ve xwest oeprasyonê bimeşîne. Komeke ji gerîlayên me ku di dema operasyonê de li herêmê bû û hevalê me Savaş Ûrfa fermandarî jê re dikir, li hemberî hêza dijmin şerekî giran kir. Di vî şerî de ku bi saetan dewam kir fermandar Savaş û hêza gerîla ya pê re heta fîşeka dawî bi rengekî bê heman şer kirin û kirin ku dijmin gelek kuştiyan bide. Di vî şerî de heval Savaş û 7 hevalên me yên pê re şehîd bûn. Nasnameya hevalekî me yê şehîd bû hê zelal nebûye.

savas_hamza(1)

 

 

Nasnav: Savaş Ûrfa
Nav paşnav: Hamza Guler
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Beyaz-Halîl
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Mijdara 2017 / Dersim

 

 

 

maskeli_foto

 

 

Nasnav: Cîhan Amed
Nav paşnav: Mazlûm Turkoglû
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: ..-Ekrem
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Mijdara 2017 / Dersim

 

 

cekdar_ahmet

 

 

Nasnav: Çekdar Cîzre
Nav paşnav: Ahmet Akbaş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Remziye-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Mijdara 2017 / Dersim

 

 

dozdar_mehmet

 

 

Nasnav: Dozdar Ararat
Nav paşnav: Mehmet Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Şemsîhan Fatma-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Mijdara 2017 / Dersim

 

 

maskeli_foto

 

 

Nasnav: Hêlîn Mûnzûr
Nav paşnav: Gulan Tam
Cihê jidayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Emîne-Hamît
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Mijdara 2017 / Dersim

 

 

medya_remziye

 

 

Nasnav: Medya Dêrik
Nav paşnav: Remziye Bagirtan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Cemîle-Halît
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Mijdara 2017 / Dersim

 

 

tolhildan_ejder

 

 

Nasnav: Tolhildan Semsûr
Nav paşnav: Ejder Yucedal
Cihê jidayikbûnê: Semsûr
Dayik-Bav: Hîcrî-Medenî
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Mijdara 2017 / Dersim

 

 

 

Berxwedana hevalê Savaş û hevalên me yên pê re, kevneşopiya berxwedanê ya Dersimê dewam kir û mîna di dîroka vê erdnîgariyê de tê dîtin îro jî serî li ber dijminê faşîst netewand. Dewleta TC a faşîst, bi berxwedana ku li çiyayên Dersimê li dijî êrîşên wê yên qirkirina Kurdan rast hat, careke din şoq bû û dost û dijmin her kesî dît ku pêşî li îradeya gelê Kurd nikare were girtin. Fermandar Savaş û hevrêyên me yên pê re, ji bo avakirina jiyana azad a li Kurdistanê careke din rê û rêbazên berxwedana li dijî faşîzmê nîşanî me dan.

Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevalên xwe yên şehîd bûne û tevahiya gelê xwe yê welatparêz dixwazin. Di şexsê şehîdên me yên Dersimê de em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê geş bikin.”