HPG’ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir

3-sehid-hpg

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên par jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir. Di daxuyaniya HPG’ê de hat gotin, “Ji bo bîranîna hevrêyên xwe, em ê erk û wezîfeyên xwe bi ser bixînin.”

BEHDÎNAN – ROJACIWAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, gerîla Rewşen Metîn (Rewşen (Urek), Mazlûm Tekman (Selîm Dundar) û Demhat Amed (Suleyman Şaşmaz) ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.

Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Xaka Mezopotamyayê ku bi sedan salan mirovahiyê lê nirxên mezin ava kiriye û jê re bûye dergûş, îro bûye navenda şerê li ser esasê berjewendiyan. Ev xaka ku bi avakirina nirxên mezin ê mirovahiyê kiriye ku dewlemendiya çandî geş bibe, îro bûye dika şerê dinya û herêmê. Kurdistan û gelê Kurd ji ber ku di nava vê dîroka çandê de ye, ji şerê heyî pir ziyan digihijiyê.

Civaka Kurdistanê ya ku bi mîrateya çanda berxwedanê rabûye û bi teşe bûye, li dijî her cure zilm, komkujî û qirkirinê şer kiriye û nirxê xwe parastiye. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê û Rêber APO ji dîrokê ders werdigire û gav bi gav ber bi azadiyê ve bi gewherê xwe re dibe yek.

Em 3 hevalên xwe yên şehîd ku bi mebesta avakirina siberoja me ya azad ya gav bi gav pêk tê, serdema têkoşînê ragirtin, bi fedekariyê qeyîm kirin, bi tevlîbûna xwe ya gewherî bûne rênîşandêr û bi rihê mîlatanî yên ku nîşan dayin bûne mînak bi bîr tînin, sersaxiyê didin malbatên wan û em diyar dikin ku siberoja azad a ku em rêwiyê wê ne bi teqezî wê biçe serî û bi ser bikeve. Hevrê Rewşen ku di encama polîtîkayên înkar û îmhayê ya dewleta Tirk neçar ma ku gelê me yê welatparêz ê Botanê were Mexmûrê, li Mexmûrê mezin bû, bi nirxên kulturî yên ku Botanê bi hêza xwe ya berxwedanê ava kirî, mezin bûye û tevlî nav Tevgera me ya Azadiyê bûye. Esareta li ser Rêber Apo qebûl nekiriye û bi biryardariya ku di siberojên azad de bi Rêber Apo re hev bibîne, çiya ji xwe re kiriye war. Hevrê Rewşen ku îdîaya wê ya azadiyê xurt bû, piştî perwerdeya ku stand, bi tevlîbûna xwe ya berpirsyar, baweriyeke mezin daye hemû hevrêyan. Serhildêrî, xweşikî û kevneşopiya berxwedêr di jiyana xwe de jî nîşan daye, di xeta parastina rewa de bûye fermandareke xwedî helwesteke xurt.

Hevrêyê me Mazlûm (Selîm Dundar) ku ji Erzîromê tevlî têkoşîna azadiyê bûye û hevrêyê me Demhat (Suleyman Şaşmaz) ji Amedê tevlî têkoşîna azadiyê bûye, li dijî faşîzmê ya li Kurdistanê bi helwesta herî biryardar rawestiyane. Hevrêyên me yên xwedî wê hişmendiyê bûn ku li dijî faşîzma mêtinger bi awayekî herî xurt divê têkoşîn were dayin, di nav vê dîroka berxwedanê ya mezin de, di Hezîranê de şehîd bûne.

Em hevrêyên xwe Demhat û Mazlûm ku di şerê berxwedanê yên dijî dewleta Tirk de li qadên parastina Medyayê Mijdarê şehîd bûne û hevrê Rewşen careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin, ji bo bîranîna wan, em diyar dikin ku em ê peywirên serdemê di xeta serketinê de bi cih bînin.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ye:

Nasnav: Demhat Amed
Nav paşnav: Suleyman Şaşmaz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Erzîncan-Hatîp
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

***

Nasnav: Mazlûm Tekman
Nav paşnav: Selîm Dundar
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Tevrat-Hûlûsî
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

***

Nasnav: Rewşen Metîn
Nav paşnav: Rewşen Urek
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Asya-Metîn
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Facebook Comments