Bîranîn ji bo şehîd Elî Çîçek û Hesen Şirnex wê li Lehrte bê lidarxistin

Ciwanên Kurd wê ji bo endamên Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) Hesen Şirnexî bi nasnav Huseyîn Kuluman û Elî Çîçek ên 28’ê Tebaxê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî jiyana xwe ji dest dabûn bîranîn li darbixe.

LEHRTE – ROJACIWAN

Ciwanên Kurd wê ji bo endamên Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) Hesen Şirnexî bi nasnav Huseyîn Kuluman û Elî Çîçek ên 28’ê Tebaxê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî jiyana xwe ji dest dabûn bîranînek navendî li darbixe.

Bîranîn di pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad tê organize kirin. Bîranîna pakrewanên Mexmûrê di 6’ê Îlonê saet 15:00’de li bajarê Lehrte (Burchard Retschy Ring 7b, 31275 Lehrte-Hülptingsen) wê bê lidarxistin.

Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad bang hemû Kurdistanyan û Ciwanên Kurd kir ku beşdarî bîranîna şehîdan Mexmûrê bibe.

layout-22