Erkedarbûn û serdema Ciwanên Kurd

srnk-25-02-16-yps-sehit-siyabend-egitim-devresi-askeri-toren_34_

Ku mirov di van şert û mercan de wekî ciwanek Kurd di nav jiyanê de cih bigre divê mirov hînekî li rastiya erk û berpirsiyariyên ciwantiya roja îro binerê. Yanê ciwanti ciye? Divê îro çi bike?

ANDOK ÖZGÜR – ROJACIWAN

Di cîhanê de li Rojhilata Navîn, di Rojhilata Navîn de li Kurdistanê cîh girtin û pê re jî Kurd bûyîn têra gelek tiştî dike. Lewra îro ew cîhan ew cîhana ku dagirkeran li gor berjewendiyên xwe di şexsê Rojhilata Navîn de parçe piçik kiribûn û bi vî avayî dimeşandin ji îro û pêde ne mumkune ku bi wî avayî bimeşe. Ji ber vê sedemê şerê cîhanê ê 3 emîn wekî ku Rêber Apo aniye ziman dest pê kirîye û ewê demekî direj jî dewam bike. Yanê ev şerê hanê wekî şerê cîhaney 1 emîn û 2 emîn tenê di cepheyan de û bi ordiyan re nameşe! Wekî mînak surî. Di Şerê Surî de mirov vê kaosa roja heyî jî, di vê kaosê de list û rola dewlete dagirker e mîna ABD, Rusya, Tirkî, Îngiltere, Surî ji û bi van yekan re ji riya ji vê kaosê derketinê a ku Rêber Apo daniye û ji hêla rêxistina me ve dimeşe de bi avayekî şêmber dibîne. Jiber ku rastiya serdemê ango roja me ya îro evqas vekirî li ber çavane, li ser van yekan zêde tişt gotin pêwist nake. Lewra îro a pewist ewe ku di vê serdemê de mirov li rewşa xwe binêre. Ku mirov di van şert û mercan de wekî ciwanek Kurd di nav jiyanê de cih bigre divê mirov hînekî li rastiya erk û berpirsiyariyên ciwantiya roja îro binerê. Yanê ciwanti ciye? Divê îro çi bike?

Ku mirov îro li Bakurê Kurdistanê jiyan bike û ciwan be qet hewcedarî bi Şopdariye deverê cihanêy curbe cur ê lê talan, qirkirin, asîmîlasyon, înkar, îmha û serkeftin, têkoşîn, berxwedan, şoreş pêk tên, tune. Ji ber ku tiştên li ber çavên me, di nav dilê me de, li ser axa me hatin jiyan kirin di nava xwe de hemû tiştan cihbînin û bi vî avayî meşa Şoreşe jî dewame. Di vir de a girîng ewe ez kime, ez çime? Û di nav van yekan de ez çi dikim? Bi hêz û dînamîka ciwantiyê a bê tecrubetiyê, bi vê hêza ciwantiyê re nezazanîna çi kirinê, çawa tevgerandinê ji bo ciwanekî Kurd derbas nabe. Lewra raste zanabûn bi ditinê û nazkirinê pêk tê. Ev buyerên ku li Cizîrê, Surê, Nisebînê û hwd pêk hatin di şahîdiya me de pêk hatin. Raste ji bo nazkirin û tecrubeyê sal dem pêwiste ji bo ku mirov bibîne û naz bike. Lê em binêrin ango em li xwe binêrin. Dema ku em bi rastî li rastiya xwe binêrin tiştekî ku me nedîtîbe tiştekî ku derneketibe pêşiya me zanabuyinek ku em jê dûr mane dimînin heye an na. Deme ku mirov bersiva vê pirsê bide divê mirov serê xwe bigre nav destê xwe û hînekî li rastiya xwe binêre. Ew rastiya me ya ku Rêber Apo di zarokatiya xwe de dest bi gera wê kir di nav ewqas tûnebûyîn û bê pêşberî me ne. Bi van derfetên hanê re bi dahurandinên xwe yê bê hempa di kesayeta me de tenê xalek ku ji pêşketina me re bibe asteng em bimeşin bê jiyankirin pergalek çawa bi çi şêweyî lazime û jibo avakirina ve yekî şerekî çawa pewîste bi her awayî raxistiyê ber çawên me. Dîsa mîrasa PKK ya ji 40 salî wêdetir bi evqas çavkaniyên xwe ve li pêşberî meye. Di encamê de jî şerê xweseriya Demokratîk li devê derê me, li ber çavên me pêk hat. Mumkune ku îro ciwanek bibêje min wan tiştên ku qewimîn nedît. Ew tiştên ku di serî de li Cizirê,Surê û Niseybînê û hemû deverên Bakurê Kurdistanêy berxwedêr qewîmîn çibûn? Mirov dikare wan di 3 xalan komî ser hev bikê.

1- Berxwedana ku pêşêngiya ciwanen di nav wan kolanan de li dijberî dijminê hov û har bê navber û bê tereddût dimeşiya. Ew ciwanên ku di bin nave YPS û YPS-JIN de mil dan hev û wekî gotina Şehit Mehmet TUNÇ li ber dijmin serî netewandin. Di dîrokê de ewqas şoreş û berxwedanên bêhempa ê ku li ser zimanan digerin hene lê em binêrin ku kîjan şerî? Kijan Berxwedanî ? weki Berxwedana Xweseriyê bê navber û evqas direj dewam kirîye. Di encamê de gotina Şehit Çiyager a ‘’Çi dibe bila bibe, ewê dawî muhteşem bibe’’ teqez bû. Ev yek ji zelale û li ber çavên herkesiye.

2- Sekna ciwanên me yên dervayî qadên berxwedane! Ew ciwanên ku vî şerî wan qehremaniyan didîtin û di warê xwe de bêdengia xwe dewam dikirin. Evê sekna ji êrîşên dijminê li ser Sûrê zêdetir di êşand. Vê seknê ji wi agir^dijminê ku li Cizirê di bin Wan bînayan de mirovên me rêhevalên me zîndi zîndi di şewitand pirtir dişewitand.Lewra meşa destpêka serhildanê ev bû ‘’Teslimiyet İhanete, Pasivizm Yenilgiye Direniş Zafere Götürür.’’ Lê pasîfîsma dervayî qadên berxwedanê di wan rojan de dewam bû.

3- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker. Me dît ku dewleta Erdoğan çawa çekên ku bi karanîna wan qedexene bikar tîne. Dîsa bikaranîna tank û topên ku 2 ordî ji şerbikin bikaranîna wan qedexeye çawa li dijberî ciwanên ku tenê di destêwan de keleş heye dît. Tu dewletek din jî ji van pêkanînê dewleta tirk a dagirker re gotinek ne got. Ango me bi avayekî vekirî dîsa dît ku mesele dagirkeriya Kurdistanê be çawa hemû cîhan bi hev re dibe alîkar. Lewre jibo desthilatdariya Rojhilate Navîn kilît ‘’Hilala Zêrîn’’ Kurdistanê. Ji bo vê yekê ji hemu dewletên dagirker bi hev re yekin. Da ku berjewendiyên wan ê ku heta îro ji Rojhilata Navîn dixwarin nekevin xeteriyê.

Di vê jiyana heyî de divê mirov rast li xwe binerê. Bersiva ez kî me? Rast li gorî dîroka gelê Kurd, Keda Serokatî, Têkoşîna PKK û hêza ciwantiyê bide. Li ber çavên me hevalên me yên şehit bi rojan li kolanan man, li pey panzêran hatin gerandin, li bedenên wan ê bê rih işkenceyen dij mirovahî hatin kirin. Li bajarê me ên kela berxwedanê nekir û ji jor de bi belafiran bajarên me dan ber bombayan! Lê bi can yekan re jî me li dijberî dewleta Tirk serê netewand, çok dananî erdê û çoka wan şîkenand. Tabdenê êdî serê wan firandin maye. Êdi dewleta Tirk çiqas bixwaze jî nikare wekî berê tevbigere. Konjektura cîhanê û rewşa dewleta Tirk diyare. Di vê yekê de rewşa me ji zelale! Îro çawa ji hêle kê de ABD û devdorên wê ji hêla din de jî Rusya û devdorê wê mecburî me ne di şerê Surî de aşkere li meydanê ye. İro dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Di nivîsandina vê dîrokê de jî em li ku derê bisekinin ew tenê di destê me de ye. Ji vê bonê divê em êdî bi ehlaqekî li gorî rihê demê tevbigerin. Lewre ku em wekî ciwanek Kurd, di Kurdistanê de û li Rojhilate Navîn jiyan bikin divê di vî şerê ku ji nu de hemû cîhanê dîzayn dike de gotinek me hebe. Vê gotinê jî ku extiyarek di halê xweyê heyî de bibejî bi wateye. Lê belê ciwanek di vê serdemê û bi germahiha ku şoreş gihiştiyê re di nav pergalê de çi bivêjê û çi bike jî bê wateye. Divê îro her ciwan di milê xwede bi parastina cewherî rabe. Ev parastin jî ji me parastina nirxên ku heta îro bi keda Serokatî û Têkoşîna PKK hatiye bi dest xistin dixwaze. Ji bo pêkanîna vê yekê jî PKK li pêşiya me deriyekî vekiriye. Em di dema Xwe di vî deriyê de bigîhîjin cewhera xwe û di serkeftina şoreşê de rist û rola xwe bileyzin. Da ku dema me pirsa ez kîme ji xwe kir bê teredût em bikarabin bersivk rast a têrker bidin. Bê bersiv anjî di teredûtê de nemînin.