Ciwanên Şoreşger çalakiya li Kîlîsê li xwe girt

,iTy6o8YdGkmCJqt31hfgBQ

Tevgera Ciwanên Şoreşger ragihand, wan baregeha leşkerî ya “Operasyona Mertala Firatê ku tevgera dagirkeriyê ya Cerablûs û Bakurê Sûriyeyê ye” daye ber agir.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Di daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger de hat ragihandin, zerareke mezin li konteynirên leşkerî bûne, ku hêzên taybet ên artêşa Tirk û çeteyên ‘artêşa azad’ lê bûn, bi dehan leşkerên şerê taybet ên Tirk û çeteyên wan birîndar bûne û cebilxaneya yekîneyê bi temamî îmha bûye. Tevgera Ciwanên Şoreşger di daxuyaniya nivîskî de destnîşan kirin, ku çalakî li hemberî êrîşên artêşa Tirk ên li ser Kantona Efrînê weke hişyariyekê ye.

Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger wiha ye:

“Tê zanîn; çeteyên paramîlîter ên dewleta TC a faşîst û leşkerên wê yên şerê taybet, bi navê ‘Operasyona Mertala Firatê’ axa Rojava dagir kirine. Dewleta faşîst a AKP-MHP’ê ku di çirava El Babê de çikiya, dest ji dijminatiya xwe ya li Kurdan bernedan û êrîşên xwe yên li dijî destketiyên Kurdan roj bi roj didomîne. Di dema dawî de, ji bo qelskirina Pêngava Rizgarkirina Reqayê, ku gihîştiye asta dawî, êrîşên li dijî Kantona Efrînê zêde kiriye.

‘EM HIŞYAR DIKIN’

Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, ji ber van êrîşan hişyariyê didin dewleta faşîst a AKP-MHP’ê. Li pêşberî her polîtîkayeke xwe ya mêtinger a li dijî gelê me yê Kurdistanê, hûn ê jin ên ciwan û ciwanên fedayî yên vî gelî li hemberî xwe bibînin. Ji niha û pê ve em ê hê bi xurtî çalakiyên fedayî yên mezin lidar bixin. Ev çalakiya me tenê ji bo hişyarkirinê bû. Em zanin, cihê ku me çalakî lidar xistin cihê çeteyên paramîlîter ên taybet e ku ji bo dagirkirina Efrînê lê dihatin perwerdekirin. Heta ku ciwanên fedayî hebin, hûn ê tine bibin.

Tîma Fedayî ya Şehîd Îsa Avesta ya rêxistina me, li hemberû gurûha çete ya faşîst a li Kîlîsê çalakî pêk anî. Tîma me bi rengekî fedayî bi ser dijmin ve çûye û bi molotofan çalakî li dijî dijmin lidar xistine. Di vê çalakiyê de tîma me ya fedayî ya Şehîd Îsa Avesta heû konteynir û cebilxaneyên li herêmê şewitandiye, hemû cebilxane û konteynirên li herêmê bi temamî îmha bûne. Her wiha bi dehan çete jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê, tîma me bi rengekî serketî li qadên xwe vegeriyane. Piştî çalakiya me, ku 13.07.2017 saet 04:00 de pêk hat, gelek tîmên arkujiyê ji bo vemirandina şewatê hatin herêmê, lê ancax piştî 5-6 saetan karîbû şewatê vemirînin.”

Di dawiya daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger de bang li hemû jin ên ciwan û ciwanên Kurd û Kurdsitanê hate kirin, ku li dijî helwesta mêtinger û faşîzan a dewleta Tirk, xwe bi rêxistin bikin û mêtingeriyê ji holê rakin.