Hêmanên Şaristaniya Demokratîk

erdsfsef-2

Eger mirov yekeyên komên di çarçoveya civaka exlaqî û polîtîk de cih digirin zelal bike, dibe ku baştir hîn bikin. Ji ber ku hêmanên civakî cuda dibin û diguherin, yek bi yek girtina wan a dest, ji bo serwextbûna li yekparebûna mijarê hewce dike. Em nikarin bajêr weke dewlet ji hêmanên şaristaniyê bihesibînin. Ji vê serbixwe, herçiqasî bajarî bin jî zenaetkar, karker, bêkar û her cure xwediyê pîşeyên serbest ên bi keda xwe debara xwe dikin, di çarçoveya hêmanên demokratîk de ne. Em ê mijarên bi vî rengî guftûgo bikin.

RÊBER APO – STÊRKA CIWAN

Eger mirov yekeyên komên di çarçoveya civaka exlaqî û polîtîk de cih digirin zelal bike, dibe ku baştir hîn bikin. Ji ber ku hêmanên civakî cuda dibin û diguherin, yek bi yek girtina wan a dest, ji bo serwextbûna li yekparebûna mijarê hewce dike. Em nikarin bajêr weke dewlet ji hêmanên şaristaniyê bihesibînin. Ji vê serbixwe, herçiqasî bajarî bin jî zenaetkar, karker, bêkar û her cure xwediyê pîşeyên serbest ên bi keda xwe debara xwe dikin, di çarçoveya hêmanên demokratîk de ne. Em ê mijarên bi vî rengî guftûgo bikin.

a- Klan: Me berê bi kurtî behsa klanan kiribû. Me destnîşankiribû ku klan weke şaneya bingehîn a civakê di serhatiya jiyana dûvdirêj a cinsê mirov de ji sedî 98ê temenê wî digire. Klan ji komên 25-30 kesî pêk dihatin; zimanê îşaretan bi kar dianîn; debara xwe bi nêçîrvanî û berhevkirina gihayan dikirin. Ji lewra mirov bi hêsanî dikare bibêje, jiyan ji bo wan gelekî zor û zehmet bû. Peydakirina qût û zadekî têkûz zehmet bû, heywanekî kovî dikarîbû wan bixwe. Avhewa carnan pirr sar dibû. Çar demên girîng ên qeşayî pêk hatibûn. Lewma divê mirov ji wan re nebêje pêşiyên me bûn û derbas nebe. Eger hewldanên wan ên mezin nebûna em ê nebûna. Divê mirov di vir de li yekparetiyê bigere. Bi tevahî mirovatiya me ya îro encama şerên wan ên man û nemanê ne. Dîrok bi tenê bi beşê hatiye nivîsîn nabe dîrok. Dîroka rastî, eger rewşa xwezaya me ya civakî ya mîlyonan sal berê li ber çav negire, nikare manedar bibe. Rewşa pêşî ya mirovatiyê bike yek, belkî jî xisletên sereke yên civaka klan in. Me hewl da, em klanê weke rewşa herî xwerû ya civaka exlaqî û polîtîk destnîşan bikin. Ev komên em behsa wan dikin li gelek qadan hê jî bi awayekî fizîkî hebûna xwe dewam dikin û di nava tevahiya hêmanên civakên pêşketî de jî weke şaneya bingehîn sekna xwe dewam dikin.

voelker-suedamerikasb- Malbat: Herçiqasî malbat bi xwe weke klanê neyê diyarkirin jî nêzî wê ye. Malbat di nava klanê de saziya pêşî ye ku cuda dibe. Demeke dirêj weke malbata dayikê hebû, piştî şoreşa gund û cotkariyê (texmînî di salên 5000’î B.Z. de) bi pêşketina otorîteya hiyerarşîk a di bin serweriya zilam de dema malbata bavik destpê dike. Sermiyantî û zarok di bin destê zilamê mezin ê malê de hatin hiştin. Xwe xwediyê jinê dîtin, bingehê fikra pêşî ya milkiyetê pêkanî. Piştre jî dor hat kolekirina zilam. Di dema şaristaniyê de em li şêweyên malbatê yên dem dirêj û berfireh rast tên. Malbatên gundiyên ji rêzê û zenaetkaran her hebûn. Desthilatdar û dewletan zilam-bavê di nava malê de weke kopyayekî otorîteya xwe bi erk û rol kirine. Bi vî awayî malbat kirin rewşekê ku bû amûrê herî girîng ê rewakirina yekdestdariyan. Ji şebekeyên sermaye û serweriyê re her tim kole, serf û karker, kedkar, esker û ji bo xizmetên din rola çavkanîbûnê girt ser xwe. Ji ber vê yekê girîngî bi malbatê dan û ew pîrozkirin. Şebekeyên kapîtalîst çavkaniya herî girîng a karê ji nava malbatê bi mêtina keda jinê pêkanîn û ev yek bi awayekî sergirtî kirin, lewma ji malbatê re ev bû barekî zêde yê veşartî û neyekser lê barkirî. Malbat kirine mîna sîgortaya nîzamê û bi vî awayî ew mehkûmî dema wê ya herî muhafezekar kirine.

Rexnekirina malbatê girîng e. Eger were rexnekirin dibe ku bibe hêmanê sereke yê civaka demokratîk. Bi tenê ne jin (femînîzm), bi tevahî malbat weke şaneya desthilatdariyê neyê analîzkirin, îdeala şaristaniya demokratîk û bi cihanîna wê, dibe ku ji hêmana xwe ya herî girîng mehrûm bimîne. Malbat saziyeke welê nîne mirov jê bibihure û wê li dawiyê bihêle, lê mirov dikare wê veguherîne. Îddîaya milkiyetê ya li ser jinê û zarokan a ji hiyerarşiyê mayî, divê were terikandin û di têkiliyên hevaltiya hevjînan de ti cureyê têkiliyên sermaye û desthilatdariyê cih negire. Divê nêzîkatiyên xerîzeyî yên ji bo dewamkirina cins li dawiyê bêne hiştin. Di bihevrebûna jin û mêran de nêzîkatiya herî îdeal ew e, felsefeya azadiyê ya bi civaka exlaqî û polîtîk ve girêdayî esas bê girtin. Malbata ku di vê çarçoveyê de veguhere, wê garantiya herî têkûz a civaka demokratîk be, û wê yek ji têkiliyên bingehîn ên şaristaniya demokratîk be. Ji hevaltiya (hevjîntî) fermî wêdetir hevaltiya xwezayî girîng e. Divê herdu hev-alî timî ji mafê jiyana bi tenê mayînê re amade bin. Di têkiliyan de tevgera bi koletî û bi çavkorî nabe. Eşkere ye, wê malbat di bin şaristaniya demokratîk de veguherîna herî manedar pêk bîne. Jina bi hezarê salan ji rêz û hurmeta xwe gelek tişt ji dest dane, heta bi rêz û hêz nebe, yekîtiyên malbatan ên manedar pêk nayên. Malbatên li ser cehaletê avabûyî, rêz û hurmet ji wan re nabe. Di jinûve avakirina şaristaniya demokratîk de par û rola malbatê girîng e.

c- Qebîle û Eşîret: Yek ji hêmanên girîng ên civakê ye. Malbatan di nava xwe de dihewîne, heman çand û zimanî parve dikin, ji civaka gund û cotkariyê pêşketîtir e. Ji bo parastin û hilberînê yekîtiyên civakî ne ku hewceyî bi wan heye. Dema ku klan û malbat di çareserkirina pirsgirêkên hilberîn û ewlekariyê de kêm dimînin, hewce dîtine ber bi şêweyê qebîleyê ve veguherin. Bi tenê xwe nasipêrin têkiliyên xwîn û zuriyetê, hêmanên civakê yên bingehîn in, pêdiviya bi ewlekarî û hilberînê wan ferz dike. Ew weke saziyên paşverû hatine îlankirin û hatiye gotin, divê bi lez li dawiyê bêne hiştin, ev kokqelandin û qiranîna herî mezin a modernîteya kapîtalîst e. Ji ber ku mirov heta di nava yekîtiya qebîleya xwe de bimîne, bi hêsanî kes nikare wan bike karker û bimije. Ji lewra mirov bi gotineke bi tenê dikare bibêje, ji bo efendiyên feodal û koledar ha qebîle ha dijmin wekhev bû. Qebîleyê nikarîbû koletî, serftî û karkertiyê bi endamên xwe bide kirin.

Şêwazekî jiyanê yê qebîleyan ê nêzî komintiyê hebû. Şêweyê jiyanê yê qebîleyê yek ji wan şêweyên jiyana civakî ye ku têde civaka exlaqî û polîtîk bi hêz e. Qebîle her tim weke dijminên herî xedar ên şaristaniyên klasîk bûn, ev jî bi xisletên civaka exlaqî û polîtîk ve têkildar e. Herweha fetihkirina wan mumkîn nebû; yan dihatin tinekirin an jî azad diman. Lê hatiye dîtin ku bi demê re riziyane, dejenere bûne. Hevkarên di nava wê de çawa ku di nava malbatê de bi roleke neyênî rabûne di nava qebîleyê de bi heman rolê rabûne. Qebîleyên ku koçbertî yek ji xisletên wan ên herî li pêş bû, ji hêzên çêker ên rastî yên dîrokê ne. Kole, serf û karkeran ti carî rewşa qebîleyan a dîrokî ya berxwedan, serhildan û azadiyê nedîtine, ew bi giranî (ji bilî îstîsnayan) bendeyên herî sadiq ên berdestê efendiyên xwe bûn. Belkî jî li şûna şerê çînî weke şerê qebîleyan li dîrokê bihata nêrîn wê bêtir nêzî rastiyê bibûna. Piçûkdîtina rola qebîleyê, carnan neyînî hesibandina wê û carnan jî hîç rol nedana wê, berevajîkirineke girîng a avakerên dîroka şaristaniyê ye.

Eşîret bi awayekî weke federasyona komên qebîleyan hê bêtir girîng in. Hebûna xwe bi giranî li hemberî êrîşên şaristaniyên koledar bi dest xistine. Ji bo tine nebûnê û pêdiviya bi berxwedanê rêxistiniya eşîrê derxistiye holê. Şêweyekî civakê ye, rêxistiniya wê ya eskerî û polîtîk bi lez pêk tê. Hêzeke polîtîk û artêşê ya xweber e. Yekîtiya rêxistinî û zêhnî bingehê wê ye. Çand û rabihuriyeke dîrokî ya dûvdirêj bi xwe re hildigirin. Çavkaniya bingehîn a çanda netewe ne. Mirov alîkarî û keda wan a di hilberînê de nikare piçûk bibîne. Avabûna wan a civakî ya kolektîf alîkarî û danûstendineke beramber hev, weke bingeh ferz dike. Di nava komên eşîr û qebîleyan de ruhê komin bi hêz e. Ji hêmanên avaker ê karektera neteweyî ye. Lê dema hevkartî pêş bikeve dibe ku bi tehlûke bibe. Tevî hemû hewldanên piçûkxistinê yên dîroknasên şaristaniyê jî ew ji hêzên bingehîn ên motor ên dîrokê ne. Eger berxwedanên eşîran ên ji bo rêûresma azadî, kominalîzm û demokrasiyê nebûna, mirovatî wê ji bûna girseyên keriyan û evdan rizgar nebûya. Jixwe ji ber van xisletên xwe yek ji hêmanên bingehîn ên şaristaniya demokratîk e.

Qebîle û eşîran ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê li dijî êrîşên hêzên şaristaniyê bi helwesta xwe ya di jiyana exlaqî-polîtîk de israr kirine, serî hildane, li ber xwe dane. Bi giranî ev serhatiyên qebîle û eşîran dîroka şaristaniya demokratîk pêk tînin. Dîsa jî yên rengên rastî yê civakê didinê avahiyên qebîle û eşîran in. Dewleta netewe di bin giraniya komeke etnîk de bi tevahî çandên qebîle û eşîran tesfiye dike û ev bi temamî qirkirineke çandî ye. Ev qirkirina mezin a li hemberî civakê herçiqasî hinekî sist bûbe jî hê tehlûkeya herî mezin e. Li şûna dewleta netewe, di pêkanîna neteweya demokratîk de qebîle û eşîr weke yekeyên avaker ên pêşî dikarin bi rola xwe rabin. Ji ber van sedeman û wesfên wan, qebîle û eşîr weke hêmanên esas ên şaristaniya demokratîk têne hesibandin û ev jî têra xwe tê fêhmkirin.