Bila bên, ew ê têkçûyina herî mezin a dîrokê bibînin!

cemil-bayik

Cemîl Bayik: Qaşo behsê dikin ku wê operasyona Qendîlê, nizanim çi bikin. Dikarin, bila bên. Wê gelê Kurd bi kulîlkan wan pêşwazî neke. Dibe ku têkçûyina wan di dîrokê de ya herî mezin be.

BEHDÎNAN – ROJACIWAN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, rewşa dawî ya li Tirkiyeyê, rejîma ku bi hevpariya AKP û MHP’ê bi pêş dikeve û girtina wekîlên HDP’î ji ANF’ê re nirxand.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser pêla faşîzmê ya ku di hevkariya AKP û MHP’ê de bi girtina wekîlên HDP’î mezin bû, wiha axivî; “Li Tirkiyeyê Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî bi dest hev girtine. Li Tirkiyeyê hewl didin faşîzmê bi pêş bixin û bi sazî bikin. Lewre jî hewl didin çi tê pêşiya wan ji holê rabikin. Siyaseta faşîst a Devlet Bahçelî, nêrînên wî ji hêla Erdogan dikeve meriyetê. Jixwe ji ber vê jî hema hema di her mijarê de Erdogan û Bahçelî bi hev re hereket dikin. Eger parlamenterên HDP’ê tên girtin û davêjin zindanê, nehêlin navenda HDP’ê bixebite, gelek kesên HDP’yî digrin û davêjin zindanan, dîsa bi navê qeyûm gelek şaredarî tên desteserkirin, bajêr şewitandin û hilweşandin, bi sed hezaran kes ji warên wan kirin, êşkenceyê li girtiyan dikin, her cure heqaretê li mirovên Kurd, dîsa derdorên demokrat û rewşenbîr dikin, birîndaran qetil dikin, yên qetil kirî jî teşhîr dikin, li pey wesayîtan kaş dikin, qaşo bi armanca teşhîrkirinê jinan tazî dikin û li kolanan dihêlin, mirovên ku qetil kirine parçe dikin, ev giştî ji bo bisazîkirina faşîzmê ne. Ji bo bi sazî bikin, divê çapemenî, rewşenbîr û hunermendan bêdeng bikin. Ji bo vê jî berê xwe dan çapemeniya ku xizmetê ji xwe re nake, girtin, dest danîn ser û avêtin hundir. Ji ber ku propagandaya yekalî dixwazin. Dixwazin baweriya her kesî jî bi vê propagandaya yekalî bînin. Hewl didin nîjadperestî û olperestiyê bikin yek, bingehê civakî yê faşîzmê saz bikin. Hîtler jî li Elmanyayê ol û nîjadperestî kiribû yek û faşîzm bi pêş xistibû. Erdogan û Bahçelî jî vê esas digrin û pêş dixin. Her kî xizmetê ji wan re nakin, berê xwe didinê, hewl didin ji holê rakin. Ji bo bisazîkirina faşîzmê, dijminahiya Kurdan esas digrin. Dixwazin li ser vî esasî her kesî bikşînin gel xwe û faşîzmê li Tirkiyeyê bidin rûniştandin. Lewre jî divê ti Kurd, ti demokrat, rewşenbîr, hunermend û nivîskar, kurtahî ti kesên ku li dijî faşîzmê ne destekê nedin polîtîka û sepanînên Erdogan-Bahçelî. Divê guman ji Kurdîbûn, demokratbûyin, rewşenbîrtiya ew kesên ku destekê didinê bê kirin. Teqez divê mirov desteka ji bo polîtkayên AKP-MHP’ê wek desteka faşîzmê bizanibe û li dijî van xwedî helwest be. Yên ku dengê xwe ji polîtîka, sepanînên Erdogan-Bahçelî re nakin, hele hele, destekê didin van, divê her kes baş bizanibe ku teqez wek welatparêz, demokrat, sosyalîst, lîberal, rewşenbîr, nivîskar û hunermend neyên qebûlkirin.

‘DIXWAZIN HER KESÎ TESLÎM BIGRIN’

Bayik, destnîşan kir ku divê destek ji bo polîtîkayên Erdogan-AKP’ê ya ku hewl dide tevahî mûxalîfên li Tirkiyeyê bêdeng bike çênebe û got; “Ya Erdogan û Bahçelî dike gelekî bi ser a rejîma faşîst a 12’ê Îlonê ye. Cûntaya Kenan Evren a faşîst a 12’ê Îlonê jî ewqasî berê xwe nedabû civakê. Ev dixwazin her kesî bi temamî bêdeng bikin, teslîm bigrin. Her kesên ku ji bo xwe dijmin dibînin dikin hedef û diçin ser. Ji ber vê ewqasî radyo, televîzyon, rojname, kovar girtin. Ji bo vê ewqasî rêxistinên civaka sivîl girtin. Li holê ne komale ne jî rêxistinbûyinê nahêlin. Şerekî mezin ê psîkolojîk dimeşînin. Gelekî zeîf in, lewre jî şerekî psîkolojîk ewqasî mezin dimeşînin, ewqasî komale, çapemenî, partî hewl didin her kesî bêdeng bikin. Eşkere ye ti Kurd pê bawer nake. Ji ber ku kiryarên AKP û MHP’ê li ber çavê gel e. Ev polîtîka, kiryarên ku ewqas bajar şewitandin, hilweşandin, bi nirxên tevahî Kurdan lîstin, her kesî digre, êşkenceyê lê dike, heqaretê lê dike, ji cenazeyan re jî tehamul nake ti Kurd an jî ti welatparêz, demokrat, sosyalîst, lîberal, rewşenbîr û nivîskar destek nake. Ev ne mimkûn e. Lê, kesên ku berjewendiyên wan di faşîzmê de hene destek dikin. Yên dibêjin ez mirov in, wijdanê min heye, alîgirê demokrasî, azadî û nirxên edaletê me, destekê nadin polîtîkayên AKP û MHP’ê, divê nebe jî.”

‘DIVÊ BÊHÊVÎTÎ NEBE’

Bayik di berdewama axaftina xwe de ev ragihandin:

“AKP û MHP’e hewl didin bi hev re li Kurdistanê hevkarî, xayintiyê bi rêxistin bikin. Hewl didin cerdevantiyê bi pêş bixin. Li ser vî esasî dixwazin bi vê hêza hevkar, xayîn re êrîşî Kurdan bike. Bi vê jî dixwazî pirsgirêka Kurd ji navbera Kurdan û dewletê derxe, bike şerekî mabeyna Kurdan. Divê Kurd vê fêm bikin. Bi taybet jî divê ti kes çavê xwe bernede cerdevantiyê, destekê nedin polîtîkayên AKP-MHP’ê. Divê li dijî gelê xwe, mirovahiyê sûcê neke. Dîsa di nav civakê de bi çavkaniya MÎT’ê, bi desteka AKP û MHP’ê, dîsa bi desteka hin xayinên hevkar ên ji Kurdan propagandayek tê kirin. Bi vê jî dixwazin mejiyê mirovan tevlîhev bikin. Dixwazin bê biryariyekê çêbikin, ji têkoşînê dûr bixin. Divê civak li vê miqate be. Guh nede propagandayên mîna van. Armanca van propagandayan tinekirina civaka Kurdî ye. Tinekirina rêxistinbûyina hêzên demokratîk û sosyalîst ên li Tirkiyeyê ne. Naxwazin hêzek rêxintinkirî li dijî wan be. Ji ber vê jî ewqasî berê xwe didin. Ji ber vê uslubekî sûbjektîf pêş dixin. Hê zêdetir bêhêvîtî, bêbawerî, bêtêkoşîniyê bi pêş dixin. Divê ti kes guh nede vê. Divê ti kes vî uslubî bi kar nîne. Pêwîst e her kes têkoşîn û rêxistinbûyina li dijî faşîzm û qirkirinê bifikire û nîqaş bike. Berevahî, eger tenê pirsgirêk bên rojevê, bêje pirsgirêkên wisa hene, ji milê çareseriyê hewldan çênebin, wê demê tam xizmetê ji faşîzma AKP’ê, ji faşîzma MHP’ê re dike. Divê ti kes bêhêvitiyê neke rojeva xwe. Ti kes bêhêvî nebe. Berevahî, divê zeîfbûna van bê dîtin, çima ewqasî berê xwe didin nirxên civakê bê dîtin, li dijî van xwe bi rêxistin bikin û têkoşînê mezin bikin.

DIVÊ TÊKOŞÎNEKE ALTERNATÎF WERE PÊŞXISTIN

Di vê mijarê de peywir bi taybetî dikeve ser jin û ciwanan. Peywirên giran dikevine ser hunermend,rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, nûçegihan û kedkaran. Dîsa peywira mezin dikeve ser ser Elewiyên ku li Tirkiyê dijîn, li ser gelan, çand, Sinnîyên demokrat. Ên ku ji vê rejîmê ne xweş in divê dest bidin hev, di nav xwe de tifaqê deynin, li dijî vê rejîmê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Heke vê bikin ev rejîm wê bifeşkile. Desteka navnetewî ji bo vê rejîmê nîn e, li hundir jî pir kêm e. Weke ku destek jê re hebe tê nîşandan lê ne wiha ye. Divê kes bi vê nexape. Heke desteka ji bo wan xurt bûna, weke ku diyar kirin, darbe li PKK’ê bixistana, wê ev qasî berê xwe nedana çapemeniyê, komel, partî û hêzên muxalîf. Ji ber ku ditirsin ku her roj ji desthilatdariyê bikevin, ji ber ku dibêjin wê têkevin zindanan û werin darizandin van tiştan dikin. Divê her kes vê wiha bibîne û fêhm bike. Erdogan dixwaze AKP’ê bike partiya damezirîner a rejîma nû, xwe jî bike rêberê damezirîner ê vê rejîma nû. Teqez, ev ji bo hemû gelan û baweriyan çewisandineke mezin, girtin, êşkence, heqaret û komkujî ye. Divê her kes vê wiha fêhm bike. Ji bo vê, çi hêzên ku naxwazin ev rejîm li Tirkiyê bi pêş bikeve, yanî naxwazin nîjatperestî û dîn bibin yek û faşîzmê bi pêş bixin û bi sazûman bikin, divê têkoşîneke alternatîf bi pêş bixin.

A KU DIXWAZIN SAZÛMANIYA WÊ BIKIN DESTÛRA FAŞÎZMÊ YE

Erdogan û Bahçelî mil dane hev û qaşo komîsyonek ava kirine, xwedêgiravî wê li gorî xwe destûra bingehîn deynin. Tişta ku dixwazin pêk bînin û bi sazûmanî bikin destûra faşîzmê ye. Heke Erdogan di serektiyê de rikdar e sedem ev e. Bi sîstema serektiyê wê faşîzmê bi sazûman bike ango li ser hîmê nîjatperestiyê û dîn rejîmekê ava bike. Ji bo vê di sîstema serektiyê de israr dike û ji bo vê jî bi MHP’ê re komîsyoneke hevpar ava dike, dixwaze destûreke nû ya bingehîn ava bike. Ji bo vê jî berê xwe dide wan yên ku wê jê re bibin asteng. Her kesî dixe zindanan, ji bo wan sûcan îcat dike. Li gel ku li holê tiştek nîn e jî ji bo her kesî sûcan derdixîne holê, dixwaze vê bi her kesî jî bide qebûlkirin. Dema ku berê xwe dide HDP’ê, dibêje siyaseta demokratîk nemeşandiye, derfetên siyaseta demokratîk xistine xizmeta PKK’ê. Li ser vê zemînê dixwaze gelên Tirkiyê, hêzên navnetewî bixapîne. Lê hişkere ye ku nehatine xapandin.’’

TI REWABÛNA REWŞA AWARTE NÎN E

Bayik diyar kir ku Erdogan Rewşa Awarte kiriye weke çekekê û wiha domand, ‘’Piştî bûyerên 15’ê Tîrmehê, ji wê jî sûd wergirt û tiştekî bi navê Rewşa Awarte danîne holê. Rewşa Awarte ji bo ku tiştên wê bikin, rewa bidin nîşandan, danîne holê. Erdogan bi çeka Rewşa Awarte van tiştan dike. Bi vê nîşan dide ku tişta ku dike rewa ye û dixwazê vê bi hêzên navnetewî û Tirkiyê bide bawerkirin. Ti rewabûna Rewşa Awarte nîn e, nikare hebe jî. Erdogan bi xwe spartina Rewşa Awarte, gavavêtinên wî, bêhçikandina cviakê ji hêla kesekî ve nikare rewa were dîtin. Berevajî vê, li dijî vê rewabûna têkoşînê heye. Divê êdî Rewşa Awarte û kirinên wê werin nasîn. Li dijî vê divê têkoşîn were dayin. Kenan Evren jî Rewşa Awarte ragihandibû. Rewşa rêveberiya jidiyayî ragihandibû. Li ser vê komel û partî dabûn girtin. Çapemenî girtibû. Zindan tije kiribûn. Êşkence anîbû asta herîz êde. Ev hemû kirinên xwe jî spartibûn Rewşa Awarte, rêveberiya jidiyayî. Xwedêgiravî bi vê, kirinên xwe rewa dikir. Piştre ji hêla her kesî ve bi zelalî hate dîtin ku ti rewabûna van nîn e. Rewşa Awarte ya Erdogan jî ne rewa ye. Çi tişta ku dike ne rewa ye. Divê ti kesek van qebûl neke. Li dijî van divê têkoşîn were dayin.

KURD BI KULÎLKAN WÊ WAN PÊŞWAZÎ NEKIN

Cemîl Bayik li ser gotinên ku di van rojên dawîn de dibêjin wê bi ser Qadên Parastina Medyayê de operasyon werin kirin, got, li gel destekên ku Erdogan wê bistîne jî wê nikaribe bi PKK’ê û wiha domand: ‘’Erdogan dibêje, ‘’ez ê PKK’ê tine bikim’’ Bi vê dixwazin nîjatperestiyê, şowenîzmê, faşîzmê xurt bike. Li ser vê dixwaze qira Kurdan bîne. Dixwaze derdorên laîk ên Tirkiyê, sosyalîst û demokratan ji holê rake. Li Tirkiyê dixwaze rejîmeke li ser nîjatperestiyê û dîn ava bike. Xwedêgiravî dixwaze bibe damezirînerê vê. Ji bo vê jî PKK’ê, Kurdan, weke ku Gurê Manco bin şanî hêzên navnetewî û hêzên Tirkiyê dide û dibêje ez ê wan tine bikim. Armanca wî helbet tinekirina PKK’ê ye. Heke bikaribe PKK’ê ji holê rake wê qira Kurdan bîne. Wê rejîma xwe ya faşîst sazûman bike. Bêyîk PKK’ê biqedîne ne dikare qira Kurdan bîne û ne jî dikare rejîma xwe ya faşîst ya ku dixwaze, pêk bîne. PKK’ê li ber xwe weke astengeke pir mezin dibîne, ji bo vê jî bi kîn û hêrseke mezin êrîşê tîne ser PKK’ê, êrîşê dibe ser her kesê ku têkildarî PKK’ê ye. Erdogan bi vê, wê daxwiyê li xwe bîne, weke Hîtler. Nikare PKK’ê tine bike, ev hêza wî nîn e. Hemû derfetên Tirkiyê bi kar bîne jî, hin hêzên navdewletî, hin hêzên herêmî û bi ser de hin Kurd jî destekê bidinê, nikare vê pêk bîne, têrê nake. Ji ber ku PKK’ê tevgereke wiha ku bûye yê milyonan. Ne tevgereke wiha ya qadroyî ya berteng e. Ne tenê wiha tevgera gerîlaya ye jî. PKK tevgereke wiha ye ku bûye ya civakê.

Di hiş, dilê hemû Kurdan, demokratan, welatparêzan, sosyalîstan de rûniştiye. Hêviya hemû çewisandiyan e. Ne tenê li Tirkiyê, li derveyî Tirkiyê jî hêviya çewisandiyan e. Erdogan ku dixwaze PKK’ê tine bike, divê hemû Kurdan qir bike, divê hemû çewisandiyan qir bike. Divê hemû rewşenbîr, nivîskar, hunermendên ku dil dane PKK’ê qir bike. Hêza wî têra vê nake. Ji bo vê jî ti kesek ji van zirtên Erdogan bawer nake. Xwedêgiravî van demên dawî dibêjin ew ê operasyonê bînin ser Qendîlê. Ku ji wan were bila werin. Gelê Kurd jî wê bi kulîlkan wan pêşwazî nekin. Belkî di dîrokê de têkşikîna herîm ezin bijîn. Divê her kes vê wiha bizanibe.’’

PKK TI CARAN WÊ DESTÛR NEDE KU FAŞÎZMA ERDOGAN – MHP’Ê BI SAZÛMAN BIBE

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir, ku her kes destekê bide vê têkoşînê wê biçe serî û bi ser bikeve û wiha domand: ‘’Ti kes ji derewên Erdogan û MHP’ê bawer nake. Ji bo vê jî, her roj bi kirinên xwe di nav çiravê de diçin, peywira me ew e ku em zêdetir wan bi nav çiravê de bibin. Tirkiye heta ku ji van xilas nebe, li Tirkiyê demokrasî, azadî, dadmendî nayê jiyîn. Siberoja ti kesekî wê ne ewlehiyê de be. Ji bo vê ewlehiya kesekî nîn e. Heke her kes dixwaze siberoja xwe bixe ewlehiyê divê li dijî faşîzama Erdogan-MHP’ê têbikoşin û ji bilî vê li tir rêyên dî nefikirin. Tekane rê têkoşîn e, her ku diçe ev ji hêla her kesî ve tê dîtin. Heke ev derfet werin pêk anîn wê destekeke mezin bibînin, hem di qada navnetewî de û hem jî di qada netewî de. Û ev faşîzm di demeke kurt de wê têk biçe. Di vê mijarê de divê her kes baş bi vê bizanibe; PKK ti caran wê destûrê nede ku Erdogan-MHP li Tirkiyê faşîzmê sazûman bikin. Di vê mijarê de çi dest were, wê were kirin. Divê her kes vê baş bizanibe. PKK ne tenê ji bo xwe, ne tenê ji bo Kurdan têdikoşe. Ji bo mirovahiyê, ji bo demokrasî, azadî, dadmendiyê têdikoşe, ev têkoşîna her kesî ye. Divê her kes destekê bide vê têkoşînê, wê demê serketin teqez e. Li ser vê zemînê ez serketina mezin ji her kesî re dixwazim.’’