Kampa çand û werzişê ya ciwanan

Li swîsre bi pêşengtiya endamên Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad kampa çand û werzişê li swîsre pêk hat. Bi texrîben 50 ciwan aktiviteyen cûr bi cûr hatin lidarxistin.

SWÎSRE – ROJACIWAN

Ciwanên Kurd ên ku li Ewrûpa dimînin sê roj kampa çand, hûner û werzişê rêxistin kirin. Ji bo kamp a ku ji 27-30 ê meha Kanûnê pêkhat tevlîbûna 50 ciwan ên ji başûrê Elmanya û ji swîsre çêbû. Di bajara swîsre Solothorn ciwan çanda xwe hîn xurttir naskirin.

WERZIŞ, ŞANO, NÎQAŞ – JIYANA KOMÎNAL YA KAMPÊ
Ciwanên ku roja destpêk gihîştin cem hev, piştî ku xwe dan nasîn, bendewariya xwe ji bo kampê anîn ziman. Di kampê de semînerên dîroka Kurdistanê, Jineolojî, dîroka jinan û dîroka ciwanan hatin dayîn. Piştî semîneran jî nîqaş hatin meşandin. Kelekê wan semîneran, li gorî plansazî ciwan her sibê û piştî nîvro kolektîf sipor kirin. Di evaran de jî ciwan fîlm temaşe kirin, şano çêkirin û govend girtin. Ciwan jiyana ekolojîk û sosyal esas girtin û li ser vê esasî bandora pergala kapîtalîzm ser şexsan û li ser civakê nîqaş kirin. Di hema demê de ciwan hewldanên xwe ji bo derbaskirina wan bandoran eşkere kirin.
Roja dawî ya kampê de hûnermendê nas Kawa Urmiye tevlî morala ciwanan bû û bi stranên xwe morala ciwanan hîn gêş tir kir.

CIWANÊN KURD: “BI SERÎ HILDE RÊBER APO AZAD BIKIN!“
Di kampê de ciwan diyar kirin ku di çerçoveya hemleya Serî Hilde de, ciwan wê bedelên pêwîst bidin ji bo ku Rêber APO azad bikin û pê re jiyanekî azad bimeşînin. Ciwan bi teybetî pêwîstiya parastina xelkê xwe derxistin holê û diyar kirin ku wê têkoşîna ciwanên Kurd ên ku li dîaspora dimînin bi hemleya Serî Hilde êdî bilindtir bibe.

“GEREK HEMÛ CIWANÊN KURD ÊN LI DÎASPORA TEVLÎ WAN KAMPAN BIBIN!“
Baran Yılmaz ji Swîsre, kantona Ticino tevlî kampê bû. Baran Yılmaz bal dikşîne ser birdoziya rizgariya jinê: „me wir bi teybetî wek jinên ciwan fem kir ku azadiya jinê mijarekî jiyanî ye. Ger ku em azadiya gelê Kurd bixwazin, gerek em bi mijara jinê destpêbikin. Ê ku hatiye xistin û kole kirin jin ê, ango ên ku gerek destpêke bên azad kirin jî jin in. Lewma em dibêjin azadiya Rêber APO azadiya jinê ye. Em wir wek ciwan kom bûn. Em hewl didin di dîaspora jî çand û nasnameya xwe pêş bixin û li gorî wê xebat bimeşînin. Kampekî pir xweş bû. Aliyekî her tim aktîvite hebûn, aliyê din jî ciwan Kurdistan nas kirin. Pêwiste hemû ciwanên Kurd tevlî wan kampan bibin.“

Kampa ciwanan bi şeva moralê bi dawî bû.