Ciwan meşa xwe ya dirêj didomînin

KOB-MESA-CIWANA-1

Meşa ciwanan a ji gundê Qere Qoy ber bi bajêr ve diherike, di roja duyemîn de didome. Ciwan dê sibe tevlî meşa navnedî bibin.

KOBANÊ – ROJACIWAN

Meşa ciwanan a ji gundê Qere Qoy ber bi bajêr ve diherike, di roja duyemîn de didome. Ciwan dê sibe tevlî meşa navnedî bibin.

Bi sedan ciwanên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji duh sibê ve meşeke dirêj dane destpêkirin. Meşa ku duh ji gundnê Dadelê yê 25 kîlometreyan dikeve rojavayê Kobanê destpê kir di roja duyemîn de ji gundê Qere Qoyê didome.

Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM‘ê, PYD‘ê, YCR‘ê, Tevgera Jinên Ciwan hilda bûn û bê navber dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe, bijî serok APO û bijî Kurdistan” qîr dikin. Ciwanan perspektîvên Rêber Ocalan ên derbaraê doza kurd û pêwîstiya têkoşînê ya li dijî desthilardaran ve guhdar kirin.

Tê payîn ku dê meş di gundên Qole, Sosyan û Cequr re derbas bibe û bi êvarî li gundên Mînas ê 4 kîlometreyan dikeve rojavayê Kobanê raweste, ciwan dê sibe tevlî meşa navendî ya dê li bajêr were lidarxistin, bibin.

Leave a Reply