Jinekî ciwan di mala xwe de şewitî

BrennendeHand

Li bajaroka Seruçawe yê Ranya îro saet 09:00’an jinêkî ciwan di mala xwe de şewitî û jiyana xwe ji dest da.

RANYA – ROJACIWAN

Berdevkê Polîsan Raperîn Şoreş Îsmaîl têkildarî bûyerê ji ajansa me re wiha got; “Li bajaroka Seruçawe ya Ranya jinekî ciwan 24 salî ya bi navê (N.Ş) li mala xwe şewitî. Piştî ku hêzên me agahiya şewatê bihîstin çûn cihê bûyerê. Lê jin li malê di cih de jiyana xwe ji dest da bû.”

Berdevkê Polîsan Raperîn Şoreş Îsmaîl herî dawî wiha got; “Li gorî xizmên wê, nexweşiya wê jinê ya derûnî hebû û wê xwe şewitandiye. Têkildarî bûyerê lêkolînê dest pê kiriye.”