Komûna enternasyonal piştgiriya Katalonya dike

katalonianichtallein

Komûna enternasyonal ji Rojava videoyekî ji bo piştgiriya şerê serxwebûnê ya katalonya şandiye. Hevalên Kurd û Katalon nêrînên xwe tînin ziman.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Axftvanên Katalan û Kurd piştgiriyên xwe ji bo gelê Katalon didin: Mafê her netewekî heye ku xwe bi rêvebibin.

Komûna enternasyonal qala rejîma Franco dikin. Dema Dîkatoriya Franco de gelê Katalon Serhildanekî mezin avakirin. Gel li hemberî faşîzma dewletê serê xwe rakiribû ji bo ku welatê xwe biparêzin. A giring ew bû ku enternasyonalîst ji hemû cîhanê hatibûn ji bo ku dengê xwe li hemberî faşîzme rakin.
Tê zanîn ku piştî dîktatoriya Franco di sala 1975 de jî demokratîkbûyîna Îspanya pêk nehat.

Endamên komûna enternasyonal diyar dikin ku aniha kesên ku li Îspanya tên tepisandin ne tenê Katalon in. Bask, Gallîz, Andalus û Kastilyan jî ji ber tepisandina dewletê zehmetî dikşînin.