‘Em mêtîngeriyê ji hev bixin, Rêbertî azad bikin’

Komalen-ciwan al-2

Koordînasyona Komalên Ciwan bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê kir, ku li her cihê lê ne, bi hesteke mezin a tolhildanê li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê çalakiyan lidar bixin.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Koordînasyona Komalên Ciwan, bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek weşand. Komalên Ciwan got, “Em Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin, ku di şexsê Rêber Apo de hewl da vîn û azadiya gelê Kurd teslîm bigire û gelê Kurd qir bike. Em şehîdên ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi rêzdarî bibîr tînin, ku bi bedena xwe xelekek ji agir li dora Rêber Apo çêkirin.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di dîroka têkoşînê de bi sedan komplo hewl hat dayîn li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin û Ocalan û gelê Kurd pêşî li van hemû komployan girtine. Kooordînasyonê diyar kir, ji ber vê rastiyê, komploya herî dawî ji aliyê çarçove, rêbaz, bandor û armancên xwe ve ji yên beriya xwe cudatir e.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Bi dîlgirtina Rêber Apo re hat xwestin, nirxên bi xwîna ewladên leheng ên gelê Kurd hatine afirandin ji holê werin rakirin û pêşî li gelê Kurd were girtin, ku bi têkoşîna xwe nebe hêviya azadiyê ji tevahiya Rojhilata Navîn re.

Lê belê ev rastî eşkere ye; ev komplo jî ku bi hevkariya hemû dewletên emperyalîst hat kirin û ti aliyekî xwe yê însanî nîne, bi berxwedana bêhempa ya Rêber Apo û gelê Kurd re, ji gelek aliyan ve hatiye pûçkirin. Ne tenê pêşî lê hatiye girtin, di heman demê de bi pêngavên dîrokî û paraznameyên li ser bingeha paradîgmaya serdema nû ya Rêberê me re, têkoşîna me ya azadiyê mezintir û xurtir bûye. Di nava salan de, li dijî her şêwe hewldanên tinekirinê yên sîstemê, Rêber Apo bi berxwedana xwe ya zexm bû bersiv; gelê Kurd û ciwanên Kurd ên li ber ronahiya felsefeya wî bûn fedayî, nîşan dan ku çiqasî dilsozê Rêber Apo ne.”

‘DIVÊ HER DEVERA TIRKIYEYÊ VEGUHERE QADA ÇALAKIYÊ’

Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan wiha dewam kir:

“Ji roja pêkhatine komployê û vir ve, gelê me rojeke bi tenê jî Rêbertî bi tenê nehiştiye û dema pêwîstî pê bûye, xwe kiriye gogek ji agir. Gelê me û ciwanên Kurd li nava kolanan, li ber bendan li ber xwe dane û kelehên zilmê yên sîstemê ji holê rakirine.

Di heman demê de ciwanên Kurdistanê bi berxwedana xwerêveberiyê re, ku berxwedana herî bi heybet a dîroka ciwanên Kurdistanê ye, li dijî komployê sekn û biryardariya herî xurt a têkoşînê nîşan dan û ev kelehên ji binî ve hilweşandine.”

Koordînasyona Komalên Ciwan da zanîn, komplo di qonaxên cuda de dewam dike û got, “Hewldanên tinekirinê yên bi demê re didomin. Bi êrîşên fîzîkî re, ku hewl tê dayîn li dijî Rêberê me bên kirin, dixwazin gelê Kurd tine bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Weke ciwanên Apoyî yên Kurdistanê, em xwedî wê hêz û biryardariyê ne, ku pêşî li hemû komployên li ser Rêber Apo û gelê Kurd bigirin. Di vê pêvajoya krîtîk de, bi bîr û baweriya ku divê hesab ji dewleta TC a faşîst û hemû komplokeran bipirsin, em dizanin ku divê em bi erk û wezîfeya xwe rabin.

Ev komploya navneteweyî ya qirêj, ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd hat kirin, îro bi destê AKP a faşîst û dijminê Kurdan Tayyîp Erdogan were nûkirin û hê bi xetere bê meşandin. Dewleta TC a mêtînger, ku di nava mezintirîn krîza dîroka xwe de ye, bi êrîşa li dijî Rêberê me û tinekirina destketiyên gelê Kurd re dixwaze ji nava vê rewşê derkeve. Di vê pêvajoya ku em gelekî nêzî serketinê ne, gelekî girîng e ku hemû ciwanên Kurd ên welatparêz û şoreşger, ji berê bêhtir di xeteke radîkal de çalakiyan lidar bixin. Pêwîste her kolaneke Tirkiyeyê bi rêbazên afirîner, veguhere qada çalakiyê. Lewma her bihostek axa Tirkiyeyê qada çalakiyê û her sazî, her cih û kesên faşîzmê xwedî dikin jî, di hedefa ciwanên Kurd de ne. Her kesên li Kurdistanê nokerî û xayintiyê dikin, wê para xwe ji hêrsa ciwanên Kurd bigirin. Bi vê wesîleyê em bang li ciwanên Kurdistanê dikin, ku li her qada lê ne, bi hesteke xurt a tolhildanê ya li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, erk û berpirsyariya xwe ya li pêşberî Rêber Apo bi cih bînin.”

Leave a Reply