Hêvî mîna navê xwe bi hêvî bû…

Hêvî klama ‘wey lo wey lo xerîbim dayê’ gelekî xwe distra. Dema min jê re got, dengê te gelekî xweş e, tu xweş distirê, wê jî ji min re got ‘ya bi te xweş tê, xweşiya dengê min nîne heval. Ji ber ku dengê hesretê ye, bi xweşiya te diçe’.

OZGUR AYDIN – STÊRKA CIWAN

Gelo helbestvan dikarin ji we re qala hestên herî kûr bikin? Nizanim ku ev pêkan e yan na. Lê belê ji ku dest pê bike jî, wê çîrok her tim nîvco bimînin. Ne karekî hêsane ku mirov qala yên di serdemên xwe yên herî bedew de ciwantiya xwe feda dikin. Ne gotin têra vegotinê dikin, ne jî qudreta pênûsê. Ji ber ku bedewiyên dawî yên ku nirxên mirovahiyê tînin bîra mirov, ew in…

Hêvî (Mûazzez Mogol) di sala 2012’an de dest bi Fakulteya Zîreetê ya Zanîngeha Egeyê kiribû. Tevî ku di nava malbateke zextdar û faşîst de mezin bû jî Hêvî di demeke kurt de hevalên welatparêz nas kir û kete nava wan. Bi germahiya xwe û wî kenê xwe yê bedew, gelekî dihat heskirin. Piştî demekê, tevî ku malbatê zext lê dikir jî, tevlî nava karên ciwanan bû.

Hêvî di nava xebatên ciwanan ên li Zanîngeha Egeyê cih girt. Piştre ev karê xwe li bajarên Kurdistanê dewam kir. Dema li Farqînê dixebitî tê binçavkirin. Ji ber giliyê malbatê, bi rojan îşkence lê hat kirin. Wextekê girtî ma û piştî girtîgehê berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

Hêvî piştre li qadên xwerêveberiyê dest bi kar kir. Hevrêyên wê yên li Cizîrê qala wê kirin…

Encam çi dibe bila bibe, em ê li dîrokê bên nivîsandin

“Hêvî klama ‘wey lo wey lo xerîbim dayê’ gelekî xwe distra. Dema min jê re got, dengê te gelekî xweş e, tu xweş distirê, wê jî ji min re got ‘ya bi te xweş tê, xweşiya dengê min nîne heval. Ji ber ku dengê hesretê ye, bi xweşiya te diçe’.”

“Hêvî gelekî xweş dikeniya. Min ew ji dibistanê nas dikir. Min berê nedîtibû ku ewqasî derdora xwe kêfxweş dike. Dema şer dikir jî, ev yek ji xwe kêm nedikir. Bê moral bûna hevalan rexne dikir, ji felsefeya ‘bê moralî tê wateya xiyanetê’ bawer dikir û di vî warî de hêz dida hevalên xwe. Lewma bi karê perwerdeyê jî radibû. Nêrîna wê ya li perwerdeyê, demkî nebû. Bawer dikir ku her qada jiyanê qadeke perwerdeyê ye.

Rojekê hewa gelekî xweş bû. Bêhna jiyana komunal jê dihat. Bawerî û piştgiriya dayikan, xwarinên germ, hemû şert û mercên giran ji holê rakiribû û baweriyeke mezin afirandibû. Haya dayikan ji nexweşiya Hêvî hebû. Dema ku dayikan jê re digotin ‘bêhna xwe vede’ yan jî bi taybetî nêzî wê dibû, ew hêrs dibû. Pê bawer bû, ku bi manewiyateke xurt û motîvasyoneke baş dikare nexweşiya xwe çareser bike. Tevî ku nexweşiya sînuzîtê lê giran jî bû, vê yekê bandor li têkoşîna wê nedikir.

Gilî û gazin nedikir, her wiha li rê û rêbazên ne pêwîst ên tedawiyê jî nedigeriya. Felsefeya wê ya herî mezin jî baweriya wê bû. Ev sekin û bawerî û serketinên wê, di nava gel û hevalên wê de gelekî cuda dihat dîtin.

Hêvî vejeteryan bû. Ji ber ku goşt nedixwar, gelek caran birçî dima. Carna tenê av vedixwar. Carna me xwarin ji malan derdixist, ew jî hêrs dibû. Bi tenê li gorî pêwîstiyan dihat derxistin, lê ev jî bi zora wê diçû.

Min carekê dît ku digirî. Hevalê Hesen di şerê dijî dijmin de bi giranî birîndar bû û şehîd bû bû. Dema ew rakir, hêstir ketibûn çavê wê. Gelekî wêrek bû. Li cihekî ku dijmin gelekî baş didît, bi şer hevalê xwe yê birîndar derxisti bû.

Dema carna hevalan behsa yên diçûn dikirin, Hêvî digot, ‘Eger ew bi rastiya şer zanîbûna û zanîbûna çima şer dikin, hingî nediçûn… Şer karê wan kesan e ku bi xurtî bi baweriya xwe dilsoz in û dixwazin siberojên xweş ji zarokan re bihêlin e. Şer ne karê tirsonekan e.’

Gelekî xurt bû. Dizanîbû gelek mirovên mîna wê difikire û xwedî heman baweriyê ne, hene. Min ji axaftineke wê re şahidî kir. Em li nava kolanekê li malbatekê rast hatin. Min dît ku ew malbat qanih kir ku di her şert û mercî de li cem me bimîne.”

Hêvî bi baweriyeke gelekî mezin dilsoza têkoşîn û hêviyên xwe bû.

Hêvî mîna navê xwe hevalek gelekî bi hêvî bû…”

Nasnav: Nuda (Hêvî) Elefterya
Nav paşnav: Mûazzez Moğul
Dayik-Bav: Zübeyde-Lütfü
Dem û cihê ji dayikbûnê: 02.09.1994 Hîlvan