Gerîla TV dîmenên nû weşand

Gerîla TV, dîmenê çalakiya gerîlayên HPG’ê ya 18’ê Cotmehê weşand ku li dijî leşkerên li ser girê Koordîneyê hate kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê dabû xuyakirin ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk çalakî hatin lidarxistin.

Yek ji van çalakiyan, saet di navbera 12:00-13:00 ê nava rojê de li dijî çeperên leşkerên Tirk ên li girê Koordîne hatibû kirin.