Meşa Ciwan ya ‘Ji bo tolhildan û şoreşê SERÎ HILDE’

4BD73F6B-B2A1-44F0-9DFC-8C867AAD7177

Li bajarê Elmanya Stuttgartê bi pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad bi slogana ‘SERÎ HILDE’ ji bo azadiya Rêber Apo meş û mîtîng li dar dixin. Bi hezaran ciwan beşdarî meşe bû. Meş wê bi mîtîngê bi qede.

STUTTGART – ROJACIWAN

Ji welatên Ewrûpa Belçîka, Swîsre, Hollanda, Fransa û Elmanya bi hezar ciwanên Kurd, Kurdistanî û dostên wan tevlî meşa ku saet 12.00’an despêkir bûn. Meşa ciwanan li ber stasyona navendî ya Stuttgartê destpêkir. Meşa ku Ciwan, gel û dostên wan alên Rêber Apo rakirin de tevgerên weke NAV-DEM, KCDK-E û tevgerên çepên Elman jî di meşê de cih girtin.

Di meşê de sloganên weke “Ji bo Azadiya Serkotî Serî Hilde“, “Ji Öcalan re azadî, Ji Kurdistanê re statü”, “Kinê em? Apocî ne em”, “Şehîd Namirin“ ve hevkariya dewleta Elman û dewleta faşîst a Tirk hate şermezarkirin, berxwedana gelê Kurd û Tevgera Azadiyê hate silavkirin. Ji bilî sloganan ciwanên Kurd pankartên “Dewleta Elman qedexekirina PKK rake”, “PKK gele, gel li vir e”, “Ji bo tolhildan û şoreşê SERÎ HILDE” hatin vekirin.

Di dema meşê de li meydana Rotebühlplatzê mîtînga navberê pêk anîn. Di mîtînga navberê de reveberiya Die Linke Rudorlf Brugel axivî û got, “Pêwîste hikûmeta Merkel bes çek bişîne ji Erdoğan re. Erdoğan û hikûmeta wî bi çeteyên DAIŞê ve di hevkariyê de ne. Heke ku tekîliyên Merkel û Erdoğan dewam bikin tê wê mexnê ku hikûmeta Merkel jî di hevkariyê de ye.”Brugel balkişand ser tecrîda Rêber Apo û got, “Öcalan ji bo azadî û wekheviya gelan şer dike. Azadiya Öcalan dê azadiya gelan be.”

Her wekî din meşvanan derheqê Rêber Apo rewşa sîyasî, û meşê belavok belav kirin.

Çalakî wê bi mîtîngê dewam bike…