DGH û DGKH’ê bîlançoya çalakiyên meha Cotmehê eşkere kir

ekim-ayi-bilanco-manset

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) daxuyaniyeke hevpar dan û bîlançoya çalakiyên li bajarên cihên ên Tirkiyeyê eşkere kirin. Di daxuyaniyê de qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Koordînasyona DGH û DGKH’ê bîlançoya çalakiyên li herêma Ege û Marmarayê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Herêma Ege û Marmarayê bi awayekî xurt tevlî pêngava ‘Li dijî faşîzmê serî hilde’ bûye. Em dizanin, hêza ku wê Erdogan û AKP’ê têk bibe jin û xorten ciwan ên fedaî yên Kurdistanê ne. Ciwanên Apoyî bûne kabûsa faşîzma AKP û MHP’ê.”

SERFIRAZÎ DI DESTÊ CIWANAN DE YE

Di daxuyaniyê de sala 40’emîn a PKK’ê jî hate silavkirin û ev tişt hate diyarkirin, “Em 27’ê Mijdarê jî pîroz dikin. Em ê bibin parêzvanên vê mîratê. Serfirazî di destê ciwanan de ye.”

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayîn:

HERÊMA EGEYÊ/ÎZMÎR

“-Li navçeya Bûca ya Îzmîrê, tîma me ya Şehîd Axîn Mahîr Dîcle ya tolhildanê destpêkê avêt ser cihekî fûhûşê û teşhîr kir, piştre jî ew cih şewitand.

-Tîma me ya Şehîd Axîn Mahîr Dîcle ya tolhildanê, li navçeya Bûca ya Îzmîrê 2 wesayitên nokeran şewitand.

-Li navçeya Bûca ya Îzmîrê bi meşaleyan meşek hate organîzekirin.

-Li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê, tîma me ya Şehîd Sîtî Jiyan a tolhildanê 2 wesayitên nokeran şewitand.

-Li navçeya Menemen a Îzmîrê, tîma me ya Şehîd Andok a tolhildanê bombeya deng avêt mala çawişekî pispor ê ku li Kurdistanê wezîfeyê dike.

-Li navçeya Menemen a Îzmîrê meşek hate lidarxistin, gelek ciwan tevlî bûn û ji ber destwerdana polîsan di çalakiyê de şer derket.

-Li navçeya Karabaglar a Îzmîrê, tîma me ya Şehîd Avesta ya tolhildanê 2 makîneyên kar ên nokeran şewitand.

-Li navçeya Bornova ya Îzmîrê, 7’ê Cotmeha 2017’an tîma me ya Şehîd Nûda ya tolhildanê 4 wesayitên nokeran şewitand.

-Li navçeya Torbali ya Îzmîrê, roja 5’ê Cotmeha 2017’an tîma me ya Şehîd Rojvan a tolhildanê hewşa febrîqeyeke tektsîlê ya nokeran şewitand û di encamê de xisareke mezin a maddî li febrîqeyê bû.

-Li navçeya Gulbahçe ya Îzmîrê, roja 15’ê Cotmehê tîma me ya Şehîd Botan Şoreş a tolhildanê 2 trafo şewitand.

-Li navçeya Konak a Îzmîrê, roja 20’ê Îlonê tîma me ya Şehîd Firat a tolhildanê depoyeke TCDD şewitand. Xisara madî li depoyê bû û ji ber şewata li vir derket, seferên ÎZBAN’ê betal bûn.

MANÎSA-MÛGLA-ANTALYA

-Li Manîsayê tîma me ya Şehîd Çiyager a tolhildanê 3 kesên ku maddeyên narkotîkê difirotin ceza kir û di nava gel de teşhîr kir.

-Li Antalyayê, tîma me ya Şehîd Berjîn a tolhildanê, li taxa Teoman paşa bi molotofan li dijî cihekî ku madeyên narkotîkê difirotin, çalakî pêk anî. Li heman taxê 2 wesayitên faşîstan hatin şewitandin.

-Li Mûglayê, tîma me ya Şehîd Zelal a tolhildanê, roja 29’ê Cotmeha 2017’an li bajarokê Akyaka yê tûrîzmê, 3 dibistanên perwerdeyê ku ji bo tûrîzmê dihatin bikaranîn şewitand.

HERÊMA MARMARAYÊ/STENBOL

-Li Ataşehîrê, tîma me ya Şehîd Faraşîn a tolhildanê marketeke faşîstan şewitand.

-Li Bahçelîevlerê, tîma me ya Şehîd Welat a tolhildanê trafoyek teqand.

-Herêma pîşesaziyê ya Îkîtellî, ji aliyê tîma me ya Şehîd Afat a tolhildanê ve hate şewitandin.”