Dewreya zimanê dayikê bi dawî bû

KOBANE-PERWERDEYEN-JINAN-620x364

Desteya Jinan a Kobanê dewreya fêrkirina 30 jinên ku nizanin bixwînin û binivîsin bi dawî kir.

KOBANÊ-ROJACIWAN

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê dewreya fêrkirinê ji 30 jinên ku ne dikarîn bixwînin û binivîsin re bi dawî kir. Dewre bi beşdarbûna 30 jinê ji komîna Şehîd Kawa 3 meh berê hate destpêkirin.

Dewreya bi merasîmekê bi dawî bû. Di merasîmê de cîgira Seroka Desteya Jinan axivî û got ku armanca wan ji vê dewreyê ew e ku fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê dayîkê bibin.
Di nava jinên hatin perwedekirin de jina Rûsî ya bi navê Loda El-Iksender ku ev sal û nîvek ji kesekî ji Kobanê re zewciye heye.