Li zanîngêha Frankfurtê YXK/JXK stand vekir

IMG_3922

Endamên YXK/JXK Frankfurt li zanîngêha Goethe di çerçoveya “Pazara Însiyatîfên Alternatîf“ bi gelek rêxistînên cep û şoreşger re stand vekirin.

FRANKFURT – ROJACIWAN

Endamên YXK/JXK Frankfurt li zanîngêha Goethe di çerçoveya “Pazara Însiyatîfên Alternatîf“ bi gelek rêxistînên cep û şoreşger re stand vekirin.

Li standên YXK/JXK yên ku herî betir bala xwendekara dikişand, agahiyên derbarê Têkoşîna Gelê Kurd hatin ragihandin û belavkirin. Endamên YXK/JXK Pirtûk Rêber Apo, Kovar û broşûrên wek Ronahî, Xwebûn û Stêrka Ciwan jî belavkirin. Bi gelek xwendekaran li ser paradigamaya Rêber Apo hate nîqaşkirin. Li ser panoyan afîşên derbarê Şoreşa Rojava û mijarên din hatin daliqandin. Her wiha endamên YXK/JXK li hemberî politikayên kriminalizyonê li derdora standên xwe alên PKK, KCK û posterên Rêber Apo daliqandin. Derbarê rewşa Rêber Apo endamên YXK/JXK wê di 15’ê Mijdarê de panelek li darxe. Bang li hemû kesan hat kirin ku 15’ê mehê tevlî vê panelê bibin.