Nêrîna Ciwanan ji Kampa Çand û Werzişê – Beşa yekem

“Stranên kurdî beşa berxwedanê ji bo ku çanda me wenda nebe. Parastina çanda xwe jî berxwedan e” (Müslüm)

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Ji 20.12-23.12.2017 yekemîn Kampa Çand û Werzişê ya ciwanan bi pêşengtiya endamên ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad li Venlo pêk hat. Ji bo ku hêst û tecrûbeyên xwe bînin ziman, ROJACIWAN reportajekî bi endamên kampê çêkir.

Müslüm, Uğur û Babek qala yekemîn Kampa Çand û Werzişê ya ciwanan dikin. Her sê jî ji Elmanya tevlî kampê bûn. Di axaftinên xwe de ciwan tînin ziman ku bi teybetî ji perwerdeya dîroka Kurdistanê û Dengbêjî bandor bûn. Heman demê de ciwan bal dikşînin ser rêhevaltiya ku di kampê de tê pêşxistin.

Hemberî polîtîkayên asîmîle kirinê Serî Hilde!
Di dawiya reportajê de ciwan bang dikin ku her ciwan tevlî hemleya Serî Hilde bibe. Müslüm dibêje ku bi teybetî pêwîste ciwanên Kurd li hemberî polîtîkayên asîmîle kirinê şer bikin. “Parastina çanda xwe jî berxwedan e. Divê em polîtîkayên asîmîle kirinê yên devletan perçe bikin.”