‘Em bi giyanê 14’ê Tîrmehê tevlî Festîvala Mazlûm Dogan bibin’

20170713-20170713-logo121f72-image3263a6-image Kopie

KCDK-E û NAV-DEM’ê, ji b 20. Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan, ku wê li bajarê Blegny ê Belçîkayê pêk were, banga tevlîbûnê kirin.

NAVENDA NÛEYAN – ROJACIWAN

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bang li hemû pêkhate û meclîsên xwe kir ku bi giyanê seferberiyê tevlî li festîvalê bibin û lê xwedî derbikevin.

KCDK-E’yê di daxuyaniye nivîskî de got:

“Bi dirûşma ‘Azad Bike’ Festîvala Ciwanan a Mazlûma Dogan a 20’an di pêvajoyeke girîng de pêk tê.

Di pêvajoyeke wiha de ku mêtingeriya Tirk polîtîkayên xwe yên emperyal û êrîşên xwe geş dike. Festîvala Ciwanan a Mazlûm Dogan a 20’an a bi pêşengiya Ciwanên Azad xwedî girîngiyeke cihê ye. Tevlêbûn û coşiya festîvalê wê bibe rojeke girîng a xwedîderketina li azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destketiyên gelê me û li Efrînê.

Em KCDK-E di serî de ciwan bang li gelê xwe yê Ewropa dikin ku bi Giyanê 14’ê Tîrmehê tevlî Festîvala Ciwanan a Mazlûm Dogan a 20’an bibin ku 15’ê Tîrmehê li Blegny a Belçîka, bi pêşengiya Ciwanên Azad wê pêk were.”

‘MAZLÛM DOGAN RÊBERTIYA XWE DIDOMÎNE’

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) têkildarî mijarê daxuyanî da û xwest ku her kes tev li festîvalê bibe.

NAV-DEM’ê wiha got: “Şehîdê me yê nemir Mazlûm Dogan ku hêla îdeolojîk, enetellektuel û helwesta şoreşger a tevgera me ya azadiyê pê re berbiçav bûyî, Mazlûm Dogan li rêbertiya xwe ya Kurdistanê û mirovahiya pêşverû dişopîne.”

NAV-DEM’ê dawiyê ev bang kir, “Em bang li hemû gelê xwe û ciwanan dikin tevlî festîvala bi dirûşma ‘Azad Bike’ bibin.”