Di salvegera jenosîda Ermeniyan de…

ermeni-soykirimi

Gelê Ermen û Kurd di dîroka kewn wirde bi hevre jiyan e. Û her wiha herdû gel jî gelek êş û zorî jîn kirin e. Rastiya du gelên ku hê jî tê wirdekirin û li derve tên hiştin, heye. Ji ber vê jî divê têkiliyên mabeyna van du gelan her roj li ser esasê xwişk, biratî û bihevrebûnê di rojevê de bin.

QASIM ENGÎN – ROJACIWAN

Gelê Ermen û Kurd di dîroka kewn wirde bi hevre jiyan e. Û her wiha herdû gel jî gelek êş û zorî jîn kirin e. Rastiya du gelên ku hê jî tê wirdekirin û li derve tên hiştin, heye. Ji ber vê jî divê têkiliyên mabeyna van du gelan her roj li ser esasê xwişk, biratî û bihevrebûnê di rojevê de bin.

Dema pêwendiyên Kurd-Ermeniyan tê nirxandin, herî zêde jî ber bi dawiya sedsala 19. û destpêka sedsala 20. tê vegotin. Helbet ev pêvajoyên dîrokî girîng in. Ya hê girîngtir jî ew e ku divê pêvajoyên dîrokî yên li derveyî van jî bê lêkolan. Dîrokên ku li jor hatine diyarkirin, ew dîrok in ku dixwestin gelên Kurd û Ermenî bînin dijberî hev. Ya rast helbet ne nixumandina ser rastiyan e. Divê qewimîn bên nivîsandin, ji van ders bên girtin û destûra dubarebûnê neyê dayîn. Eşkere ye ku divê rûdanên sedsalan ên bi hevparî, xwişktî û biratî çêbûne, hê zêdetir bibin esas.

“…Tevî hemû fetih û şeran, têkiliyên di navbera gelan û tebeqeyên jêr de bi giranî bi dostanî dewam kirine. Kurd bi qewmên Ermenî û Asûrî re di nava hev de mane û bi hev re xwe li gelek hewldanên şaristanî û çandî qewimandine. Hebûna têkiliyên bi vî rengî yên heta salên 2000’î B.Z. diçin, mirov dikare wan di dîrokê de jî tespît bike. Tevî hemû xwelihevrakişandina begtiyên qewman li ser desthilatdariyê û şerên li ser milkan, dîsa jî têkiliyên çandî yên xurt di navbera gelên Ermenî, Kurd, Tirkmen û Suryaniyan de heta serê sedsala 19. dewam kirin. Têkiliyên di navbera wan de bi giranî sîmbiyotîk bûn û hem ji aliyê maddî ve hem jî ji aliyê manewî-çandî ve pêk hatine. Bûyerên neyênî yên çarenûsa van gelan biguherînin pêk nehatine. Nakokiyên heyî zêdetir ên tebeqeyên jor ên qewman bûn û li ser bingehê berjewendiyan hatine sorkirin û rê li ber şeran vekirine.”

Mimkûn e ku van îfadeyên Abdullah Ocalan di gelek birên dîrokê de bêne dîtin. Mînak, hê di 1860’an de li dijî êrîşên Osmaniyan, “…ji bo têkoşînek rêxistinkirî ya Ermenî û Kurdan pêş bikeve û mufrezeyek çekdar a êrîşê ya bi navê Xol bê sazkirin, li ser pêdiviya damezrandina rêxistinek bi navê “Milli Kurtuluş için Ermeni ve Kürt Komitesi” radiwestin û 6’ê Çileya 1868’an Komîteyek ji 14 kesan pêk tê ava dikin…

Armancên Milli Kurtuluş için Ermeni ve Kürt Komitesi wek 12 xalan hatibûn diyarkirin.

Eger em hinan ji van li vir bidin:

1- Li her derê wê li dijî dagirkerên Osmaniyan şer bê kirin
2- Li Dersîmê yekîneyên êrîşê yên çekdar bi navê Xol ji Ermenî û Kurdan bên rêxistinkirin.
3- Ermenî û Kurdên ku temenên wan navbera 18-30 salan de wê bikarîban tevlî yekîneyên Xol bibûna. Diviyabû ku beşdar di heman demê de ji aliyê komîteya fermandariya Xolê ku ji 5 kesan pêk dihat, bihatana hilbijartin.
4- Her yekeyek Xolê wê ji 25-50 kesî pêk bihatana.
5- Fermandarê Xolê, wê ji nav mirovên ku divê temenê xwe gihayîba 30’î û di şer de 5 caran qehremantiya xwe nîşan bidana, bihatana hilbijartin.
6- Zimanê fermî yê Xolê wê Zazakî bûna û ancax Ermeniyên ku Kurdî dizanin wê ji bo Endamtiya Xolê bihatana hilbijartin.
***
12- Xaçik Minasyan (Serok), Halçens Seko (nûnerê Dersîmê) û Atom Grigor Karapetyan (Sekreter), ji bo dîwana serokatiya Komîteyê hatin hilbijartin. Dîwana Serokatiyê xwedî raye bû ku dikarîbû ferman bida Fermandariya Xolê û di rewşên awarte de li şûna Komîteyê kom bibûna.” (Mehmet Bayrak, Dersim-Koçgiri)

Bi têgihîştina vê rastiyê ve, em li cem beravajiyên ku li ba vê ne jî binirxînin, em ê karibin xwe bigihînin encamên rast.

Me şikandina herî girîng a dîrokî ya navbera Kurd û Ermeniyan de di salên 1894-1895-1896’an de dîtibû. Me nivîsîbû bê Alayên Hamîdiye çawa li ser navê Osmaniyan gelê Ermenî qetil kirine. Her wiha, qetlîamên ku ji aliyê Dewleta Osmaniyan li cih û demên cuda hatine kirin jî tên zanîn. Mînak li Zeytûnê, di 1862, 1878 û 1884’an de qetlîamên bi vî awayî hene. Em gotinên Generalê Elman Goltz ên, “Li welatê tengbûyî ango li Anatolya û Rûmeliyê dikare hê gelek pêkanînên bi qîmet bêne kirin. Arnavûtlûka Jorîn… Herêma Ermenî ya Zeytûn…” ji bîr nekin.

Rewşek hemreng, lê hê girantir jî em ê vê carê di kiryarên Îttîhadiyan de bibînin ku di Yekemîn Şerê Cîhanê de li dijî gelê Ermenî pêk anîn. Îttîhadiyên ku destpêkê nêzî Îngilîz û Fransiyan bûn, beriya Yekemîn Şerê Cîhanê xwe zêde nêzî Elmanan dikin. Elman ji bo ku Îttîhadî karibin li Erdnîgariya Osmanî serweriya xwe saz bikin, pêşniyarên cur bi cur dikin.

Mînak, Dîroknasê Kurd Kemal Mazhar Ahmed di pirtûka xwe de dîsa rastiyeke ku xwedî belgeyên dîrokî ne, wiha dinivîse, “Rohrbach di konferansek din de ku di dawiya Mijdara 1913’an de li Komaleya Asya ya Elmanan tê lidarxistin, heman nêrînan tîne ziman. Û ji ber wê di xizmeta berjewendiyên Elmanan de be, îşaretê pê dike ku divê rojavayê Ermenîstanê di nav Xakên Osmaniyan de bimîne. Di vê konferansa duyemîn de îfaşeyek wisa dike ku di warê mijara lêkolîna me de xwedî girîngiyek mezin e û dibe ku milên sirdar, diyar ên di Qetlîama Ermeniyan de ronahî bike. Destnîşan kir ku Rojavayê Ermenîstanê li Tirkiyeyê dibe çavkaniyek aloziyê û ji ber vê jî ‘Kurd dikarin wan ji holê rabikin’. Rohrbach, dûvre, bi gotinek revokî ragihand ku Kurd di pelçiqandina Ermeniyan de bê bikaranîn wê Elmanya îtîraz neke û ev mijar hê bêhtir ronahî kir.”

Eger em bala xwe bidin çîrokê, em ê bibînin ku heman e. Alayên Hamîdiye hê jî hebûna xwe didomînin. Li gor fikra Ermeniyan, wê karibin li rex Îngilîstanê cih bigirin. Wê demê tiştên ku divê were kirin jî diyar e, wê xeterbûyina Ermeniyan bê qedandin. Rêyek beralîkirina vê talokeyê jî bikaranîna Kurdan e. Dema Kurd jî tê gotin, Kurdên Alayên Hamîdiye, hevkarên Îttîhadiyan, lumpenan, Feodalên Kurd ên çavên wan li malê dinê ne û çiqas tîpên ketî û hatine xistin hebin…

Hêzên behsa wê hatin kirin, ji bo qetilkirina mirovên me yên Ermenî wisa ketine nav teşwîq û tehrîkek taybet; bi heman şiklî jî vê carê di Yekemîn Şerê Cîhanê de Ermeniyên hemreng ji aliyê Rûsan tên tehrîkkirin, beriya wê jî ji hêla hêzên rojavayî tên kişkişandin û li dijî Kurdan ketine nav hewldana qetlîaman. Zelal e ku wê ev jî ji bilî avakirina dijminantiya mabeyna gelan, wê nebe sedema ti tiştekî din.

Erê, em dîqat bikin ku girêk dîsa eynî ye. Ew girêk e ku Garo Sasonî tîne ziman. Girêka, “Osmanî dikujin, lê sûcdar her tim Kurd e. Zextê dike, qebehetdar dîsa Kurd e. Ti xerabî li holê nîn e ku, yê vê kiriye ne Kurd be û ti zilm nîn e ku, yê hevrû dimîne ne Ermenî be.”

Qetilkirina 1,5 mîlyon Ermeniyan û bi darê zorê koçberkirina bi sed hezaran, rastiyek wisa ye. Lê divê neyê jibîrkirin, 30 hezar Ermenî hê di sala 1909’an de li Edeneyê bi nemerdî tên qetilkirin. Sedema wê eşkere ye. Siyaseta Îttîhadî, di esas de siyasetek li ser hîmê Tirkkirinê ye. Mîna ji pisporên dîroka modern a Tirk Profesor A. F. Miller jî diyar dike; “Tiştên ku Îttîhadî bi ‘Yekîtiya Osmanî’ tînin ziman, esas ji bilî Tirkkirina komên din ên etnîk ne tiştekî din e.” Dema nêzîkatî û zihniyet wisa be û berjewendiyên mîna cemedê jî dikevin nav mijarê, wê demê tiştê xwe dide der jî qetilkirina bi mîlyonan mirovan e.

Yên li jor hatine ziman bi giştî di Paraznameyên Abdullah Ocalan de bi awayekî herî rafîne wiha tê ziman:
“Qirkirina Ermeniyan di nava vê tabloya giştî de beşê herî trajîk e. Kengî ji bo dewleta netewe rabûn (beriya 1914’an û salên destpêkê yên şer), di çarçoveya biryara rêveberiya Îttîhad û Teraqiyê ya 24’ê Nîsana 1915’an de bi êrîşekê ji welatê xwe yê hezarê salan hatin derxistin û li ser rêyan hatin kuştin, yên mayî jî bûn mehkûmê jiyaneke dîasporayê ya demdirêj. Dîaspora ji bo Ermeniyan rastiyek e, lê rastiyeke gelekî bêkêf, şikestî û hilweşiyayî ye… Di qirkirinê de ji bilî bûrjûwaziya Tirk, mirov dikare behsa para feodalên Kurd jî bike. Ev kesên ku gunehkarên rastî ne, bi tenê di qirkirina Ermeniyan de cih negirtin, di heman wextî de bi gelek awayên cuda, nexasim bi Alayên Hemîdiye di qirkirina Kurdan de jî cih girtin. Di qirkirina Kurdan de ya ku hê dewam dike weke ‘cerdevanên gundan’ di berdêla înkara Kurdîtiyê de milk û sermayeya xwe zêde dikin û kengî pêdivî pê dibînin Kurdîtiyê jî dikin û bi vî awayî rola xwe ya bi lanet dewam dikin.”
Ji bo em karibin rêvebirina vê qetlîama bêrehm ji nêz ve bibînin, em çend fermanên teqez ên ku ji aliyê Îttîhadiyan hatine dayîn, li vir bidin.

Metna telgrafê ya ku yek ji mejiyên Îttîhadiyan Nazirê Dahiliye (Wezîrê Karên Hundirîn) Talat Paşa ji Waliyê Helebê re şandiye wiha ye:
“Biryara herî dawî ku li gor fermanên Cemiyetê ji bo tinekirina Ermeniyên li Tirkiyeyê dijîn hatibû girtin, beriya niha ji bo we hatibû ragihandin. Pêwîst e ku yên helwestek li derveyî vê biryarê nîşan didin li ser wezîfeyên xwe nema dewam bikin. Divê gavên ku em biavêjin, di wê astê de teqez û tûj be ku dawiyê li Ermeniyan bînin. Bi ti awayî cudahiyê nexin mabeyna temenan, wijdanan an jî jin, zilaman.”

Fermanek din jî wisa ye:
“Em fêr bûne ku hin wezîfedar bi hinceta ku li dijî miletê tê zanîn (Ermenî) serî li talan û tundiyê dane, radestî Dîvan-i Harbê hatine kirin. Her çiqasî ji bo seroberokirina rewşê be jî, tevdîrek bi vî awayî dibe ku cesareta wezîfedarên din jî bişkîne. Ji ber vê jî ez ferman didim ku pêşî li darazên bi vî awayî bêne girtin.”

Dîsa fermanek bi dîrokek din jî ev e:
“Eger hûn guh bidin gazincên cur bi cur ên wan kesan (Ermeniyan), wê tenê şandina wan a welatên biyanî dereng nekeve, di heman demê de wê siberojê firsendê bide avabûna hêzên cur bi cur ên siyasî. Li gor vê, pêwîst e hûn fermanên mecbûrî û teqez bidin wezîfedaran.”

Tevî van hemûyan jî em dibînin ku Osmanî di Yekemîn Şerê Cihanê de zeîf dibe. Di zivistanê de ku sala 1916’an digihîne ya 1917’an, bi sed hezaran Kurdan bi zorê ji Kurdistanê dişînin rojava. Di van sirgûnan de li gor hin belgeyan, 700.000 Kurdan jiyana xwe ji dest dane.

Bêyî em gotinê dûvdirêj bikin, rastiya Ermeniyan a em behsê dikin wisa ye ku di dema Osmaniyan de dest pê dike, wextê Îttîhadiyan de tê kûrkirin û her wiha di dema komarê de jî tê xwestin ku bi temamî bê qedandin. Belesebeb A. Ocalan ji bo Hrant Dînk negot, “Ermeniyê Herî Dawî yê van xakan.”

Di salvegera jenosîda gelê Ermên de em serî xwe li ber hemû kesên ku hatina şehîd kirin, hatina koçber kirin û her wiha yên ku hatine winda kirin serî xwe di tevanîn û wan bîr tînin.