Di Konferansa LLL de stand ji bo Rêber APO

Her sal konferansa Lenin Liebknecht Luxemburg pêk te. Endamên JXK û YXK jî cîhê xwe girtin ji bo ku îdeolojiya Rêber APO bidin naskirin.

BERLIN – ROJACIWAN

Di 13ê meha Çilehê de Konferansa LLL li peytaxta Elmanya Berlinê çêbû. Endamên JXK (Jinên Xwendekar ên Kurdistan) û YXK (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan) li wê derê standekî vekirin ji bo ku ji rêxistinên cûda re fikr û felsefeya Rêber APO bidin naskirin. Ji bo nivîsên Rêber APO meraqekî mezin hebûn.