Helwesta ciwanên Kurd li dijî qetliyama Parîsê

Li 9ê meha Çilehê salvegera komkujiya Parîsê bû. Ji bo ku vê komkujiyê şermezar bikin ciwanên Kurd ên li Stutttgartê çalakiyekî bi bombeyên boyaxê pêk anîn.

STUTTGART – ROJACIWAN

Di 9ê meha Çilehê de koma tolhildanê ya Şehîd Ronahî li bajarê Elmanyayê Stuttgartê çalakiyekî pêk anîn. Ciwanên Kurd ji bo ku komkujiya Parîsê bi bîr bînin û kirinên dewleta Tirk şermezar bikin bombeyên boyaxê avêtin ser saziya faşîstên Tirk. Ser dîwarên vê sazî jî ‘Sara, Rojbîn, Ronahî‘ ‘Jin Jiyan Azadî‘ ‘YJA-Star‘ ‘PKK‘ û ‘YPJ‘ hate nîvîsandin.