Dilsoz Welat: Min riya azadî û heqîqetê hilbijart

Şervana YJŞ’ê Dilsoz Welat têkildarî tevlîbûna xwe ya nav refên YJŞ’ê diyar kir ku weke hemû hevalên xwe rêyek rast û bi rûmet hilbijartiye û got: “Rêya min hilbijartiye rêya azadî û heqîqetê ye. Divê em tola xwe hilînin û Şengalek xweser ava bikin.”

ŞENGAL -ROJACIWANweke-hem-hevalan-min-j-ryeke-bi-rmet-hilbijartiyefcda8ed8f2771a7b598a

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ)’ê ku piştî fermana 73’yan a 3’yê Tebaxa 2014’an ji bo parastina jinên Şengal, xak û gelê Êzîdî hat avakirin, bi tevlîbûnên nû yên jinên ciwan her roj mezintir dibe.

Her şervaneke YJŞ’ê ku bi armanc û zanebûneke serwextî tevlî nav refên YJŞ’ê dibe, yek ji wan jî Dilsoz Welat e. Şervana YJŞ’ê Dilsoz dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî xaka pîroz a Şengalê kirin ku bi malbata xwe re neçar ma biçe Başûrê Kurdistanê, dema dibihîze ku li Şengalê YJŞ ava bûye û jin û jinên ciwan ên Êzîdî ref bi ref tevlî vê tevgerê dibin, ew jî bi heyecan û coşeke mezin cihê xwe di nav YJŞ’ê digire.

Dilsoz Welat ji ajansa me RojNews re çîroka tevlîbûna xwe vegot.

e6157486a8MIN GOT, DIVÊ TOLA JINÊN ÊZÎDÎ HILÎNIM

Dilsoz Welat, anî ziman ku rizgariya jina Êzîdî bi bilindkirina têkoşînê ve girêdayî ye û got: “Ez weke jineke ciwan a Êzîdî ji Başûr tevlî YJŞ’ê bûme. Dema ferman li ser me çêbû em çûn Başûr. Di televizyonê de perwerdedîtina wan pir bala min dikşand. Min dema ew dîmenên perwerdeyê didît, xwesteka min ya tevlîbûnê jî pir çêdibû, min digot ez jî biçim çek û rext bigrim û tola jinên Êzîdî hilînim.

ae120686cfEM PARASTINA XWE RADESTÎ TI KESÎ NAKIN

Dilsoz Welat destnîşan kir ku rizgariya jinên Êzîdî, bi tevlîbûna nav refên YJŞ’ê û bi xurtkirina têkoşîna azadiya jinê ve gengaz e û wiha dewam kir: “Ez wek jinek Êzîdî bi coş, moral û bi vîna xwe ya azad hatime. Êdî em wek berê serî li hember desthilatdariyê natewînin û em parastina xwe radestî ti kesî nakin. Ez bi xwestek û xeyalên pir mezin tevlî nava refên YJŞ’ê bûme.”

WEKE HEMÛ HEVALAN, MIN JÎ RÊYEK RAST Û BI RÛMET HILBIJARTIYE

Dilsoz di dawiya axaftina xwe de got: “Weke hemû hevalan min jî rêyek rast û bi rûmet hilbijartiye. Rêya min hilbijartiye rêya azadî û heqîqetê ye. Divê em tola xwe hilînin û Şengalek xweser ava bikin. Heta dilopek xwîn di laşe min de hebe, ez ê ji bo Şengalek xweser û azad têkoşîn bikim û ez ê tola tevahî jinên bindest hilînim. Ev ji bo min armancek herî mezin e.”