Fatma Uyar: Li dijî mêran serî netewînin

Li gel ku kujerên Fatma û hevalên wê nehatin diyarkirin û nehatin darizandin dayika Fatma jî bi idaya “endama rêxistinê ye” di 24’ê kanûnê de hat girtin.

ŞIRNAK – ŞÛJIN

Fatma Uyar, bi guleya ku ji çeka mêran hat berdan, li Botana ku li hemberî zilmê serî natewîne jiyana xwe ji dest da. Fatma a ku bi gotina xwe ya “Li dijî mêran serî netewînîn” tê naskirin, bi rûyê xwe yê l iken û sekna xwe ji jinan re pêşengtî kir.

Fatma Uyar a ku yek ji 3 jinên li Sîlopiya Şirnexê hat qetilkirin, di 28’ê tebaha 1988’an de li malbateke ku 7 zarokên wê hebûn û li gundekî li kuntarê Gebarê, Duhokê jiyana xwe berdewam dikirin zaroka duyemîn a malbatê bû ku çavê xwe li jiyana vekir. Piştî ku Fatma hat dinê malbata wê li navenda Şirnexê bi cih bûne. Fatma ya ku di 2000’an de têkoşîna siyasal nas kir û tevli têkoşînê bû, di serî de bi awayekî aktîf tevli nava refê ciwanan bû. Fatma ya ku 2009’an de hat girtin 5 salan di girtîgehê de ma. Piştî ku Fatma hat girtin bi salekê bavê wê Reşît Uyar jî hat girtin. Fatma ya ku bi bavê xwe re sal û nîvekê di girtîgeha Mêrdînê de ma, piştre sirgûnî girtîgeha Sêrtê hat kirin. Fatma piştî ku 3 sal û nîvan di girtîgeha Sêrtê de ma hat tahliyekirin. Fatma piştî ku tahliye bû di sala 2010’an de li botanê tevli nava têkoşînê bû. Fatma herî dawî di sala 2015’an de din ava KJA’yê de xebatên xwe berdewam kirin.

Bi guleya ku ji çeka mêrantiyê hat berdan jiyana xwe ji dest da

Fatma ya ku li botanê xebatên xwe didomandin di 4’ê çileyê 2016’an de piştî ku gelê kurd xwerêveberî îlan kir û li dijî wê dewletê jî dest bi êrîşan kir, bi 2 hevalên xwe yên siyastemedar re hat qetilkirin. Wekî li ku li Parîsê di 9 çileya 2013’an de Sakîne Cansiz, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan, Fatma Uyar Sêvê Demîr Pakîze Nayir jî li Sîlopiyê bi guleya ku ji çeka mêrantiyê hat berdan jiyana xwe ji dest dan.

Naskirina Fatma

Li gel sozê hemû jinan yê ji bo Fatma, Sêvê û Pakîze ku digotin dê ala wan a têkoşînê dewr bigirin, malbat û hevalên Fatmayê der barê wê de wiha gotin: ” Her digot li dijî mêran serî netewînin û jineke bi hêz bû. Nakirina Fatma girîng bû. Fatma gelek nirx dida hevalên xwe û gelek ji wan hez dikir.”

Li gel ku kujerên Fatma û hevalên wê nehatin diyarkirin û nehatin darizandin dayika Fatma jî bi idaya “endama rêxistinê ye” di 24’ê kanûnê de hat girtin.


‘Sêvê Demîr’ li dijî zilmê navê berxwedanê ye

Pakîze: Divê em ji bo gelê xwe bixebitin